RIHA - Rojnameger Dogan Cîhan diyar kir ku êrişên Tirkiye û SMO'yê yên yên li dijî Bendava Tişrînê dewam dikin û got: "Tevî hemû êrişên Tirkiyeyê jî gel paşve gav navêje. Li herêmê peymanên navneteweyî û hiqûqa şer tên binpêkirin."
Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ya girêdayî wê, ji 27’ê Mijdara 2024'an ve êrişên xwe yên li ser bajarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Di êrişên li ser Bendava Tişrîn û derdora wê de, rasterast sivîl hedef tên girtin.
Rojnameger Dogan Cîhan ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, li ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir.
'ÊRIŞ BERDEWAMA POLÎTÎKAYEKE 100 SALÎ NE'
Cîhan bal kişand ser êrişên HTŞ'ê yên di 26'ê Mijdara 2024'an de û rewşa nû ya li Sûriyeyê dest pê kiriye û got ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vê pêvajoyê dest pê nekirine. Cîhan got: “Tişta ku ji 27’ê Mijdarê û vir ve li Sûriyeyê qewimî, di dawiyê de bû sedema pêvajoyek ku ber bi rûxandina rejîma Baasê ve biçe. Lê belê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava tenê bi vê pêvajoyê re sînordar nîne. Êrişên Tirkiyeyê berdewamiya siyaseta wê ya zêdeyî 100 salî ye ku armanca wê tunekirina hebûna kurdan e. Dewleta tirk ji roja damezrandina xwe ve vîn, nasname û hebûna gelê kurd kiriye hedef. Ji destpêka Şoreşa Rojavayê ya 19’ê Tîrmeha 2012’an ve, kurdan li Kobanê, Efrîn, Qamişlo, Hesekê û bajarên din rêveberiya xwe ya xweser îlan kirin û li ser esasê îradeya gel a parastina xaka xwe û jiyana hevpar ava kirin. Ji wê demê ve Tirkiye xweparastina kurdan û xweseriya demokratîk a ku ji aliyê van tifaqan ve hatiye afirandin kiriye hedef."
‘ARMANC BÊMIROVKIRINA HERÊMÊ YE'
Cîhan diyar kir ku Tirkiye dixwaze Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li ser esasê jiyana hevpar a gelên herêmê yên ereb, asûrî, ermenî, tirkmen û gelên din ên herêmê û gelê kurd hatiye avakirin, hilweşîne. Cîhan destnîşan kir ku di êrîşan de ne tenê hedefên leşkerî lê qadên jiyanê yên sivîl jî hedef tên girtin û got: “Tirkiyeyê li herêmên ku niha dagir kiriye, mîna Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê, pêkhateya demografîk guhertiye û gelê kurd û ereb bi darê zorê koçber kiriye û komên di bin kontrola xwe de li herêmê bi cih kiriye. Li herêmên ku nikare dagir bike, bi êrişên hewayî û bejahî hewl dide qadên jiyanê tune bike. Di hedefa Tirkiyeyê de nuqteyên ku pêdiviyên bingehîn ên gel pêk tînin, wekî îstasyonên ceyran û avê, firin, embarên genim, kargeh û zeviyên çandiniyê hene. Armanc valakirina herêmê ye û hêsankirina dagîrkeriyê ye."
BERXWEDANA LI BENDAVA TIŞRÎNÊ: GEL NOBEDÊ DIGIRE
Cîhan diyar kir ku êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên di 8’ê Kanûna 2024’an de li dijî herêma Bendava Tişrînê û Pira Qereqozax a li başûrrojhilatê Minbicê hatine destpêkirin û got ku berxwedana hêzên herêmê ya li dijî êrişan didome. Cîhan diyar kir ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrişên li ser nuqteyên stratejîk li ber xwe dide û got: "Bendava Tişrînê duyemîn bendava herî mezin a Sûriyeyê ye û ji sedî 70'yê pêwîstiya ceyranê ya welêt pêk tîne. Ji bo avdana zeviyên çandiniyê û ava vexwarinê cihekî gelekî girîng e. Pira Qereqozaxê li ser rêya bazirganiyê ya M4'ê ye û tê wateya dorpêçkirina Kobanê ji aliyê başûr ve û Tirkiye bi kontrolkirina van herêman armanc dike ku çavkaniyên aborî û lojîstîkî yên Rêveberiya Xweser qut bike. Her wiha dixwaze hebûna xwe ya li herêmê xurtir bike. Ev êriş gefê li gelên li herêmê jî dixwe."
‘BÊNDEGIYA NAVNETEWEYÎ'
Cîhan bal kişand ku gelên Rêveberiya Xweser li hemberî êrişên dewleta tirk li ber xwe didin û destnîşan kir ku gelê kurd, ereb, asûrî û ermenî nobeda ku li Bendava Tişrînê dane destpêkirin didomînin. Cîhan got: “Gel çalakiya bi dirûşmeya ‘Em av, ax û bendava xwe diparêzin’ hatiye destpêkirin didomîne. Tevî hemû êrişên Tirkiyeyê jî gel bi paş ve gav navêje. Gel ji bo rawestandina êrişan û aramiya herêmê li ber xwe dide. Lê li aliyê din sivîl dibin hedef. Niha li herêmê peymanên navneteweyî û hiqûqa şer tên paşguhkirin. Tirkiye ji ber ku endamê NATO'yê ye ji aliyê hêzên navneteweyî ve tê parastin. Hat jibîrkirin ku kurdan bi têkbirina DAIŞ’ê têkoşîneke mezin ji bo mirovahiyê kiriye. Tirkiyeyê li Rojava bi hezaran kes qetil kirin, lê heta niha tu nerazîbûneke tund ji rêxistinên mafên mirovan derneketiye."
MA / Delal Akyuz