ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Serokê Giştî ya Partiya DEVA’yê re bi dawî bû. Babacan, piştî hevdîtinê got: “Em ê piştgiriyê bidin her gava cidî tê avêtin.” Sirri Sureyya Onder jî got ku di serdana nû ya li Îmraliyê de Ahmet Turk jî dê cih bigire.
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin pêk dihat a bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan re bi dawî bû. Alî Babacan, Serokwekîlê Giştî Îbrahîm Çanakçi, Cîgirê Serokê Giştî Mehmet Emîn Ekmen û Sadullah Ergîn tev li hevdîtinê bûn.
‘DIVÊ ERDOGAN CIHÊ XWE ZELAL BIKE’
Piştî hevdîtinê, Babacan û Onder daxuyaniyeke kin dan. Babacan, di daxuyaniyê de wiha got: “Me di mijarên cuda de hevdîtin kir. Zemîna rewa a çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê, siyaset e. Divê her kes li gorî vê rêgezê tevbigere. Ji 1’ê Cotmehê ve rewşekî nû heye. Em hewldanên çareseriyê yên di vê pêvajoyê de girîng dibînin. Weke Partiya DEVA’yê em ê piştgiriyê bidin her gavên jidil û cidî tên avêtin. Inyet û hedef girîng e. Di vê pêvajoyê de tişta girîng, jidilbûn e. Em girîngiyê didin tevgerên jidil ên rayedarên hikûmetê. Em hêj nizanin ka cihê birêz Erdogan a di vê pêvajoyê de ku dere. Meclis, navnîşaneke girîng e. Lê belê dema em li pergala rêveberiyê ya niha dinêrin, divê zelal bibe ka Erdogan li ku disekine.”
‘BI QASÎ ZÊR BIQEDR E’
Piştre jî Onder axivî û ev tişt anî ziman: “Di hevdîtinê de mijarên girîng hatin axaftin. Pêşniyar û hişyarî hatin kirin. Me tiştên heta niha qewimîn vegotin. Her pêşniyar û şîret biqasî zêr biqedr in. Em dikarin bi esasgirtina van zemîna mutabeqetê ava bikin. Yek ji dersa me ji tiştên berê girtî jî ev e. Em ê piştre daxuyaniyeke berfireh bidin. Ji bo ku pêvajo bi zelalî were meşandin, me duh çi gotibe îro jî heman tiştan dibêjin.”
Sirri Sureyya Onder piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand. Onder, da zanîn ku dema hevdîtineke nû ya li Îmraliyê zelal nebûye û dê Ahmet Turk jî di hevdîtina din de cih bigire. Onder, da zanîn ku weke Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê bi partiyên Kurd re jî hevdîtinê bikin.
Şande ji bo serdana Partiya Yenîden Refahê çû Meclisê.