NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil a ku şîrketa wan ji aliyê asayişê ve hat girtin got: "Ev êriş, li dijî reng, deng û azadiya jinê ye."
Li Herêma Kurdistana Federe Asayîşa Silêmaniyeyê bi awayekî hemwext, bi ser navendên Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Şîrketa Gizingî Berbeyan, Rêxistina Niwêger û Rêxistina Merziye Asayişa Silêmaniyê bêyî nîşandana nivîseke fermî ya têkildarî biryara dadgehê bi ser navendan girtin û bêyî belgeyeke fermî hebe girtin. Bertekên li dijî girtina saziyên jinan berdewam dikin.
Têkîldarî mijarê xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil axivî.
'JI BO GIRTINÊ BELGEYEKE FERMÎ NEBÛ'
Tewar Adil diyar kir ku di tu pirsgirêkên wan ên yasayî nebûne û bi awayeke keyfî saziya wan hatiye girtin û wiha axivî: "Beyî ku agahî bidin me asayişa Silêmaniyê bi ser avahiya me girtin. Beyî ku belgeyeke fermî nîşanî me bidin gotin,'biryar ji me re hatiye ragihandin ku ev der bê girtin û hûn vî karî bi dawî bikin' lêbelê der barê vê biryarê de jî ti belgeyeke fermî nebû. Lê ji me re gotin,' belge tune ye û divê ku hûn cihê karê xwe bigirin' beriya ku asayiş bi ser avahiyê de bigire ti agahiyeke me nebû. Yan jî beriya niha ji aliyê hiqûqî de ti pirgirêkê me nebû ku em nekarîn karê xwe li Başûrê Kurdistanê bimeşînin. Me jî ji wan daxwaz kir ku belgeyeke fermî bînin ku weke ku ew dibêjin em karê xwe bisekînin. Tenê ji me re tişta ku gotin, ev ferman ji Iraqê hatiye û divê bê girtin. "
'EV ÊRIŞ LI DIJÎ RENG Û DENGÊ JINÊ YE'
Tewar Adil anî ziman ku ji bo dengê jinan bibirin saziya wan hatiye girtin û got ku armanc ew e ku têkoşîna jina kurd a ku li cîhanê belav dibe pêşî lê bê girtin û got: "Li vê derê têkoşîna jinan a li hemberî dagirkeriyê û li hemberî hişmendiya baviksalarî di asta herî jor de ye. Hemû cîhan jî behsa têkoşîna jin dike. Di nav heremeke serbixwe ango Başûrê Kurdistanê ku 33 salin hikûmete dikare bi hêsanî weşana prodûksiyoneke ku weşana jin dike bigire. Em vê helwestê şermezar dikin. Ev êriş li dijî rengê jin, dengê jin û azadiya jin e. Ji ber ku dizanin ku di cîhanê de jinên kurd ji bo azadiyê, demokrasî, wekheviyê tedikoşin. Lêbelê li devereke weke herêma Başûrê Kurdistanê girtina Prodûksiyoneke jin şerme û ev ji bo partiya desthilatdar cihê rûreşiyê ye. Helbet ev biryar ne tenê bi wan re sînordar kiriye, tiliya Iraqê jî tê de heye. Di sala 2024'an de li seranserî cîhanî jin li qadan bûn.Li hemberî hişmendiya desthilatdar a ku nasnameya jin û hebûna jin nas neke li qadan bûn. Ev biryara ku hatiye dayin em qebûl nakin û red dikin."
'EV BIRYAREKE SIYASÎ YE'
Tewar Adil bi lêv kir ku ji bo Iraq û hikûmeta herêmê vê biryarê betal bikin dê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û got: "Hikûmeta Federal a Kurdistanê dibêje,' ev biryareke navendî ye' ji ber çi ev biryare hatiye girtin em jî nizanin. Tişteke rast ji bo me nehatiye gotin. Lêbelê li dijî vê biryarê em ê serlêdanên xwe yên hiqûqî bikin. Li ser vê biryarê lêkolînên me berdewam dikin. Em dixwazin ku bizanibin ku ragihandineke jin çima hate girtin. Ev biryare nayê qebûl kirin. Ji bo ku sedemê wê bizanibin û ev biryare bê betalkirin xebatên me didomin. Hin îddaya heye ku Iraq dibêje,'kargeha wan û karê wan ne fermî ye' lê belê em van gotinan qebûl nakin. Em kareke fermî dikin. Em vê biryarê weke biryareke siyasî dibînin. Dibe ku Iraqê bi dewletên cuda re danûstandin kiribin û ev biryare bi hevre derxistine. Ev biryara wan jî li Herêma Kurdistanê ji aliyê Asayişê ve têbicihkirin. Em vê wisa dinirxînin. Li dijî vê biryara ku hatiye dayin li vê derê saziyên jinan hemû bi bertek in. Divê ku hikûmeta Iraqê vê biryarê betal bike û rê veke ku rojnamegerên jin bikaribin karê xwe bikin."
MA / Zeynep Durgut