NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Girikê yê Kobanê wesayîteke sivîlan ji hêla dewleta tirk ve hedef hate girtin.
Li gundê Girikê yê li başûrê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wesayîteke sivîlan ji hêla dewleta tirk ve hate bombebarankirin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; li gundê navborî wesayîteke sivîl ji hêla dewleta tirk ve hedef hate girtin. Di nûçeyê de hate gotin ku têkildarî encamên êrişê agahî nehatine bidestxistin.