* Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil a ku şîrketa wan ji aliyê asayişê ve hat girtin got: "Ev êriş, li dijî reng, deng û azadiya jinê ye."
* Hevserokê OHD'ê yê Stenbolê Îshak Demîrel diyar kir ku tecrîd hê jî didome û got ku ger pêvajoyek bê meşandin divê di navbera wekhevan de pêk were. Demîrel got: "Pêkanîna mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan wê bibe gava yekem a dilsoziyê."
* Siyasetmedar û welatiyan diyar kirin ku divê her kes li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û gotin: "Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin."
* Francesca Baruffaldi ku ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Wezareta Dadê da wiha got: “Ez bi aştiya di navbera gelan de bawer im. Serbest berdana Rêberê Gelê Kurd wê hem ji bo pirsgirêka kurd hem jî ji bo demokratîkbûnê bibe gava yekemîn."
*Lîstika şanoyê Mêdêa dê derkeve turneya Kurdistanê û beriya turneyê dê di 3'ê çileyê de li Amedê were lîstin. Derhênera lîstikê Zelal Angay da zanîn ku şanoya kurd li hemberî zextan li ber xwe dide.
* DAKAP dê li Amedê malbata Rojîn Kabaîş ziyaret bike. (13.00)
* Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo û Pirsûs-Kobanê li dijî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, wê bi tevlîbûna Hevserokên DBP û HDP'ê dewam bike. (12.00-16.00)
*Şaxa Genel Îş ya Êlihê, têkildarî ji kar avêtina qeyûman dê li ber avahiya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê (12.30)