STENBOL - Hevserokê OHD'ê yê Stenbolê Îshak Demîrel diyar kir ku tecrîd hê jî didome û got ku ger pêvajoyek bê meşandin divê di navbera wekhevan de pêk were. Demîrel got: "Pêkanîna mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan wê bibe gava yekem a dilsoziyê."
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, didome. Çalakiyên ji bo azadiya f,izîkî ya Abdullah Ocalan li gelek navendan hatine destpêkirin di sala duyemîn de berdewam dikin. Bangên ji bo bidestxistina "mafê hêviyê" ya ji bo Abdullah Ocalan jî didomin.
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê Îshak Demîrel têkildarî "mafê hêviyê" axivî.
Demîrel bal kişand ku li Îmraliyê hevdîtin pêk hatin lê tecrîd hîna didome û got ku yek ji aktorên çareseriya pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan e.
‘DIBE KU MAFÊ HÊVIYÊ BIBE GAVA EWIL A DILSOZIYÊ'
Demîrel da zanîn ku ji ber geşedanên li Rojhilata Navînê êdî çareseriya pirsgirêka kurd ji bo Tirkiyeyê pêvajoyeke pêwîst e û got: “Birêz Abdullah Ocalan bal kişand ser biratiya tirk û kurdan. Wekî ku birêz Ocalan jî anî ziman, em di heyameke bivênevê de ne. Eger nebe, dibe ku dawiya Tirkiyeyö ji bıbe weki ya Sürıye ü Iraqö. Kesê ku dewlet niha weki muxatab dibîne birêz Abdullah Ocalan e. Divê 'pêvajoyeke' nû ya ji pêvajoya sala 2015'an di hawırdoreke ewletir de bê meşandin. Ji ber vê yekê rêziknameya mafê hêviyê girîng e. Mafê hêviyê di vir de weki gava yekem a ber bi dilsoziyê ve tê dîtin. Digel ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û peymanên navneteweyî hene, ev rêziknameyeke ku Tirkiye bi rihetî bi rêziknameya hiqûqî ya navxweyî û çend metnên qanûnî yên ku ji aliyê Meclisê ve hatine pejirandin, pêk bîne. Ji ber ku gava şert û mercên fizîkî yên birêz Abdullah Ocalan bên pêkanîn, dê pêvajo baştir û bandortir bimeşe."
MAFÊ HÊVIYÊ YÊ ABDULLAH OCALAN
Demîrel bi bîr xist ku mînakên mafê hêviyê yên cîhanê hene û got ku di vê mijarê de gelek biryar hene. Demîrel bi bîr xist ku di sala 2014'an de ji aliyê DMME'yê ve ji bo mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan bê misogerkirin, biryarek hatibû dayîn û got ku ji niha ve berpirsyariya bicihanîna vê biryarê Tirkiye ye. Demîrel got: “DMME di vê mijarê de ji Tirkiyeyê re wiha dibêje; 'Pêdivî ye ku di rêziknameya we ya hundurîn de der barê mafê hêviyê de rêziknameyek hebe. Piştî demeke diyar divê hûn di navberên perîyodîk de nirxandinan bikin ka dê mehkûm derkeve yan na.' Bi rastî ev 25 sal di biryara 'Mîrnişiniya Yekbûyî ya Winterê' de jî tê gotin. Ev têgiha 25 salan di qanûna Romayê de jî derbas dibe. 25 salên ser birêz Ocalan tije bûn. Di çarçoveya mafê hêviyê de firsenda berdanê hat dayîn. Lê mixabin Tirkiye ji sala 2014'an vir ve tu sererastkirin nekirine."
‘DIVÊ PÊVAJO DI NAVBERA WEKHEVAN DE BE'
Demîrel di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya pêkanîna mafê hêviyê û wiha got: “Niqaşên li ser pêvajoyeke nû dest pê kirin. Çima li vir pêkanîna mafê hêviyê girîng e? Pêvajoya çareseriyê dîsa hat rojeva welêt. Ji pêvajoya yekem a çareseriyê hin tecrubeyên me hene. Em wisa difikirin ku ger pêvajoya çareseriyê yan jî pêvajoya muzakereyê bê meşandin divê di navbera wekhevan de be. Ger di navbera wekhevan de be divê muxatab birêz Abdullah Ocalan be ku dewlet jî wî wekî muxatab dibîne. Lê wê pir ne baş be ku ev pêvajo li girtîgehê bê domandin. Dema em li pêvajoyên muzakere û diyalog û çareseriyê yên li welatên din dinêrin, ne li girtîgehê, li derve hatine meşandin. Heta ku birêz Abdullah Ocalan di Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê de be em nikarin behsa pêvajoyeke çareseriyeke saxlem bikin. Divê di navbera wekhevan de diyalog bê kirin. Li vir têgîna mafê hêviyê derdikeve pêş. Jixwe der barê birêz Ocalan de biryarên navneteweyî hene. Rêya qanûnî ya berdana wî jî hat vekirin. Heger piştî 25 salan serbest bê berdan, wê pêkanîna pêvajoya çareseriyê saxlemtir bê meşandin."
MA / Omer Îbrahîmoglû