Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve

  • rojane
  • 09:39 17 Çile 2025
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak diyar kir ku polîtîkaya şer herî zêde bandorê li kedkar û xizanan dike û wiha got: “Îktîdar dibêje ‘ma hûn dizanin ka heqê fîşekekê bi çiqasî ye.’ Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve.” 

Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçak têkildarî peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên piştî hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û nîqaşên li ser “pêvajoyê” axivî. Ayfer Koçak, diyar kir ku têkoşîna aştiyê pêşeşertê têkoşîna kedê ye û got: “Di dema şer de çavkanî ji bo wêraniyê tên bikaranîn. Pergaleke adilane ya ji bo kedkaran, bi bidawîkirina polîtîkayên şer pêkan e.” 
 
KED Û AŞTÎ
 
Ayfer Koçak, diyar kir ku heke aştî nebe ne demokrasî ne jî têkoşîna kedê pêş nakeve û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna kedê di heman demê de berfirehkirina demokrasiyê ye. Polîtîkayên şer herî zêde bandorê li kedkaran dike. Ji bo me tişta pîroz, mafê jiyanê ye. Şer, rê li ber rantê, xizaniyê vedike. Di şer de berîka bazirganên çekan û sermayedarên li eniyê tije dibe. Ev rant jî li ser berîka kedkaran teşe digire. Krîza aborî ya heyî girêdayî polîtîkayên şer in. Erdogan digot; ‘Ma hûn dizanin ka her fîşekek bi çiqas pere ye?’ Ev gotin, îtîrafa polîtîkayên şer e. Heqê fîşekên şer ji berîka kedkaran derdikeve.” 
 
‘PARA HERÎ MEZIN JI BO ŞER TÊ VEQETANDIN’ 
 
Ayfer Koçak, diyar kir ku li rexekî qala aştiyê û li rexa din jî êriş ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin û wiha got: “Ev nakokî ye. Li her devera cîhanê di şer de zarokên xizan û kedkaran di şer de dimirin. Heke ji sedî 60’ê karkeran di bin sînorê birçîtiyê de be, sedema vê polîtîkayên şer in. Ji ber ku para herî mezin a çavkaniyan ji bo şer tê veqetandin.” 
 
‘KÎ DIKARE LI DIJÎ VAN FIKRAN DERKEVE?’ 
 
Bi domdarî Ayfer Koçak bal kişand ser peyamên Abdullah Ocalan û wiha got: “Peyama herî girîng jî demokratîkbûn bû. Ma kî dikare li dijî van fikran derkeve? Li gorî me dema qadên azadiyê hatin vekirin û gel karî xwe îfade kir, dê zemîna şer jî nemîne. Meseleya Kurd tevahiya Rojhilata Navîn eleqedar dike lewma dîsa nîqaşên ser aştiya navxweyî destpêkirin. Divê gavên demokratîk tavilê bên avêtin. Divê pêvajoyeke ku hemû derdoran lihevkirî û destkeftiyên demokratîk hatine pênasekirin bê meşandin. Divê hemû derdorên civakê bibin parçeyeke van nîqaşan. Divê pêvajoyeke zelal û eşkere be. Divê îktîdar vê pêvajoyê şefaftir bike.” 
 
Ayfer Koçak, bi bîr xist ku ji ber “pêvajoya çareseriyê” ya di navbera salên 2013-2015’an de ceza li gelek siyasetmedar, nûnerên civaka sivîl û welatiyan hatiye birîn û got: “Lewma pêdivî bi zemînekî hiqûqî û demokratîk heye. Îktîdar dibêje ‘divê em aştiyê bikin’ lê li hêla din pêşiya gavên demokratîkbûnê digire. Baweriya kesekî bi edaletê nemaye. Îktîdar biryarên AYM’ê qebûl nake. Hêj jî mirov di hefsê de ne. Heke hûn zemînî demokratîk nekin, wê demê wateya lêgerîna aştiyê nabe. Lê heke îxtîmalekî herî biçûk jî hebe em ê piştgiriyê bidin.” 
 
'PÊDIVÎ BI RUHÊ GEZIYÊ HEYE’
 
Ayfer Koçak, anî ziman ku di dema Geziyê de gelek derdor û kesên xwedî fikrên cuda hatibûn gel hev û got: “Hewcehî bi ruhê Geziyê heye. Divê kesên xwedî fikrên cuda bên gel hev û pêvajoyeke wiha be.” 
 
 MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

20/01/2025
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome