AMED - DBP’ê têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da. DBP’ê, diyar kir ku perspektîfa çareseriyê ya Abdullah Ocalan dîrokî ye û wiha got: “Divê xwedî li îradeya çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan nîşan dide û her gavên ji bo çareseriyê tên pêşxistin were derketin.”
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî hevdîtina Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder duh bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kiribûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
DBP’ê, bal kişand ser daxuyaniya îro têkildarî hevdîtinê hatiye kirin û wiha got: “Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de em di demeke dîrokî re derbas dibin. Perspektîfa çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan a di vê serdemê de dîrokî ye. Weke ku wî jî aniye ziman, pêdivî bi veguherîneke demokratîk heye.”
‘DIVÊ XWEDÎ LI ÎRADEYA ÇARESERIYÊ BÊ DERKETIN’
Bi domdarî DBP’ê destnîşan kir ku veguherîneke demokratîk bi çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd pêkan e û wiha got: “Çareseriya vê pirsgirêkê ne tenê bi destê siyasetê, bi tevlibûn û alîkariya hemû dînamîkên civakî pêkan e. Di vê çarçoveyê de hewceye xwedî li îradeya çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan pêşkeş dike, gavên ku dê vê îradeyê xurt bikin û hemû gavên dê bi xwe re çareseriyê bînin were derketin. Ev sedsal; xwedî wê potansiyelê ye ku ji bo gelên Tirkiye, Kurdisan û Rojhilata Navîn azadî û demokrasiyê bîne. Ji bo pêşerojeke demokratîk û azad hewceye her kes bi awayekî herî xurt xwedî li van derfetan û îradeya çareseriyê derkeve. Ev, peywira me tevan a sereke ye.”