AMED - Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku nediyar e bê ka dewlet ji bo pêvajoya nîqaş li ser tên kirin çi difikire û wiha got: “Em li gel diyaloga çêker in û dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome.”
Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat bi rojnamegeran re civiya. Serokê Cemiyetê Felat Bozarslan û gelek rojnameger tev li hevdîtinê bûn.
Sezgîn Tanrikulu di hevdîtinê de bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û got ku rêveberiya Sûriyeyê hem dê bandorê li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê bike. Tanrikulu, anî ziman ku ji ber rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bandora wê ya li ser Tirkiyeyê zêdetir be.
Tanrikulu, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serdemeke wiha de nizanim ji ber tirsê yan ji ber zextên hundir e lê pêvajoyeke ku em nizanin û nav lê nehatiye kirin dest pê kir. Nayê zanîn dê ev hevdîtin veguherin tiştekî çawa. Lewma piraniya gel bi hişyarî nêz dibe. Ji ber têkçûna pêvajoya 2013-2015’an, xelkê herêmê bedelekî giran da. Heke pêvajoyek dest pê bike, divê baş bê plankirin, zelal be û bernameya wê diyar be.”
GELO DEWLET ÇI DIBÊJE?
Di dirêjiya axaftina xwe de Tanrikulu anî ziman ku CHP’ê heta niha têkildarî mijarê bi tu aliyan re hevdîtin nekiriye û wiha bi dawî kir: “Hevserokê me yê giştî dê îro piştî Erdexanê biçe Qersê û sibe li Erziromê be. Îxtîmaleke mezin dê di roja duşemê de bi MYK’ê re bicive. Serokê me got ku heke pêvajoyeke zelal a li parlamentoyê be ew li gel pêvajoyê ne. Ji ewil divê em xwedî agahî bin. Gelo dewlet çi dibêje, çi difikire? Pozîsyona AKP’ê çi ye? Ji hêla demokrasî û mafên bingehîn ve çi bernameya wan heye? Gelo dê li gorî ajandaya partiyeke siyasî tevbigerin an bi rastî jî dê meseleya Kurd a li Tirkiyeyê çareser bikin? Ez dikarim vê bibêjim; heke pêvajoya ji bo hemwelatiyên me yên li Tirkiyeyê sûdewer be em ê li gel pêvajoyê bin.”