35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin

  • rojane
  • 10:39 17 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - 35 partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxwaza “Êrişên Tirkiyeyê bidin sekinandin” bang li NY û Yekitiya Ereban kirin. 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Saziyên navneteweyî jî li dijî êrişên dewleta tirk bêdeng in. 35 partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku êrişên dewleta tirk ên li ser Bendava Tişrînê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Ereban xwestin ku van êrişan bidin sekinandin. 
 
35 partî û tevgerên siyasî, civakî û jinan têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û piştgiriya hêzên HSD’ê li dijî van êrişan daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
‘TIRKIYE DIXWAZE BENDAVA TIŞRÎNÊ DAGIR BIKE’
 
Di daxuyaniyê de hat gotin di vê pêvajoya heyî de çavê tevahî cîhanê li pêkanîna aştî, xurtkirina nirxên mafên mirovan û misogeriya pergala demokratîk a pirrengî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baasê ye. Bi domdarî wiha hate gotin: “Lê rejîma Tirkiyeyê ji dema hilweşîna rejîma Sûriyeyê bênavber êrişên xwe yên hovane li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û di vî şerî de piştgiriyê dide komên terorîst ên girêdayî xwe ku li dijî herêmê şerekî pêk bînin. Armanca dewleta Tirk ji vê yekê binesaziyan mîna Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê kontrol bike. Êrişên wiha yên bênavber rewşên guncaw ji bo jinûve DAIŞ`ê xwe bi rêxistin bike, ava dikin. Ev yek jî li ser ewlehî û îstîqrara li herêmê û cîhanê xeteriyek e.”
 
‘SIVÎL HATIN QETILKIRIN’
 
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku duh balafirên şer ên dewleta Tirk li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê êrişeke hovane pêk anî, di encamê de sivîl hatin qetilkirin û birîndar çêbûn. Daxuyanî wiha domiya: “Ev sûcên dewleta Tirk binpêkirinên aşkera yên rêgezên qanûna navneteweyî û mirovî ne. Em, êrişên hovane yên dewleta Tirk li dijî herêmê û hedefgirtina sivîlan şermezar dikin. Em bang li NY, Konseya Ewlehiya Navneteweyî û Komkara Erebî dikin ku bi lez tev bigerin û van êrişên dijminane yên ku qanûnên navneteweyî bin pê dikin û îstîqrara herêmê têk dibin, rawestînin.
 
Em li dijî van êrişan, li kêleka hêzên xwe yên leşkerî ne û bang li gelê herêmê dikin ku li dora HSD’ê ku misogeriya pêşeroja gelan e, bicivin. Ji ber ku van hêzan terora DAIŞ’ê têk bir û zemînek ji bo avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku mafên tevahî pêkhateyan pêk anî, ava kir.”
 
NAVÊN PARTIYAN
 
Partiyên ku daxuyanî dane ev in: “Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Kesk a Demokrat, Partiya Aştiya Demuqrat a Kurdistanê, Partiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S), Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê, Partiya Nûjen a Kurdistanê, Yekitiya Karkerên Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî (Heyai El Weteniya El Erebiya), Partiya Nûjen û Demokrat a Sûriyeyê, Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurdî Sûrî, Partiya Çaksaziyê - Sûriye, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, Partiya Muhafezkaran, Partiya Têkoşîna Demokrat, Şepêla Pêşeroja Kurdistanê (Ş.P.K), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê, Heyet El Tensîq El Weteniye - Hereket El Texyîr El Demokratî, Partiya Yekitiya Suryanî, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê (P.K.N.K), Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (PDK), Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî), Şepêla Çep a Şoreşger li Sûriye, Partiya Suraya, Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) û Partiya El Weten El Sûrî.”
 

Sernavên din

20/01/2025
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn