Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin

  • rojane
  • 09:03 15 Çile 2025
  • |

STENBOL - Berdevkê Karên Derve yê Meclisa Kurd a Swîsreyê Ahmet Yaman diyar kir ku perspektîfa çareseriyê ya ji 7 xalan pêkhatî ya Abdullah Ocalan, firsendeke mezin e û got: "Divê desthilat û muxalefet bi her awayî xwedî lê derkevin." 

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan piştî ku di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn, peyamek ji 7 xalan pêkhatî belav kirin. Di peyamê de ku nêrîn û nirxandinên Rêberê PKK'Ê Abdullah Ocalan tê de wiha hat gotin: "Bûyerên li Xeze û Sûriyeyê nîşan didin ku çareseriya vê pirsgirêkê ya ku bi destwerdanên derve hewl tê dayîn bê lareşîkirin, nayê taloqkirin. Ji bo ev yek bi awayekî cidî bi ser bikeve divê muxalefet jî tevkariyê lê bike û pêşniyazan bike. Ev hewldana me hemû, wê welat bigihîne asta ku heq dike û her wiha wê ji bo veguherîneke demokratîk jî bibe rêbereke pir girîng. Dem dema ji bo Tirkiye û herêmê dema aştî, demokrasî û biratiyê ye."
 
 
Ahmet Yaman ku di dema komploya navneteweyî de li Îtalyayê bi Abdullah Ocalan re ma û niha jî Berdevkê Karên Derve yê Meclisa Kurd a Swîsreyê ye, peyama Îmraliyê ya ji 7 xalan pêkhatî nirxand. Yaman bal kişand ser balkişandina li ser peyama "ji nû ve xurtkirina biratiya tirk-kurda' û got: "Nêzîkatiya erênî ya birêz Ocalan a ji bo aramkirina têkiliyên kurdan û Tirkiyeyê yên li ser bingehê demokratîk ne nû ye. Nêzîkatiya xwe esas girtiye. Di vê xalê de bi salan e ku aştiya civakî armanc dike, gelek pêşniyazên çareseriyê hatine pêşniyazkirin. Biratiya gelan êdî li hemberî êşên gelan kişandine girîng e. Di vê çarçoveyê de bi baweriya min birêz Ocalan nêzîkatiyeke rast nîşan daye."
 
'ÇARESERÎ DÊ ROJHILATA NAVÎN DEMOKRATÎK BIKE'
 
Yaman diyar kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn bi Tirkiyeyê ve jî girêdayî ne û got: "Bêguman ronîkirina vî şerî û aloziya ku li Tirkiyeyê geş dibe bi bandor e. Ji krîza aboriyê ya li welêt heta pevçûnan, bandora xwe li ser dewam dike. Pêşveçûnên li Rojhilata Navînê pir giran in. Kurd, tirk, ereb û faris gelên bingehîn ên Rojhilata Navîn in. Çareseriya pirsgirêka kurd di rastiyê de tê wateya demokratîkbûna tevahiya Rojhilata Navînê. Ger aştiya civakî pêk neyê eşkere ye ku dê felaketan bi xwe re bîne."
 
Yaman bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan û got ku divê vê niyeta baş bê nirxandin û qethiyen neyê paşguhkirin. Yaman destnîşan kir ku "paradîgmaya nû" aştiya kurd-tirkan e. 
 
Yaman da xuyakirin ku bêyî çareseriya pirsgirêka kurd Tirkiye demokratîk nabe û got: "Divê civaka kurd û tirk êdî vê wekî firsendeke mezin bibînin." 
 
'DIVÊ HEMÛ GEL XWEDÎ LÊ DERKEVIN'
 
Yaman nêzîkatiyên partiyên muxalefetê yên li hemberî pêvajoyê jî nirxandin. Yaman diyar kir ku CHP'ê pêvajoyê di çarçoveyeke teng de bi rê ve dinirxîne û tiştên ku diqewimin weke "stratejiya hilbijartinê" fêm kiriye. Yaman got: "Nêzîkatiya CHP'ê ya li pêvajoyê hinekî balkêş e. Ji bo Erdogan careke din di hilbijartinan de bibe serokomar, vê pêvajoyê wekî pêvajoyeke bi vî rengî hatiye destpêkirin dibîne. Eger wisa bûya, heyeta DEM Partiyê nediçû û bi CHP'ê re hevdîtinan nedikir. Bi rastî şertên bi vî rengî tune ye." 
 
Yaman da zanîn ku divê hemû gel û bawerî tev li pêvajoyê bibin û wiha dewam kir: "Birêz Ocalan bi qasî ku qîmetê dide civaka kurd, ew qasî jî dide civaka tirk û bawerî û mezhebin din jî. Ez yek ji wan şahida me ku bê di her firsendî de çi qasî doza aştiyê dike. Lewma divê hemû gel xwedî li vê paradîgmaya nû derkevin. Divê ev pêvajo bi ser bikeve. Vê carê pêvajo pir cuda ye. Êdîcivak nikarin deyax bikin. Ez bang li he rkesî dikim ku xwedî li Serok Apo derkevin û pê bawer in. Di vî warî de baweriya me ya ji bo birêz Ocalan tam e, em pê bawer in." 
 
MA / Ferhat Sezgîn
 

Sernavên din

16/01/2025
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine