* Hevseroka KNK'ê Zeynep Murad diyar kir ku yekitiya netewî ji bo rawestandina êrişên ser Rojava girîng û jiyanî ye û got: "Niha pêwistiya me bi stratejiyeke neteweyî heye. Ji bo vê jî divê em serî de yêkitiya xwe ava bikin. Konferanseke netewî lezgîn û jiyanî ye."
* Parêzer Gulîzar Tûncerê anî ziman ku di pêvajoya nû de divê zimanê bê bikaranin bê guhertin û got: "Di vê pêvajoyê de gengeşeyên ku tên kirin divê bên şênberkirin û civakîkirin."
* Parêzvanê mafên mirovan Coşkûn Ustercî ku yek ji îmzevanê metna divê meseleya kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin de ye, got: "Pir rast e ku divê muzakere ji Îmraliyê dest pê bike."
* Endama Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir ku ew plan dikin ku di demeke nêz de bi hemû partiyên kurdî re hevdîtinê pêk bînin û got: "Em garantorê yekîtiya xaka Sûriyeyê ne. Modela Rêveberiya Xweser çareseriya herî baş e."
* Berdevkê Karên Derve yê Meclisa Kurd a Swîsreyê Ahmet Yaman diyar kir ku perspektîfa çareseriyê ya ji 7 xalan pêkhatî ya Abdullah Ocalan, firsendeke mezin e û got: "Divê desthilat û muxalefet bi her awayî xwedî lê derkevin."
* OHD dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn, li avahiya komeleyê ya Enqereyê eşkere bike. (12.30)
* Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê dê li dijî tayînkirina qeyûm daxuyanî bê dayin. (13.00) ZINDÎ
* Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê di çarçoveya kampanyaya “Şandina pereyan a ji girtiyan re” de ji Hatîce Onaran re pereyan bişîne. (13.30)