AMED - Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn, wiha got: “Ji bo tayînkirina qeyûm hincetan çêdikin. Li gorî xwe hincetan çêdikin lê tu hinceta vê nîne.”
Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên xwe yên di dema rojnamegeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, îro l i 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da. Sofya Alagaş, têkildarî biryarê ji ajansa me re axivî. Sofya Alagaş, got ku doza wê dozeke siyasî ye û dosya li ser talîmatê bilez û bez hatiye amadekirin. Sofya Alagaş, wiha domand: “Di dosyayê kêmasî hebûn lê bilezûbez dev ji temamkirina van kêmasiyan berdan. Dadgehê bixwe dixwest were temamkirin lê tavilê dev jê berda. Ez hevşaredar im lewma biryareke wiha dan. Her kes bi mebesta vê dizane.”
'JI BO TAYÎNKIRINA QEYÛM HINCETAN ÇÊDIKIN’
Sofya Alagaş, diyar kir ku ji bo tayînkirina qeyûman li hevşaredarên dosyayên wan tune ne jî doz tên vekirin û wiha got: “Yên dozên wan hene jî van dozan bilezûbez biencam dikin. Vê jî ji bo tayînkirina qeyûm dikin. Ji bo tayînkirina qeyûm hincetan çêdikin. Li gorî xwe hincetan çêdikin lê hinceta vê nîne. Dadgeha herêmî ceza daye û ev nayê wê wateyê ku dosya biencam bûye. Hêj pêvajoya îstînafê û Dadgeha Bilind heye. Lê biryara dadgeha herêmî esas digirin û serî li sepanên wiha didin.”
Sofya Alagaş, bi bîr xist ku li Amedê tevî 22 rojnamegeran hatibû girtin û doz bi temamî operasyoneke li dijî rojnamegeran e. Sofya Alagaş, axaftina xwe wiha qedand: “Em salekê di girtîgehê de man. Dosyaya min û yên hevalên rojnameger ji hev cuda kirin. Ev jî ji bo tayînkirina qeyûm kirin. Xuyaye ku li dadgehê jî qeyûm hatiye tayînkirin. Nexwe ev doz di vê rewşê de nedibû. Bi destê darazê ceza didin rojnameger, profesor û hwd. Bila nebêjin em ê ji ber van cezayan serî li ber wan bitewînin. Em hene û li vir in. Hiqûqa dijminatiyê ye. Ev biryar, tescîlkirina vê dijminatiyê ye. Dê têkoşîna me ya hiqûqî ya li dijî biryarê bidome.”
MA / Mujdat Can