NAVENDA NÛÇEYAN - ENAG’ê got enflasyona salane ji sedî 83,40 e û TUÎK’ê jî got rêjeya enflasyona salan e ji sedî 44,38 e.
Koma Lêkolînkirina Enflasyonê ya Serbixwe (ENAG) daneyên enflasyonê yên meha Kanûnê eşkere kir. Li gorî daneyên ENAG’ê; enflasyon di meha Kanûnê de ji sedî 2,34 zêde bû û enflasyona mehane jî ji sedî 83,40 e. Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ku pêbaweriya wê yek ji rojevên sereke yên nîqaşên raya giştî ne jî enflasyon di meha Kanûnê de ji sedî 1,03 zêde bû û enflasyona salane weke ji sedî 44,38 ragihand.