Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in

  • rojane
  • 09:08 15 Çile 2025
  • |
img

RIHA - Endama Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir ku ew plan dikin ku di demeke nêz de bi hemû partiyên kurdî re hevdîtinê pêk bînin û got: "Em garantorê yekitiya xaka Sûriyeyê ne. Modela Rêveberiya Xweser çareseriya herî baş e."

Li Sûriyeyê bi rûxandina rejîma Esed re serdemeke nû dest pê kir. Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) gelek sûcdarên ku ji sala 2011'an vir ve di şer de bûn anîn rêveberiya demî ya welêt. Kesayetên payebilind ên welatên Ewropî her roj bi rayedarên HTŞ'ê re li Şamê dicivin, lê nezelaliya paşeroja welêt berdewam dike.
 
Li aliyê din êriş û gefên li dijî gelên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, didomin. Di van hefteyên dawî de Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ya girêdayî wê êrişên dijwar li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin û rûxandina rejîma Esad ji xwe re wekî firsend dibînin. Tirkiye jî ji bo ku statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neyê naskirin, lez da têkiliyên xwe yên dîplomatîk.
 
Endama Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif geşedanên dawî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.
 
Foza Yûsifê diyar kir ku geşedanên li Sûriyeyê bandorê li hemû dînamîkên siyasî dike û got: "Li Sûriyeyê hem di aliyê siyasî û hem jî di warê civakî de guhertinên mezin çêbûn. Ev guhertin bandorê li hemû hêzên siyasî û her wiha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji aliyekî ve êrişên Tirkiye û komên girêdayî wê didomin, ji aliyê din li herêmên din ên Sûriyeyê guherînên cuda çêdibin. Li aliyekî hêzên ku Rûsya û Îranê piştgiriya wan dikin hene û li aliyê din ve jî dewletên erebî li herêmê xwedî înîsiyatîfên cihê ne. Lê em dikarin pir zelal bibêjin, gengeşeyeke çatreseriyê ya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de tune be, wê bi ser nekeve."
 
ÎŞKENCEYÊN HTŞ'Ê Û ÊRIŞÊN WÊ
 
Foza Yûsifê diyar kir ku HTŞ'ê rêveberiyek tenê bi navên di bin kontrola xwe de ava kiriye û wiha got: "Rêveberiya ku HTŞ'ê heta niha ava kiriye bi tevahî ji kesên girêdayî wê pêk tê. Cihê kesên ji nasname û baweriyên cuda tune ye. Ev rewş ji bo jinan tirseke cidî ye. Dema em li dîroka HTŞ'ê dinêrin, ne mimkûn e ku fikarên mirov çênebin. Bi taybetî li herêmên wekî Humsê û îro li Sûriyeyê li dijî jinan û elewiyan êriş hatin kirin û hê jî didomin. Sûriye, îro vediguhere Afganîstaneke nû. Li ser navê cezakirina kesên ku têkiliya wan bi rejîmê re heye rastî îşkenceyê tên. Ev rewş ne tenê li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser tevahiya Sûriyeyê xeteriyeke mezin e."
 
'SEDEMA ŞER ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ NE'
 
Foza Yûsifê bal kişand ser têkiliyên Tirkiyeyê yên bi HTŞ'ê re û wiha got: "Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi zelalî diyar kir ku ev 10 sal in têkiliya wan bi HTŞ'ê re heye. Wê demê HTŞ di lîsteya terorê de bû. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye bi HTŞ'ê tevdigere. Tiştê ku bûye armanca Tirkiyê ew e ku Sûriyeyê bike parêzgeha xwe, Tirkiyê yekparçeyiya axa Sûriyeyê û baregehên wê yên leşkerî li navçeyên di bin kontrola Artêşa Azad a Sûriyeyê de dike armanc. Yek ji sedemên herî mezin ku şerê li Sûriyeyê berdewam dike êrişên Tirkiyeyê ne. Armanca siyaseta Tirkiyeyê tarîkirina pêşeroja gelê Sûriyeyê ye." 
 
'ÇARESERIYA HERÎ RAST RÊVEBERIYA XWESER E'
 
Foza Yûsifê bal kişand ser wê yekê ku pirsgirêkên li Sûriyeyê bi diyalogê çareser dibin û got ku QSD’ê di vê çarçoveyê de hevdîtinên girîng pêk anîne. Foza Yûsifê got ku ji bo çareseriya li Sûriyeyê modela herî baş, modela rêveberiya xweser e. 
 
Foza Yûsifê diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan û li dijî êrişan ev demeke di navbera partiyên siyasî yên kurd de danûstandin didomin. Foza Yûsifê got: "Em plan dikin ku di demeke nêz de civînekê li dar bixin û hemû partiyên Kurdistanî li dora nêrîneke hevpar bikin yek. Em hêvî dikin ku ENKS jî beşdarî vê pêvajoyê bibe. Derfeteke dîrokî ji bo kurdan heye û divê em vê derfetê rast binirxînin. Armanca Tirkiyeyê ew e ku kurd beşdarî pêşeroja Sûriyeyê nebin. Lê belê ezmûna me ya 14 salan a Rêveberiya Xweser û şerê QSD'ê yê li dijî DAIŞ'ê nîşan dide ku ev plan nikarin yekîtiya axa Sûriyeyê garantî bikin. Şoreşa jinê û modela jiyana hevpar a gelan ji bo pêşeroja Sûriyeyê hêviyek e."
 
Foza Yûsifê wiha berdewam kir: "Divê em firsendên dîrokî bi baldarî bixwînin û gavên rast biavêjin. Ger em di têkoşîna li dijî dagirkeriyê û çareseriya demokratîk de bibin yek, em dikarin mafên gelan misoger bikin. Têkoşîna me ya ji bo Sûriyeya demokratîk dê berdewam bike." 
 
MA / Delal Akyuz 
 
 
 

Sernavên din

16/01/2025
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine