AMED - Sekreterê Şaxa OHD’a Amedê Omer Saman diyar kir ku ji bo Abdullah Ocalan rola xwe ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de bilîze divê şert û mercên wî bên amadekirin û wiha got: “Anku divê tecrîda mutleq veguhere azadiyê.”
Sekreterê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Omer Saman têkildarî hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û peyamên Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî. Saman, diyar kir ku Abdullah Ocalan di demên berê de ji bo çareseriyê çi gotibe, niha jî heman helwestê nîşan dide û ev yek jî hêviyê dide parastvanên mafan.
Saman, diyar kir ku destnîşan kir ku 7 xalên peyama Abdullah Ocalan nêzikatiyeke aqilekî selîm e û wiha got: “Van peyaman kir ku mirov bêhtir kûrtir nêzî meseleyê bibin. Ya din jî, hat daxwazkirin ku mesele li Meclisê çareser bibe. Ev jî girîngiya Meclisê nîşan dide. Di dema berê de jî heman gotin hebûn. Temînata Destûra Bingehîn, kontrolkirina vê pêvajoya ya ji hêla mekanîzmayên Meclisê ve, piştgiriya wan û hwd. girîng e. Ev peyam nîşan didin bê ka civakîkirina çareseriyê çiqas girîng e.”
KURD ÇIMA HIŞYARÎ NÊZ DIBIN?
Saman, got çawa di şer de du alî hebin, divê di muzakereyan de jî du alî hebin û ev tişt anî ziman: “Desmond Tutu ku di pêvajoya muzakereyên Efrîqeya Başûr de cih digirt, wiha digot; ‘Heke hûn aştiyê bixwazin divê hûn ne bi hevalê xwe re lê bi dijminê xwe re biaxivin.’ Di halê hazir de zimanê ku niha aliyên cuda, dijber û dijminane nêzî hev dibûn bi kar tînin, hêviyê dide mirov. Piraniya partiyên siyasî erênî nêz bûne û ev pir bi qîmete. Gel dixwaze Erdogan rolekî çalaktir bilîze. Li gorî daxuyaniyên aliyan, pêvajoya li gorî dilê wan pêş dikeve. Kurd hinek bi baldarî nêz dibin. Ji ber ku vê civakê salên 80’ê, 90’î jiya. Em qala rojên her roj kesan jiyana xwe ji dest didan, koçber dibûn dikin. Ser re jî tecrûbeyeke aştiyê ya serneketî heye. Lewma tiştekî xwezayî gel bi baldarî nêz bibe. Lê civaka Kurd civakekî polîtîk û sekûler e lewma dê zû hîn bibe.”
‘DIVÊ JI PRAGMATÎZMA SIYASÎ DÛR BISEKININ’
Saman, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dînamîzma herî sereke ya ku aştî dikare li ser pêş bikeve, başniyetî û sepanên li gorî wê ne. Lewma civak xwedî li gotinên Bahçelî yên têkildarî mafê hêviyê û tevlibûna siyasetê ku tecrîdê jî ji holê radike, derket. Ya ku dikeve ser milê îktîdarê ew e ku ji bo Ocalan bikare rola xwe bilîze, şert û mercên azadiya wî amade bike. Dive tecrîda mutleq veguhere azadiyê. Ev yek girîng e. Divê aliyên siyasî nekevin nav hewldanên ji bo dengan. Divê ji pragmatîzma siyasî dûr bikevin.”
BENDEWARIYA GEL
Herî dawî jî Saman ev tişt anî ziman: “Ji salên 90’î heta niha li Kurdistanê binpêkirinên mafan ên giran hene. Windakirina di bin çavan de, cînayetên kiryarnediyar hêj di bîra gel de ne. Her hefteyê li kolanan em dibêjin ‘bila windakirî bênd dîtin, faîlên wan bên darizandin.’ Bendewariyên van malbatan hene. Dixwazin kêleka gora wan hebe, cenazeyên xwe bigirin û faîl bên darizandin. Divê hevrûbûnek çêbibe, heqîqetê derxin holê û edalet cîbicî bibe. Ev bendewariyên civakê ne. Weke ÎHD’ê erka me ye ku ji van bendewariyan re bibin bersiv. Di pêvajoyên muzakereyan de divê aliyên ku pêvajoyê kontrol dikin, piştgiriyê didin û civakê amade dikin hebin. Ji bo vê berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê rêxistinên civaka sivîl. Divê hemû aliyên civakê bên amadekirin û daxilî pêvajoyê bên kirin. Ev girîng e. ÎHD di vê mijarê de xwedî hafizeyeke baş e. Berpirsyartiyeke me ya ku her tim dengê aştiyê bînin ziman heye.”
MA / Rûkiye Adiguzel