NAVENDA NÛÇEYAN - Di şewata li Los Angelesê de ku bi roja ye didome, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayin derket 16 kesan.
Li bajarê Los Angelesê yê DYA’yê şewat derket û şewata li bajar û derdora wê bi roja ye didome. Hejmara kesên di şewatê jiyana xwe ji dest dayin derket 16’an. Saziya Tipa Edlî ya Herêma Los Angelesê agahiyên têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dane de nû kir. Hat ragihandin ku hejmara kesên li herêmên Palisades û Eatonê jiyana xwe ji dest dayin derket 16'ê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di şewata li Eatonê de 11 kesan û di ya Palisadesê de jî 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Di mijara vemirandina şewatan de hindik jî be pêşketin heye. Rayedaran ji ber bagera ku dê îşev rabe, welatiyên herêmê hişyar kirin.