NAVENDA NÛÇEYAN - Li hotêleke Boluyê şewat derket. Di şewatê de 10 kes mirin û 32 kes jî birîndar bûn. Mişteriyekê ji şewata hotêlê xelas bûyî got ku li hotêlê derenceya şewatê tune bû. Komên agirkujiyê jî ji navendê hatin ku 40 deqeyan dûr e.
Îro saet derdora 03.30’ê li hotêleke li Navenda Liyanê ya Kartalkaya ya Boluyê şewat derket. Hat gotin ku şewat di beşa restourantê de derket û di demekî kin de li tevahiya hotêlê belav bû. Di şewatê de 10 kes mirin û 32 kes jî birîndar bûn.
Komên agirkujiyê ji navenda bajar hatin ku 40 deqeyan dûr in.
‘DERENCEYA ŞEWATÊ TUNE BÛ’
Mişteriyekê hotêlê ku ji şewatê rizgar bûbû ji bo qenalekê televîzyonê axivî û wiha got: “Tu tevdîrên ewlehiyê tune bûn. Ne derenceya şewatê, ne dedektora dûyê ne jî tupên vemirandina şewatê hebûn. Me xwe ji pacê avêt xwarê û xwe wisa xelas kir.”
LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Boluyê têkildarî şewatê lêpirsîna edlî daye destpêkirin û 6 dozger hatine peywirdarkirin. Her wiha şandeya kesên pispor a ji 5 kesan pêk tê hate avakirin.
RTUK’Ê MEDYA HIŞYAR KIR
Serokê RTUK’ê Ebubekir Şahîn jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da û got ku lêpirsîn didome û medya hişyar kir.