Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e

  • rojane
  • 12:43 14 Çile 2025
  • |

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser gotinên Tayyîp Erdogan ên di dema serdana Amadê de û wiha got: “Hizûra Tirkiyeyê jî ya Amedê jî çareseriya demokratîk û aştî ye.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan, bertek nîşanî girtina Hevşaredarên Akdenîzê û endamên meclisê û tayînkirina qeyûm da. Bakirhan, got: “Qeyûm, derbeya li dijî demokrasiyê ye. Her du hevalên me jî deriyên odeyên meqaman jêkirin û li gel vekirin. Welatî yekser diçûn cem hevşaredaran, pirsgirêkên xwe vedigotin. Paradîgmaya me cîbicî dikirin. Ev qeyûm ne tenê li îradeya Kurdan, li îradeya îradeya rêveberiya hevpar jî hate tayînkirin.” 
 
'XEFIKA SIYASÎ’
 
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd û ev tişt anî ziman: “Ji bo ev nîqaş derbasî qonaxeke nû bibin xebatên girîng hene lê AKP bi tayînkirina qeyûman xefika siyasî didane. Ez careke din bibêjim; hûn hezar carên din jî bikin dê nekarin encamê bi dest bixin. Tiştên li xaka Kurdan dikin îro li dijî Şaredasriya Beşîktaşê dikin. Tiştên nekarîn bi sindoqê bi dest bixin bi lîstik û kompasan dixwazin xesp bikin. Divê tavilê dev ji vê zîhniyeta qeyûmperest berdin.”
 
KRÎZA ABORÎ: HEKE AŞTÎ NEBE NAN JÎ NABE
 
Bakirhan, bi domdarî bal kişand ser krîza aborî û got ku ji pereyê bo fona bêkariyê tê komkirin ji sedî 13 jê ji bo bêkaran û ji sedî 87 jî ji bo sermayeyê tê xerckirin. Bakirhan, got: “Ma ev zîhniyet dê çawa bêkarî, xizanî, hejariyê xelas bike? Em ê di demên pêş de hevdîtinên ji bo nan, edalet û aştiyê bihêztir bikin. Dê têkoşîna me ya li dijî birçîtiyê, ya li dijî bêedaletî û derhiqûqtiyê bidome. Em dibêjin ku heke nan nebe aştî nabe, heke aştî nebe nan, edalet û aştiya civakî jî nabe.” 
 
‘HÛN Ê BI GELÊ HÛN JI MIRIYÊN WAN RE RÊZÊ NAGIRIN ÇAWA AŞTIYÊ BIKIN?’ 
 
Bakirhan, wiha domand: “Di serî de Rojava, ji bo aştiya Sûriye û Rojhilata Navîn em têkoşîneke mezin didin. Lê îktîdar hêj jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeletiyan dike. Kengî hêviya aştiyê çêbibe yek ser hewl didin têk bibin. Binêrin, rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin, bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Nehiştin cenazeyên wan li bajarên wan bên definkirin. Gelo hûn ê bi gelê hûn rêzê ji bo miriyên wan nagirin re çawa aştiyê bikin? 
 
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşîlêgirtina pevçûnan, li Bendava Tişrînê bûn mertalên zindî. Ji bo çete wê bendavê nehilweşînin, ceyrana wan neyê birîn çûn wê derê. Li wir bi ÎHA û SÎHA’yan sivîlan qetil dikin. Ma aştiya civakî wiha tê kirin? Aştiya ku hûn ê bibin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev e? Aştiyeke wiha nabe. Wezîrê Karên Hundir zimanekî ku HTŞ jî bi kar nayîne bi kar tîne û her roj gefan li gelên Rojava dixwe. Ma bi gefan aştî dibe? 
 
EM ERDNÎGARIYA AŞTIYÊ AVA BIKIN
 
Gotinên jiberkirî yên weke ‘Tirkiye ya tirkan e, Sûriye ya ereban e’ dubare dubare dibêjin. Keko Tirkiye ne tenê ya tirkan, ya Kurdan, Ereban, Elewiyan, Çerkesan û gel û baweriyên din ên li vir dijîne jî. Ma Sûriyeyeke bêyî Kurd, Elewî, Suryan, Ermen dibe?  Tekane rêya ewlehî û îstîqrara Sûriyeyê, çareseriyeke siyasî ya demokratîk ku hemû gel û baweriyan esas digire. Lewma divê muzakere dest pê bikin. Ji bo Sûriyeyê fikrekî me heye; divê Sûriye li ser zemîneke demokratîk a berfireh bê avakirin ku Kurd, Elewî û gelên din bi nasnameya xwe bijîn. Ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk Kurdan û gelên din weke gef nebînin. Em dibêjin em tifaqa dîrokî ya Tirk-Kurdan zindî bikin. Piştre jî em qedea Rojhilata Navîn biguherînin. Tekane rêya pêşîlêgirtina şer, pevçûn û mudaxileyên derve, demokratîkkirina wê ey. Em hewzaya Dîcle û Firatê veguherînin hewzaya aştiyê. 
 
PISÛLEYA ME DEMOKRASÎ YE
 
Em dibêjin ku pirsgirêka Kurd bi di nava demokratîkbûna Tirkiyeyê de dinirxînin. Hinek jî ji bo 3-4 dengan qala cotalayê û nizanim çi dikin. Bila gumana we nebe. DEM Partî baş dizane ka çi dike. 
 
BANG KIR
 
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş çend roj berê tiştekî girîng got. Got; ‘Divê pêvajoyeke ku rûmeta Kurdan û xîreta Tirkan esas digire hebe.’ Em jî tev li dibin. Lê divê bizanin ku qeyûm, zimanê jehrî ne kirinên serfiraziyê ne.  Lê çareserî, cihê şanazî û serfiraziyê ye. Em bang dikin ku her kes li dijî aqilê dewletperest, li dora aqilê demokratîk bibe yek û têkoşînê mezin bike. 
 
EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PEYAMÊN OCALAN
 
Bi vê zanebûniya xwe em piştgiriyê didin peyamên birêz Ocalan. Ji bo aştiyê erk û berpirsyartiyên mezin li ser milên me tevan hene. Dem dema wê ye ku li ser zemîneke wekhev em destê aştiyê dirêjî hev bikin. Di vê mijarê de me heta niha her tim bi gavên erênî bersiv da gavên bixêr ên birêz Bahçelî û muxalefetê. Beşeke mezin a civakê li gel vê ye. Cara ewil e piraniya partiyên siyasî yên Tirkiyeyê berjewendiyên xwe yên demkî dan aliyekê û piştevaniyeke mezin dan çareseriya demokratîk. Ev tiştekî gelek bi qîmete. Birêz Ocalan di peyama xwe de got ku hêza wî ya kirina aştiyê heye. Êdî dora îktîdarê ye. Bila îktîdar weke gava ewil di çarçoveya demokratîkbûn û pirsgirêka Kurd de gavan biavêje. Birêz Erdogan çûbû Amedê. Digot; ‘Hizûra Amedê hizûra Tirkiyeyê ye.’ Hizûra hevpar a Tirkiye û Amedê, çareseriya demokratîk û aştî ye. Heke çareseriyeke demokratîk û aştî çêbibe, dê hem Amed hem jî Tirkiye bihizûr be. Lewma em ji bo aştî û çareseriyê hewl bidin.” 
 

Sernavên din

16/01/2025
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine