MÛŞ - Der barê 22 kesên ku ji ber tevlî merasîma cenazeyê hunermend Mîr Perwer ê li Parîsê hatibû qetilkirin bûbûn hatibûn darizandin, ceza hatin birîn. Her wiha li ciwanê bi navê Davut Aktaş ji ber ku ji bo xwe ji gaza îsotan biparêze "maske" li dabû ber devê xwe, 3 sal û 8 meh ceza hat birîn.
Ji 22 kesên ku di 23'yê Kanûna 2022'yan de li Mûşê beşdarî merasîma cenazeyê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) ê ku li paytexta Fransa Parîsê di êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de hatibû qetilkirin bûn hatibûn binçavkirin, 12 kes hatibûn girtin. 12 kesên ku bi îdiaya "astengkirina peywirê", "zirara li malê cemaweriyê" hatin girtin, di danişîna ewil a 20'ê Tîrmeha 2023'yan de hatin berdan.
Di rûniştina biryarê ya di 13'ê Çileyê de ku li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mûşê hat lidarxistin û 22 kes lê hatin darizandin, ceza li ciwanan hat birîn. Dadgehê 2 sal û 3 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li 21 welatiyan bi hinceta "di xwepêşandanê de di destên wan de kevir hebûne " birî. Dîsa ji bo heman ciwanan bi îdîaya "astengkirina peywirê" 2 sal û 6 meh û bi îdîaya "Zirar dane malên cemaweriyê" jî 2 sal û mehek cezayê girtîgehê hat birîn. Li ciwanê bi navê Davut Aktaş jî bi hincetên cuda ceza hatin birîn.
Li Davut Aktaş ê ku beşdarî merasîma cenaze bû bi îdiaya "di xwepêşandanê de ser çavê xwe girtiye" 3 sal û 8 meh, ji xala 32'yan a 2911'an 2 sal û 3 meh, bi îdiaya astengkirina peywirê 6 sal û 6 meh û bi îdiaya zirara daye malê cemaweriyê jî 2 sal û 6 meh ceza hat birîn.
Di biryara dadgehê de qedexeya derketina derve ya der barê 22 kesan jî dewam kir.