SÊRT - Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysî diyar kir ku ew ê Navenda Çandê ya Mîr Elî Bedirxan ku di serdema qeyûm de hatibû hilweşandin, dîsa vekin û got: “Em ê projeyên xwe yên veguhestin, mala şînê û parkan jî di zûtirin demê de pêk bînin.”
Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyî, tevî 456 milyon û 853 TL deynê ku qeyûm li pey xwe hiştibû jî xebatên xwe didomîne. Hevşaredar Mehmet Kaysî têkildarî xebatên şaredariyê axivî û got: “Dema me dest bi karê xwe kirî, em bi wêraniyekê re rû bi rû man. Bi milyonan lîre deyn, hejmareke zêde ya kesên girtine kar, wesayîtên terkî rizînê hatin kirin û hwd. Nêzî 600 kes girtibûn kar. Ji 3 parên dahata şaredariyê 2 jê ji bo van karkeran diçû. 16 wesayîtên ji bo veguhestina nava bajar dihatin bikaranîn jî terkî rizîbûnê kiribûn.”
Kaysî, wiha domand: “Dema em hatin ava xelkê tune bû. Bûbû 2 meh ku av nedidan bajar. Me pirsgirêka avê çareser kir. Pirsgirêka paqijiyê hebû ku me ew jî çareser kir. Her wiha rêyên gelek taxan nema dikariyan bên bikaranîn. Me piraniya wan çêkirin. Li gorî derfetên xwe em projeyên xwe cîbicî dikin.”
PROJEYÊN KU DÊ PÊK BÎNIN
Kaysî, da zanîn ku wan projeya xwe ya Loqenteyên Gel bicih aniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xebatên me yên ji bo projeya febrîqeya nan jî didomin. Me projeya hala zebzeyan ku ji bo bajar girîng e, temam kir û dê bikeve meriyetê. Dê li du taxan mala şînê vekin. Ji bo veguhestina komelî em dixebitin. Ji bo vê me serî li bankan da. Lê li me venegeriyan. Em dixwazin veguhestin erzan û rehet be lê her tim astengiyan derdixînin. Qala ‘tevdîrên teserûfê’ dikin. Yên ji bo krediyan bidin qeyûman diketin rêzê, niha li me venagerin. Li Taxa Barişê em dixwazin parkê çêbikin. Em ê di demekî nêz de çêbikin.”
Bi domdarî Kaysî got ku ew ê li şûna Pirtûkxaneya Mîr Elî Bedirxan ku di serdema qeyûm de hatibû hilweşandin dê Navenda Çandê ya Mîr Elî Bedirxan ava bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Dê di hundirê wê de pirtûkxane hebe. Di van 9 mehan de me xebatên çand û hunerê bênavber domand. Em ê bêhtirî ser xebatên ziman û çandê bisekinin.”