ÊLIH - Yûsûf Kaya ku di dema çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm de hate binçavkirin û girtin û çendek roj berê hate berdan, diyar kir ku polîsan jê re got “Te bangî walî kir, silavên taybet ên walî ji bo te hene” û îşkence vegot. Kaya, da zanîn ku dê berxwedana wan li dijî zilmê bidome.
Di dema çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Êlihê de gelek kes bi îşkenceya polîsan hatin binçavkirin. Yek ji van jî ciwanê bi navê Yûsûf Kaya bû. Kaya, di 7’ê Mijdarê de hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Êlihê. Kaya, di dema binçavkirinê de ji hêla polîsan ve hate îşkencekirin.
Kaya, bêyî çalakiyê li pêşiya şaredariyê wiha gotibû: “Madem dê we îradeya gel xesp bikira wê demê hûn çima hilbijartinê dikn? Heke hêza te têr bike wê demê vê derê bi dest bixe... Hûn dê di nava gel de dengê têkoşîna me bibihîsin. Gelo dilê te têr dike? Ka were vê der. Wisa bi ketina şaredariyê, hûn nikarin bigihijin encamekê. Dê werî nav gel. Hûn hilbijartinan dikin lê îradeya gel xesp dikin. Wiha nabe. Îsraîl ji we baştir e.”
Kaya, ji hêla polîsan û parastvanên walî ve hate derbkirin û di 31’ê Kanûnê de ji Girtîgeha Tîpa T a Êlihê tehliye bû. Kaya, têkildarî pêvajoya girtin û binçavkirinê ji ajansa me re vegot.
‘DU KELEMÇE XISTIN DESTÊ MIN’
Li gel ku bi ser girtina wî re 2 meh derbas bûne jî şopên derbkirinê yên li ser rûyê Kaya hêj derbas nebûne. Kaya, wiha got: “Em ji bo xwedîderketina li îradeya xwe di 4’ê Mijdarê de çûn pêşiya şaredariyê. Protesto mafê qanûnî ye û dema me ev mafê xwe bi kar di anî em hatin îşkencekirin. Li pêşiya şaredariyê polîsan êrişî me kirin. Piştî êrişê em ketin avahiyekî. Ez û hevalekî xwe bi hev re derketin. Polîsan dor li me girtin û em girtin. 10 polîs ketin ser me û îşkence li me kirin. Pêhn li me dan, şimaq û kulm li me dan, çêr û heqaret kirin. Gotin; ‘te bangî walî kiribû, silavên taybet ên walî ji bo te hene’ û îşkence domandin. Piştre em heta şaredariyê li erdê kaş kirin. Li rex şaredariyê li devera otoparkê polîsên tevgera taybet, TEM û polîsên din ketin rêzê û li min xistin. Min jî ji bo parastina rûyê xwe, bi destên xwe girt. Îcar jî her du destên min bi du kelemçeyan girtin. Ewqas şidandin ku min got qey xwîn naherike.”
‘HER KESÊN DIHATIN Û DIÇÛN DIGOTIN SILAVA WALÎ HEYE Û ÎŞKENCE KIRIN’
Kaya, da zanîn ku her kesên dihatin û diçûn digotin “silava walî heye” û îşkence li wî kirin û wiha pê de çû: “Ji ber kelemçeyan min nedikariya bilivim. Polîsên sivîl ên ji wesayîta bi tîpa Rangerê paya bûn, gotin ‘silava walî heye’ û bi pêhn û kulman îşkence li min kirin. Ev, parastvanên walî bûn. Bi girêka beraz ez hatim girêdan û min nedikariya bilivim. Ji ber ava TOMA’yê ez şil bûbûm. Min sola xwe derxist û wan pê li tiliyên piyên min dikirin. Êşa wê mezin bû. Zêdetirî saetekê em li vir dan sekinandin.”
TEVÎ ŞOPÊN DERBKIRINÊ JÎ BIJÎŞK GOTIYE ‘TIŞTEK TUNE YE’
Bi domdarî Kaya got ku ew ji bo kontrola tenduristiyê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Iluhê û ev tişt anî ziman: “Dema em birin vê derê, hemşîreyê got; ‘Em nikarin wiha lê binêrin, rewşa wî gelek xerab e.’ Polîsan, birin odeya bijîşkê li qata duyemîn. Her derê min birîn bû û rûyê min werimî bû. Bijîşk got; ‘Tu tiştekî vî nîne, ji vir bibin. Xwîna li ser çavê wî demkî ye.’ Muayene nekir. Piştre birin emniyetê û polîsan gotin; ‘Me Yûsûf Kaya bi taybet aniye.’ Piştî parêzer ketî navberê, îşkence sekinî. Nekarîn li vir tiştekî bikin. Xwe li benda çûna parêzeran girtin. Heke parêzer biçûna dê îşkence bidomandina. Nava devê min bi birîn bû lewma di 3 rojên li nezaretxaneyê de min nekarî xwarinê bixwim. Piştre sewqî edliyeyê kirin. Dozger li îfadeyên me guhdarî nekir û yekser bi daxwaza girtinê sewq kir. Dadgehê jî biryara girtinê da.”
‘RASTÎ LÊGERÎNA TAZÎ HATIM’
Kaya, got ku dema dibirin girtîgeha strana “Ji bo te bimrim Tirikye” bi wî dane guhdarîkirin, li girtîgehê jî lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin. Kaya, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heman derhiqûqtiyên li emniyetê, li girtîgehê jî domiyan. Em birin cem girtiyên edlî. Îtîrazên me qebûl nekirin. Dema li vir ez bidîmen bi malbata xwe re diaxivîm, min nîşaneya serkeftinê kir û got ‘her bijî.’ Ji ber vê, derheqê min de lêpirsîn dan destpêkirin. Dema bi malbata xwe re diaxivîm, Hevşaredar Gulistan Sonuk jî li wir bû. Dema bi wê re diaxivîm telefon qut kirin.”
‘TILILIYÊN DAYIKA MIN DI GUHÊ ME DE OLAN DIDA’
Kaya, bi lêv kir ku dema li girtîgehê ji berxwedana xelkê bajar moral digirtin û axaftina xwe wiha qedand: “Dema ez li girtîgehê dayika min her tim li qadan bû. Tililiyên wê di guhên me de olan didan. Xelkê bajar pir mezin li ber xwe da. Heke hindik jî rûmeta qeyûm hebe dê wê kursiyê biterikîne. Divê rêzê ji bo îradeya gel bigirin. Em ê dev ji berxwedanê bernedin. Heta ku em şaredariya xwe distînin dê li ber xwe bidin. Gelê me dê vê qebûl neke. Bila vê bizanin. Ez ê derheqê polîsên di dema binçavkirinê de îşkence li min kirin, bijîşkê ez tedawî nekirim û kesên talîmat dayin de serlêdana sûc bikim. Em ê dev ji îşkencekaran bernedin.”
MA / Fethî Balaman