MÊRSÎN - Polîsan li navçeya Akdenîzê di dema protestokirina qeyûm de bi wesayîta zirxî da ser Furkan Ozen û piştre jî bi lêdanê binçav kir.
Çalakiyên protestokirina qeyûm a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê didomin. Ciwan, duh bi şev li Taxa Yenîpazarê daketin kolanan, agir hil kirin û biryara tayînkirina qeyûm protesto kirin.
Di dema protestoyan de polîsan wesayîta zirxî li ciwanê 20 salî Furkan Ozen da. Piştre jî polîsan Ozen derb kirin û binçav kirin. Di heman demê de polîsan gefa “Em ê we tevan bigirin” li welatiyên ev kêlî bi telefonên xwe dikişandin xwarin.
Hat zanîn ku piyê rastê yê Ozen eciqî ye û birine Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.