Şandeya dixwest cenazeyan wergire ji deriyê sînor vegeriya

img

ŞIRNEX -  Şandeya dixwest cenazeyê rojnamegerên hatine qetilkirin wergire wiha got: “Ev 20 roj in cenaze tên sekinandin. Ji bo ku bêhtir ezyet li cenazeyan neyê kirin em ji deriyê sînor diçin.” 

Şandeya ku ji malbatên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) yê Mêrdînê Kamûran Tanhan endamên OHD, MEBYA-DER’ê û DFG’ê pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin, roja 6’ê Çile saet 16.00'an de çûn Deriyê Sînor ê Xabûrê. Şande 3 rojan li ser sînor bi hincetên cûda cûda li deriyê Xabûrê hatin rawestandin û nehiştin malbat biçin cenazeyên zarokên xwe bigirin.
 
Şandê di roja 3’yan de ji deriyê sînorê Xabûrê veqetiyan. Şandê beriya ji deriyê sînor derbikevin daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku dê li dijî vê neheqiyê sibê (îro) li navçeya Silopiyayê daxuyaniyekê bidin. Di daxuyaniyê de Parlamenterê DEM Partî yê Mêrdînê Kamûran Tanhan axivî. Kamûran Tanhan anî ziman ku şandeya wan bi awayekî dijhiqûqî li deriyê sînor hatine sekinandin û ev tişt got: “Ew 3 roj in em li deriyê sînor tên sekinandin. Em bi sepaneke ku hemû nirxên mirovahiyê binpê kirin re rû bi rû man. 3 roj in me li vir û partiya me jî li meclîsê hevdîtin kirin. Lê hemû hewldanên me bê encam man. Me muxatabek nedît. Beriya ku em bêne vir me wezareta karê navxweyî û wezareta karên derve re hevdîtin kirin. Ji me re gotin tu pirsgirêk tune ye. Lê tevî vê yekê jî em 3 rojan bi awayekî dijhiqûqî dan sekinandin.”
 
Kamûran Tanhan diyar kir ku ew ji deriyê sînor derdikevin û wê têkoşîna wergirtina cenazeyan ji aliyê hiqûqî ve bidomînin. Bi domdarî Kamûran Tanhan, wiha got: ““Em ê sibê nîvro li navçeya Silopiyayê daxuyaniyê bidin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî vê bêhiquqiyê bertekên xwe bi çalakî û daxuyaniyan bidominin. Cenaze 20 roj in li morgê tên sekinandin. Tu hewldanên dîplomasiyê encam negirtin. Ji bo eziyet nedin cenazeyan û ji malbatan êşkence nekin em îro ji deriye sînor derdikevin. Em ê vê biryara li dijî hiqûqî li hemû qadan bi gelê xwe re protesto bikin. Ew têkoşîna hiqûq û mafê ye. Ji bo dewlet vegere ser hiqûqê em ê bi malbatan re têkoşîna xwe bidomînin. Heta em cenazeyan bigirin em ê têkoşîna hiqûqî bidomînin. Em li vir vê sozê didin gelê xwe. Tu gumana me tuneye. Bi vê biryarê hiqûqa Tirkiyeyê ku qesî derziyekê mabû jî ji holê hat rakirin.”
 
Bavê Nazim Daştan Mehmet Alî Daştan jî destnîşan kir ku wezareta Tirkiyeyê ya hundir û derve gotiyê hûn dikarin cenazeyên xwe bînin û wiha bertek nîşanî sekinandina wan da: “Em 3 roj in li vir tên sekinandin. Zarokên me rojnameger bûn. Sivîl bûn. Li ser karê xwe hatin qetilkirin. Em vê qetilkirinê qebûl nakin. 3 rojan em li ser sînor dan sekinandin. Nehiştin em biçin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Ji me re dibêjinê “Sistem tune ye”. Bi vê yekê me dixapînin. Wezaretê derva û yê hundir soz dabûn me ku astengî dernaxînin. Bila soza xwe bi cih bînin. Wezaretê Dadê ji komisyona partiyan re gotin ew welatiyên me ne. Biçin cenazeyên xwe bînin. Em jî li ser gotinên wan hatin li vir ku biçin cenazeyên xwe bînin. Lê li vir em dan sekinandin. Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn rojnameger in. Li ser karê xwe hatin qetilkirin.”
 
Şande piştî daxuyaniyê vegeriya Sîlopiyayê.
 

Sernavên din

16:59 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiyê li her derê ye
16:57 Rozerîn Çukur a li Sûrê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
16:38 Rojnameger Selamet Turan ji girtîgehê derket
16:23 Cenazeyên rojnamegeran dê li Rojava bên definkirin
16:09 Leyla Şaylemez hat bibîranîn: Em ê dev ji paradîgmaya azadîxwaziya jinê bernedin
16:06 Şande li Silopiyayê meşiya: Dê kamerayên wan li erdê nemînin
15:19 Îrmez li Meclisê bertek nîşanî astengkirina MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê da
15:02 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:16 Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:13 DEM Partiyê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da: Bila her kes cidî nêz tevbigere
13:51 Ji bo rojnameger Selamet Turan biryara ceza û tehliyeyê
13:45 Ji bo rojnameger Topaloglû biryara tehliyeyê hate dayin
13:35 Jinên hatin qetilkirin li Nisêbînê tên bîranîn
13:13 Navên kesên di êrişa SÎHA’yan de hatin qetilkirin diyar bûn
13:09 Di doza Nezîr Tekçî de dê sibe biryar bê dayin
13:02 Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da
12:15 Li Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin
12:11 11 sal berê li ser sînorê Kobanê bû, îro jî li ser sînorê Qamişloyê ye
11:41 Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wê bidomînin
11:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:13 Malbata girtiyê hatiye derbkirin serlêdana sûc kir
11:03 Nisêbîn talan kirin, dadgehê jî talanker parast
10:16 Dîlan Andok: Sarayê xeta berxwedanê ya jinên Kurd afirand
09:42 Tûnç Soyer: Temînata aştiyê demokrasî ye
09:25 Şenoglû: Ger aştî bê civakîkirin wê şer nemîne
09:24 'Ji bo muzakereyeke rast divê em zorê bidin qada navneteweyî'
09:01 Jin: Em ê tim pirsa 'Çi bû ji Rojînê?' bikin
09:01 'Pêkanîna jiyana demokratîk erka me hemûyan e'
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:45 Şandeya dixwest cenazeyan wergire ji deriyê sînor vegeriya
08/01/2025
16:20 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir
15:44 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:18 HSD’ê ji ber bombebarankirina Bendava Tişrînê hişyarî da
15:02 Dozgerî ji bo rojnamegeran ‘kontrola edlî’ xwest
14:54 Ji bo danişîna doza rojnameger Topaloglû bang
14:53 Ji bo cenazeyên rojnamegeran bang li rêxistinên hiqûqê hate kirin
14:41 Nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek cara duyemîn hate girtin
14:10 Li gelek bajaran çalakiyên nobetê tên destpêkirin
14:04 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:49 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diçe
13:12 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:06 Dewleta tirk li Kobanê wesayîtek kir hedef
13:05 Astengkirina şandeya dixwaze biçe cenazeyan wergire didome
12:47 Girtî ji ber zexta lêgerîna tazî neçûn hevdîtinê
12:44 Li Sîncanê girtiyên jin xistine qawîşên bi ritûbet
12:10 Stran û klîba ji bo Sakîne Cansizê hate weşandin
12:08 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:59 ‘Astengkirina anîna cenazeyan zilm e’
11:58 DEM Partî: Cînayeta Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû
11:28 Aslan ê 94 salî her roj ji Kerboranê tê ser sînor û tev li berxwedanê dibe
11:04 Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
10:58 Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin
10:54 Tehliyeya Erden ê 30 sal in girtî ye ji bo 6 mehan hate taloqkirin
10:50 Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê
09:58 Midûrê emniyetê ji şandeyê re got: Em li benda agahiya Enqereyê ne
09:57 Piştî benzînê îcar jî li motorînê zem hate kirin
09:56 Li ser sînor lêpirsîna înfazê: Serpelê gule reşandî piştre îstirhet kiriye!
09:31 ‘Sakîne Cansiz yek ji jinên herî bibandor bû'
09:05 Têkoşîneke 40 salan ya bêwestan: Ahmet Baysoy
09:01 Rêveberiya girtîgehê 2 salin kincên zivistanê yê girtiyê nexweş nadinê
09:00 ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:48 Li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû
07/01/2025
20:06 DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
20:02 Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin
19:53 Malbatên ku li sînor tên sekinandin: Em cenazeyên xwe dixwazin
16:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Yenîden Refahê dest pê kir
15:42 TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
15:39 Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
15:34 Berxwedana li ser sînor didome: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:21 Xwestin Tunela Yenîkopruyê bê vekirin
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir
13:41 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 154’an
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya DEVA’yê dest pê kir
13:38 PDK û YNK ji bo hevdîtinên hikûmetê civiyan
13:30 Ji Ozgur Ozel pêşniyara ‘komîsyonê’
13:15 Li Erdîşê 3 rojnameger hatin binçavkirin
13:08 Rêveberên Baroya Stenbolê îfade dan: Lêpirsîn li dijî prosedurê ye
13:07 Şandeya ji bo wergirtina cenazeyê rojnamegeran çû: Tenê nahêlin em derbas bibin
12:54 DFG: Dayina cenazeyên rojnamegeran bi keyfî tê astengkirin
12:46 DBP’ê bertek nîşanî astengkirina cenazeyên rojnamegeran da
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike
11:59 ÎHD: Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran nehate dayin
11:39 Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re hate Enqereyê
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:30 Parêzer dê li dijî necezakirina di doza Elçî de têkoşîna xwe bidomînin
11:06 Li dijî sewqkirina girtiyan bertek: Armanc tunekirina delîlan e
10:50 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel dest pê kir
10:44 Karasu: Rêber Apo dibêje ‘em pirsgirêkê dûrî şer çareser bikin’
10:19 Qeyûmê Êlihê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand
09:29 'Ne tenê muxalif, divê hemû derdor aştiya civakî xurt bikin'
09:21 Li Girtîgeha Kiriklarê girtî dîsa ji ber xurekan jehrî bûn