Dayikên Şemiyê ji bo 'Komkujiya Basanê' edalet xwestin

  • rojane
  • 14:20 11 Çile 2025
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1033'an a çalakiya xwe de ji bo 11 kesên li navçeya Basanê hatin qetilkirin banga edaletê kirin û careke din diyar kirin ku divê kujer bên darizandin.

Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin û di bin çavan de hatin qetilkirin bipirsin li Qada Galatasarayê tên cem hev, bi qurnefîl û wêneyên windayên xwe yên di çalakiya vê hefteyê de jî li qadê kom bûn. Di çalakiya ku parêzvanên mafên mirovan, Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn û Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî piştgirî da, ji bo 11 kesên 29 sal berê li Basan a Şirnexê hatin qetilkirin, "edalet" xwestin. Metna çapemeniyê ji aliyê Nûnera ÎHD'ê ya Enqereyê Sevîl Turgut ve hat xwendin.
 
KOMKUJIYA BASANÊ
 
Sevîl Tûrgût bi bîr xist ku dewlet neçar e binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên li hemberî kesan ku di bin parastina wê de tên kirin lêkolîn bike, rastiyan eşkere bike û edaletê pêk bîne. Sevîl Turgut, da zanîn ku li Tirkiyeyê dewlet vê erka xwe pêk neaniye û hewldana malbatan a ji bo eşkerekirina heqîqetê jî hatiye astengkirin, Sevîl Turgut bi bîr xist ku di 15'ê Çileya 1996'an de li navçeya Basan a Şirnexê 11 kesên hatin binçavkirin di wesayitekê de hatin gulebarankirin hatine cem hev. 
 
Sevîl Turgut kîteyên bûyerê wiha vegot: “Li gorî rapora Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê bi hev re ku di qeydên dewletê de jî cih girtiye, di navbera 10-12’ê Çileya 1996'an de leşkeran bi ser gundê Çevrimli û Yatagan ên navçeya Basana Şirnexê de girtin. Di serdegirtinê de Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç ji malên xwe hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Tabûra Cendirmeyan a Taşkonak. 6 gundiyên ku li vir rastî îşkenceyên giran hatin, li tabûra cendirmeyan hatin qetilkirin."
 
Sevîl Turgut, da zanîn ku di 15'ê Çileya 1996'an de ji cendirmeyan bang li keyayê gundê Koçyurdu û cerdevan Mehmet Oner kirine û wiha dewam kir: "Cendirmeyan gotine ku em ê kesên hatine binçavkirin serbest berdin û  ew munubusekê dixwazin. Mehmet Öner ji rewşê dikeve şikê û ajokar bi tenê neşand û cerdevanên Hamît Yilmaz, Abdulhalim Yilmaz û Lokman Ozdemîr bi xwe re birin û bi mînîbusa ku Ramazan Nas diajot çû Tabûra Cendirmeyan a Taşkonak.
 
Leşkerên ku di tabûrê de tenê li benda mînîbusê û ajokar bûn, ji bo şahid nehêlin cerdevan jî qetil kirin. Cenazeyên 6 gundiyên ku berê hatibûn qetilkirin bi tevahî 10 kes bi kursiyên mînîbusê ve hatin girêdan û çenteyên wan danîn ser serê wan. Mînîbusa ku di bin kontrola cendirmeyan de derketibû rê, li nuqteyeke ji aliyê leşkeran ve hat girtin hat rawestandin. Piştî ku leşkerên di mînîbusê de ji wesayitê derketin, mînîbus pêşî hat gulebarankirin û piştre jî bi roketan hat şewitandin. Ajokar Ramazan Nas ê ku xwest bireve jî bi guleyan hat kuştin. Cenazeyên ku radestî malbatan nehatin kirin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi awayekî komî hatin definkirin.
 
Sevîl Turgut diyar kir ku di tiştên ku qewimîn de gelek hêmanên nakok hene û wiha got: “Gelek rewşên nakok hebûn, wek cerdevanên çekdar ên di mînîbusê de bersiv nedan guleya li ser wan hat barandin, ji bilî ajokar tu kesî hewl neda bireve. wesayitên bi mînîbusa ku zirareke mezin danê yên cendirmeyan , zirar nedîtin."
 
Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê bi hev re bi şik nêzî daxuyaniyên fermî bûn û çûn cihê bûyerê û di bin ronahiya agahî û belgeyên ku bi dest xistin de gotin, "Hêzên dewletê ev komkujî pêk anîn." Bi rapora ku amade kirin serî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê, Walîtiya Herêmê ya Rewşa Awarte û Serfermandariya Giştî dan. Lêbelê, hemî hewldan bi ser neketin."
 
BANGAWAZÎ
 
Sevîl Turgut bi bîr xist ku di doza ku li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hat dîtin de ji ber ku Tirkiye erka xwe ya lêpirsîneke bi bandor pêk neaniye û binpêkirina mafên malbatan hatiye mehkûmkirin û wiha got:  Wezîrê Dewletê yê wê demê Adnan Ekmen got, 'Bûyer Dema lêkolîn kirine, derketiye holê ku dewlet li pişt wê ye. Komkujiya Basanê ya ku bi gotina “Karê JÎTEM’ê bû, me nedikarî em bêjin” derket pêş, sûc e. Erka dewletê ye ku zirxên bêcezakirina sûcdaran rake û civakê bi zelalî agahdar bike. Çiqas sal derbas bibin jî em ê ji bo 11 kesên li Basanê hatin qetilkirin edaletê bixwazin û bi bîr bixin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
 
29 SAL IN LI EDALETÊ DIGERE
 
Piştî daxuyaniyê xizma windayan Emîne Erbek axivî û diyar kir ku ew 29 sal in li edaletê digerin û wiha got: “29 sal in ez têdikoşim lê edalet tune ye. Em şer naxwazin, tenê daxwaza me ew e ku edalet pêk were û berpirsyar bên cezakirin. Bi şer çareserî nabe. Ji bo bidawîkirina şer bi salan e em têdikoşin.  Êdî bes e em şer naxwazin."
 
Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê ji bo kesên li Basanê hatin qetilkirin li Qada Galatasarayê qurnefîl danîn û çalakî bi dawî bû.

Sernavên din

17/01/2025
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê