Encamnameya konferansa TJA’yê: Em ê konfederalîzma jinê ava bikin

  • jin
  • 15:04 28 Çile 2025
  • |
img

AMED - TJA’yê encamnameya 5’emîn Konferansa Asayî eşkere kir û got ku dê têkoşîna azadiyê ya jinan mezin bikin û konfederalîzma jinan ava bikin. 

Tevgera Jinên Azad (TJA) di 24-26’ê Çileyê de li Amedê bi şîara “Em azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê pêk bînin, bi seferberiya rêxistinkirinê pergala xwe ya konfederalîzmê ava bikin” 5’emîn Konferansa Asayî li dar xist. Konferans, di şexsê Sakîne Cansiz (Sara), Gulistan Tara, Hêro Bahaddîn û Cîhan Bîlgîn de diyarî jinên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin hate kirin. 
 
Encamnameya konferansê wiha ye: 
 
"Di Konferansa me de avakirina modela jiyana demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê bi kûrahî hate nîqaşkirin, îdiaya me ya têkoşînê hate berfirehkirin, ji bo avakirina jiyana azad biryarên xurt hatin girtin.
 
Pergala modernîte ya kapîtalîst li dijî hebûna jinan şerekî giştî daye destpêkirin! Axa pîroz ku em li ser dijîn bi fêrên dayika zanist reh dîtiye, di kefa komên jinan de şîn bûye û di damarên berxwedanê de mezin bûye. Ji bo hemû destkeftiyên xwe yên civakî biparêzin ji xwedawendan dest pê kiriye heya îro carnan bû Besê, carnan bû Zarîfe û carnan jî bû Sara. Îro hê jî li ser heman axê em ên ku ji bo parastina fêrên dayika zanist têdikoşin, di sedsala 21'an de jî şahidiyê ji şerê tunekirin û xespkirinê ya şaristaniya dewletan re dikin. 
 
QIRKIRINA JINAN DIDOME 
 
Di pêvajo ya ku em konferansa xwe li dar dixin de wek şerê cîhanê yê 3'yemîn ku em pênase dikin li ser axa Ukrayna-Rusya, îsrail-Filistin, Lûbnan û Sûrî kûr bûye. Pevçûn û nakokî yên ku li naven da Rojhilat a Navîn têne meşandin her çiqas wek şerê navdewletî were teyîsandin jî di cewher a xwe de şerê modernîte ya Kapîtalist a li hember hemû hêz ên demokratîk û jinan tê meşandin e. Divê mirov wisa pênase bike. Zayendperestî, neteweperestî, olperestî û faşîzma ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye xurtkirin, li van axan bi destê rêxistinên selefî-cîhadîst veguherî pêkanînên qirkirina tevahiya civakê. Bi mezinbûna faşîzma li cîhanê re ev rastî bi şêweyên cuda tê jiyîn. Di vê wateyê de polîtîkayên qirkirina jinê li erdnigariyên cuda bi rêbazên weke xizanî, cudakarî, hepskirin, kuştin û mehkûmkirina di bin çanda destavêtinê de xwe didomînin.
 
ÊRIŞÊN SER BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
 
Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê îro piştî hilweşandina rejîma Baas’ê, ji bo pergala xwe ya faşist ava bike û li Suriye yê statuya Gelê Kurd ji hole rake li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyan pêk tîne. Ev êrişên ku bi dijminatiya Kurdan tên kirin, bi armanca tunekirina şoreşa jinê ya li Rojava diqewime, modela jiyana azad a gelan û pergala ku zextên netew-dewletê tune dike ji holê rake  tê kirin.
 
Pergala zilam a serdest êrişî çand a xwedawendan a li ser vê axe şîn bûye dike û dixwaze bîra me ya berxwedanê bide ji bîrkirin. Wê jî wek hinceta hebûna xwe ya bingehîn dibîne.  Konferansa me êrişên çeteyên SMO yên ku Tirkiye destekê dide wan, komkujiyên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov û SÎHA’yan li dijî gelên ku Bendava Tişrînê diparêzin û qetilkirina endamên Meclîsa Jinê ya Zennûbiya, şermezar dike. û  destnîşan dike ku ew ê têbikoşin da ku ev sûcên li dijî mirovahiyê di dîrokê de neyên windakirin. 
 
SERDEMA NÛ
 
Şikandina pergala tecrîdê û temînkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd, bingeha têkoşîna me ya serdema nû ye! Konferansa me di pêvajoyeke ku gelan û jinan bi giranî li ser pergala jiyana nû nîqaş dikin, hêzên civaka demokratîk lêgerîna xwe ya modelên alternatîf pêk tînin û li Rojava jiyana azad diafirînin de pêk hat. Me careke din ji bo serdema nû xeta xwe ya îdeolojîk u polîtîk derxist holê. Konferansa me bi biryarên xwe yên girîng, hêza îdiaya ku em sedsala 21'an bikin sedsala jinan careke din derxist holê; soz da ku berpirsyariya dîrokî ya ku em hildigirin bi biryardariyeke mezin bi cih bînin.
 
AZADIYA ABDULLAH OCALAN ROJEVA SEREKE YE
 
Di vê çarçoveyê de konferansa me di serdema nû de avakirina pergala konfederalîzmê xiste bingehê têkoşîna xwe û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd re kir rojeva bingehîn. Divê tu car neyê jibîrkirin; ji kuştina jinan heta krizên aborî, ji qirkirina çandî heta talana xwezeye hemu pirsgirkên heremê bingeha xwe ji politikaya tecrite digre û tecrît îro bi kurahî berdewam dike. Di vê wateyê de şikandina pergala tecrîdê; Bingeha avakirina paradîgmaya demokratîk ekolojîk azadiya jinê îfade dike. Di çarçoveya van nîqaşan de konferansa me bi berfirehkirina têkoşîna li dijî tecrîd û pergala îşkenceyê ya Îmraliyê, misoger kirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd xwe armanc dike.
 
AVAKIRINA KONFEDERALÎZMA JINÊ
 
Xweparastina me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet wê bibe avakirina Konfederalîzma Jinê!  Armanca Kûrtirkirina polîtîkayên şerên taybet ên rejîmê, li Kurdistanê, kiryarên ku nirxên bingehîn ên civakê ji holê radike, wekî tacîz, destavêtin, madeyên hişbir, fuhuşê ku nasname û hebûnê bê wate dike û bi taybetî di şexsê  jinên ciwan de bingeha dejenerebûyinê diavêje, bê şik pûçkirina nirxên azadiyê ya  hemû civakê hedef digre. Tevgera me ya Azadiya Jinê, bi hişmendiya ku afirandina nasname, aîdiyet û hişmendiyê parastina cewherî ya herî bingehîn e, wê li hemberî hemû êrîşên pergalê bersivê bide. Weke jinên TJA'yê, em biryardarin ku di her qadên têkoşîn û jiyanê de parastina nasnameya xwe bikin, bi  bingeha yekbûyina zihniyet û çalakiyê de qadên jiyanê ava bikin û parastina xwe ser esasê pergala xwe ya konfederal xurt bikin.
 
JIN Û ZAROKÊN HATINE QETILKRIN JIBÎR NEKIRIN 
 
Polîtîkayên îmhayê yên ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve li hemberî hemû qadên me yên jiyanê tên pêşxistin, her dem bi şekl û rewşên cuda derdikevin pêşberî me. Bi awayekî sîstematîk Rastiya belavkirina xizaniyê, kesên li ser bingehê polîtîkayên koçberiyê de ji cih û warên xwe bûne û ji nasnameya xwe hatine bêparkirin, zarokên di bin tehdîdê de ne, ciwanên ku hewl didin enerjiya wan di nava sîstemê de bihelin, jinên ku di xeleka tundiyê de bêparastin hatine hiştin careke din derxist hole ku bingeha xeta me ya têkoşînê dive li ser ji nû ve avakirinê mezin bibe. Jin li çar aliyê cîhanê û li erdnîgariya me her kêliyê tên qetilkirin, tacîzkirin û tecawizkirin. Têkoşîna hebûnê ya jinên ku rastî her cure şîdetê tên, keda wê tê bêqîmetkirin, ji bilî dayika zarokan û hevjîn û evîndarî tu wateyeke din nayê dayîn, bûye tirsa pergalê. Ji ber vê jî di serî de jinên Kurd, femînîstên Tirkiyêyê û pêşengên tevgerên çep ên sosyalîst her roj bi binçavkirin û girtinan dibin hedef. Aqûbeta Gulîstan Dokû ya ji aliyê dewleta mêr ve hatiye windakirin hêj ne diyar e, qetilkirina Narînê di encama zîhniyeta feodal bi zanebûn nehatiye ronîkirin. mirina Rojîn Kabaîş a li Wanê ku di tariyê de tê hiştin, her roj sedemên me yên bilindkirina serhildanê zêde dike.
 
BIRÊXISTINKIRINA TIFAQA BERFIREH A JINAN 
 
Ji xeynî avakirina civakî tu rêya xweşkirina jiyana ku bûye wek qeyranekî û bidestxistina nirxên etîk û estetîkî nîne. Konferansa me ya ku qeyranên piralî yên ku di vê wateyê de hatine jiyîn bi kûrahî nirxandiye, îdîaya temamkirina neh xalên neteweya demokratîk a bi avakirina qada civakî daniye holê. Di serî de li tax gundan, rê û rêbazên avakirina komun û meclîsan a li hemû qadên me yên jiyanê nîqaş kiriye û polîtîkaya serdema nû destnîşan kiriye. Dema me li hemberî feraseta mêranê bi jineolojiyê xweparastina xwe bipêş xist, em dê bi avakirina pergala konfederalîzmê şêweya jiyanê ya nû di her qada ku em lê ne pêk bînin. Li hember têkiliyên jin û mêr ku rewşeke qeyranê de ye hevjiyana azad, li hember malbatperestî ku her cure çandên daxistiniyê tê kûrkirin malbata demokratîk, li hember yekparêzî û navendîparêziya di qada siyasetê de pergala hevserokatiyê,  li hember îdeolojiya olperestiyê ligel hevbûna azad a baweriyên demokratîk,  li hember xizanîkirinê feraseta aboriya komunal a demokratîk, li hember talana xwezayê hişmendiya ekolojîk, li hember faşîzmê bi hemû rengên xwe birêxistinkirina tifaqên herî berfireh ên jinan û avakirina konfederalîzma jinan, dê di heyama nû de perspektîfa me ya bingehîn be. 
 
Bingeha vê avakirinê dê qadên heyî yên ku bi yekdestdariya zanînê ya mejiyê mêr ve girêdayî ne û bi îdeolojiya zayendperestiyê tê xwedîkirin, dê bi zanyariya jinê ku ji nû ve derketiye holê; Bi afirandina qadên xwendina bi hev re, lêkolîn û avakirina zihniyeteke hevpar; Wê her mal, her kolan, her gund û taxekê veguherîne akademiyan. 
 
AVAKIRINA PARADÎGMAYA AZADIYA JINÊ
 
Konferansa me nîqaşkirina tekoşîna me ya jinan û rêgezên rêxistinî di bin van hemû sernavan de, ji kaosa pergalê bi destkeftiyên mezin derketine, sedsala 21’an bibe sedsala ku şoreşa jinê pêk were û gelek qeyranên li ser bingeha jiyana azad çareser bikin esas girtiye. Derfet û îmkanên avakirina Konfederalîzma Jinê bi tifaqa herî berfireh a jinên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê, li ser esasê avakirina paradîgmaya azadiya jinê ya ekolojîk a demokratîk, ji her demê zêdetir in.
 
SEFERBERIYA XWERÊXISTINKIRINÊ
  
Di kêliya ku li hemû erdnîgariyê felsefeya Jin Jiyan Azadî hate qîrîn de bi hêza ku me ji rêhevalên xwe yên şehîd ên ku rêya me ronî kirin û berxwedana zindanan girtiye, dem hatiye ku em seferberiya xwe ya rêxistinî berfireh bikin û bi hev re jiyana azad bi dest bixin. 
 
Tevgera me ya ku çavkaniya xwe ya bingehîn ji nirxên çanda xwedawendan afirandiye, ji salên 90’î û vir ve bi hevgirtina jinan û hezkirina cinsî weke çemekî mezin dibe. Konferansa me destnîşan kir ku ev mezinbûn û belavbûn wê bibe konfederalîzma jinan a cîhanê, wê weke nefer di avakirina modernîteya demokratîk de bixebite û li dijî komkujiyên jinan dê xwe bi rêxistin bike û têkoşînê bilind bike. 
 
Konferansa me ya ku bi gotina “Îdeolojiya me bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî zelal e, rêya me bi germahiya rojê ronî ye, rastiya me di damarên jiyana azad de lêdide” bi van coş û îdîaya xwe veguherand biryaran û bi silavkirina hemû jin û gelên berxwedêr ên Rojava û hemû cîhanê bi dawî bû."
 

Sernavên din

03/02/2025
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş