RIHA – Welatiyan banga tevlîbûna meşa 3’ê çile ya li ser sînorê Kobanê ya li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Welatiyan bal kişandin ser banga dawî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotin, “Peyama ku li vir bê dayîn wê ev be ku ‘ez li Rêbertiya xwe xwedî derdikevim’. Ger peyameke xurt were dayîn dê pêvajo hêsantir bibe.”
Çalakiya nobedê bi pêşengiya DEM Partî, DBP, TJA’yê li ser sînorê Kobanê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, 11 roj in dewam dike. Sibê dê heta sînorê Kobanê meşeke girseyî were lidarxistin û her wiha Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan jî tevli meşê bibin. Welatiyên nobetê digirin bang li her kesî kirin ku beşdarî meşê bibin.
BANG LI GELAN HAT KIRIN
Welatiyê bi navê Vahît Koyuncu (62) ji Hewagê hatiye beşdarî çalakiya nobedê bûye û bang li her kesî kir ku beşdarî meşa ku di 3’ê çileyê de tê lidarxistin bibin. Koyuncu bal kişand ser banga dawî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "50 sal in li vî welatî şer heye. Kurd ji sala 1993'an û vir ve diyar dikin ku aştiyê dixwazin. Ya ne amade ye dewlet e. Em jî amade ne, birêz Ocalan jî amade ye. Ev 50 sal in em dixwazin xwîna ku diherike bisekine. Dibêjin em bira ne, lê biratiya me jî qebûl nakin."
Serkan Balî (32) anî ziman ku tevlîbûna meşê ji bo parastina îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîng e û wiha axivî: "Di sala 2014'an de jî êrîşên bi vî rengî hebûn. Vê carê jî pêk tê. Ne pêkan e mirov van êrişan qebûl bike. Sala 2025’an sala aştî û azadiya birêz Ocalan e û em dixwazin bibe sala gelê kurd.”
Nûrî Yeşîlçayir (50) bal kişand ser xalên girîng ên hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re û wiha got: "Banga birêz Ocalan gelekî girîng e. Ji ber vê yekê ez difikirim ku divê hemû rêxistinên sivîl ên li Tirkiyeyê piştgiriyê bidin vê bangê. Gotinên wî ji bo me pir bi qîmet in. Li ser vê yekê em dixwazin dildarên tevgera kurd li qadan bin. Peyama ku li vir bê dayîn dê ev be ku em piştgiriyê bidin serokê xwe. Ger peyamek xurt derkeve holê dê pêvajoya aştiyê hêsantir bibe. Ne ku dewlet, divê êdî dewlet di vê pêvajoyê de cih bigire. Rojava ji bo me destkeftiyeke sed salî ye. Em naxwazin wê winda bikin."
‘ROJAVA KURDISTAN E’
Lamî Ozer (60) ê ku ji navçeya Erxanî ya Amedê hat û beşdarî nobedê bû û wiha got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin meşa li vir a ji bo gelê Rojava tê lidarxistin. Em ê jî daxwaza azadiya birêz Ocalan bînin ziman. Em êrîşên li ser Rojava qebûl nakin. Kobanê ji bo gelê kurd sembol e. Xwedîderketina Kobanê û gelê Kobanê xwedîderketina kurdann e. Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin vê meşê.”
Welatiyê bi navê Abbas Kaya jî hestên xwe wiha anî ziman: “Bê berxwedan û ked serkeftin pêk nayê. Ji ber vê yekê tevlîbûna nobedê û meşê girîng e. Îro bêyî piştgiriya Rojava em sibê nikarin bi ser bikevin. Rojava tê wateya Kurdistanê. 4 parçeyên Kurdistanê yek in. Ji bo me hemû parçe yek in, lê Kobanê sembol e. Em bang li hemû gelê xwe yên li bajar û navçeyan dijîn dikin ku beşdarî meşê bibin."
TEVLÊBÛNA JINAN GIRÎNG E
Ji Dayikên Aştiyê Sarya Şahîn (60) jî diyar kir ku tevlîbûna dayikên aştiyê ya meşê dê daxwaza aştiyê zêdetir bike û wiha got: "Ji bo kes zirarê nebîne meşa ku li vir bê lidarxistin girîng e. Berê dema ku dayikan şemalên xwe diavêtin erdê şerê eşîran dihatin rawestandin. Tevlêbûna dayikan a ji bo meşê girîng e. Ji bo silavkirina Rojava û rawestandina xwîna ku diherike divê em beşdarî meşê bibin.”
Çîgdem Îstek (36) jî anî ziman ku Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê jî tê binavkirin û ji ber vê yekê tevlîbûna jinan xwedî girîngiyeke taybet e, bang li jinan kir ku beşdarî meşa 3'ê Çileyê bê lidarxistin bibin.
Ozlem Eylem Yazar (39) bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên beriya 10 salan ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, banga tevlîbûna meşa bi ruhê sala 2014'an a bê lidarxistin û wiha dewam kir: "Rojava û Kobanê çi be Pirsûs jî ew e. Em bang li gelê xwe dikin ku li vê pêvajoyê xwedî derkevin. Weke her şerî, di vî şerî de jî jin û zarok hedef tên girtin. Mîna hevalê me yê rojnameger Cîhan Bîlgîn û ew jî jin bû. Di şer de her tim jin hedef tên girtin. Her wiha jin pêşengiyê ji berxwedanê re dikin. Wek mînaka Şengal û Rojava. Ji ber wê yekê divê herî zêde jin li vê pêvajoyê xwedî derkevin.”