Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin

  • rojane
  • 12:08 15 Çile 2025
  • |
img

MÊRSÎN - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku ji bo pêşkeşkrina çavkaniyên aboriyê yên Akdenîzê qeyûm lê hatiye tayînkirin. 

Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan di 10’ê Çileyê de hatin binçavkirin, di 13’ê Çileyê de hatin girtin û li şûna wan qeyûm hate tayînkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir ku ji ber çavkaniyên aboriyê yên Akdenîzê, îktîdar weke qadeke rantê dibîne û bi vê mebestê qeyûm lê tayîn kiriye. 
 
Alî Bozan, da zanîn ku Şaredariya Akdenîzê ji hêla aborî ve li Mêrsînê yek ji şaredariyên herî sereke ye û ev tişt anî ziman: “Îktîdar vê derê weke qadekî rantê ya mezin dibîne. Dixwaze pêşkeşî çeteyên li cem xwe bike. Di 29’ê Tîrmeha 2022’yan de pêşnûmeyek pêşkeşî şaredarê Akdenîzê hate kirin. Di pêşnûmeyê de dihat xwestin ku şaredar bikare 50 milyon lîreyan deyn bike, neguhêzbaran bifiroşe, rayeya kirêkirinê û Parka Yilmaz Guney veguherîna wargehê dida. Lê hejmara AKP’iyan a di meclisê de kêm bû lê nekarin derbas bikin. Piştre xwestin civîneke awarte li dar bixin û dîsa vê mijarê nîqaş bikin. Beriya civînê, 5 endamên meclisê yên HDP’î hatin binçavkirin û bi vê yekê re piraniya meclisê kete destê AKP’ê. Biryar, bêyî endamên HDP’î hate dayin. Wê demê Midûriyeta Emniyetê, serdozgerriya Komarê û Şaredarê Akdenîzê yê AKP’î mîna çeteyan kompas kiribûn.” 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan
 
'JI BILÎ KURDAN JI BO HER KESÎ DEMOKRASÎ’ 
 
Bozan, got ku Şaredariya Akdenîzê demekî dirêj e hedef tê nîşandan û ev tişt anî ziman: “Medyaya hewzê û ak trolan şaredarî hedef nîşan didan û digotin divê qeyûm lê were tayînkirin. Ji bo vê derheqê hevşaredarên me de nûçeyên derew parve dikirin. Hevşaredarên me bêyî cihêkariyê bikin xizmet dikirin. Lê niha xizmetê nakin, endamên meclisa şaredariyê nikarin bikevin hundir, dema xebatkar dikevin hundir ser wan digerin, hinek xebatkar derxistina betlaneya bi darê zorê. Navê vê dagirkerî û xesp e. Qeyûm tê wateya ‘Ji bilî Kurdan ji bo her kesî demokrasî.’” 
 
'GIRTINA HEVŞAREDARAN FIHÊTÎ YE’
 
Bozan, bal kişand ser hevdîtinên dawî yên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û got: “Ev yek nîşan dide ku Erdogan û Bahçelî jidil nînin.” Bozan, da zanîn ku di dosyayên hevşaredaran de tu delîl nînin û ji bo girtina hevşaredaran got: “Girtina hevşaredaran fihêtî ye.” Bozan, da zanîn ku îdiaya “li ser fermana rêxistinê kes girtine kar” jî rast nîne û wezaretê serlêdana şaredariyê ya ji bo wergirtina karkeran qebûl nekiriye. Bozan, got: “Ev yek nîşan dide ku şahidên nepen ji ber xwe ve çêkirine. Li qeydên HTS’ê nihêrtine û nehatiye gotin bê bi kê re çi axivî ne. Tu bingeheke wan a hiqûqî nîne. Xuyaye ku meseleya esasî xespkirina îradeyê û ranta li Akdenîzê ye.” 
 
'ÇI KARÊ AKP’IYAN LI ŞAREDARIYÊ HEYE?’
 
Bozan, diyar kir ku dema hevşaredar hatin binçavkirin polîsan destûr nedane tu kes bikeve şaredariyê û wiha pê de çû: “Tenê AKP’î girtin hundir. Dema hevşaredar binçavkirî çi karê wan AKP’iyan li şaredariyê hebû? Dema hevşaredar hatin girtin jî tenê AKP’î girtin hundir. Kesên weke hilbijêrên xeyalî hatibûn teşhîrkirin, dîsa li şaredariyê weke midûr hatin peywirdarkirin. Van midûran rant pêşkeşî alîgirên xwe dikirin û qeyûm dîsa ew girtin kar.” 
 
'GEL ÇI XWESTIBE DÊ EW BIBE’
 
Bozan, axaftina xwe wiha qedand: “Gel, di 31’ê Adarê de got ‘em dixwazin DEM Partî şaredariya me birêve bibe.’ Gel çi xwestibe dê ew bibe. Ji bo îradeya di 31’ê Adarê de derketî holê bidome em tevî gelê xwe têdikoşin. Em ê kolanan bernedin. Gel li dijî îktîdarê bibertek e. Li rexekî destê xwe dirêj dikin li rexa din xespa qeyûm dikin. Li rexekî destê xwe dirêjî Kurdan dikin li rexa din li Rojava sivîl tên qetilkirin, cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn nedan. Gelê Kurd vê qebûl nake. Dê berxwedana gelê me bidome.” 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

16/01/2025
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine