ENQERE - DEM Partiyê piştî du hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re biryara “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” da. Di vê çarçoveyê de dê li zêdetirî 40 bajaran çalakiyên cuda û mitîng bên lidarxistin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser peyamên di hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re derketin, biryara “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” da. Di vê çarçoveyê de dê bi gel re civîn bên lidarxistin, çalakiyên cur bi cur û mitîng bên lidarxistin. Biryar, di civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê de hate dayin. Di civîna MYK’ê de peyamên Abdullah Ocalan bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Di encama van nîqaşan de deste gihişt wê qenaetê ku hewceye civak têkildarî pêvajoya heyî were agahdarkirin, girîngiya lihevkirina civakî û aştiyê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan a ji bo aştî û demokrasiyê were vegotin. Ji bo vê jî biryara civînên bi gel re hate dayin.
DÊ LI ZÊDETIRÎ 40 NAVENDAN ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN
Di civîna MYK’ê de gavên ku dê di vê çarçoveyê de bên avêtin hatin nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de Komîsyona Rêxistinkirina Navendî bernameyeke ku tevahiya herêman digire navxwe amade kir. Li gorî bernameyê; DEM Partî dê di navbera 1’ê Sibatê û 16’ê Sibatê de li zêdetirî 40 nvaendan bi sernavê “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” bi gel re bicive. Li gorî bernameyê, li gel bajarên bakurê Kurdistanê, her wia dê li herêmên Marmara, Trakya, Ege, Behra REş, Çukurova û Anatoliyaya Navîn jî bi gel re civîn bê lidarxistin.
DÊ KÎ TEV LI BERNAMEYAN BIBIN?
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir dê tev li civînan bibin. Di heman demê de Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Serokwekîlên Koma Meclisê, hevşaredar, nûnerên partiyên pêkhateyan, parlamenter, endamên MYK û PM’ê û rêveberên rêxistinên bajar û navçeyan jî dê di van hevdîtinan de cih bigirin.
LI 3 BAJARAN DÊ MITÎNG BÊN LIDARXISTIN
Di çarçoveya çalakiyan de dê li 3 bajaran mitîng bên lidarxistin. Mitînga ewil dê di 2’yê Sibatê de li Qada Esenyurtê ya Stenbolê were lidarxistin û Tulay Hatîmogûllari dê tev li bibe. Mitînga din jî dê di 8’ê Sibatê de bi pêşengtiya DBP’ê li Amedê were lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê tev li mitîngê bibe. Mitînga sêyemîn jî dê di 9’ê Sibatê de li Mêrsînê bê lidarxistin. Tulay Hatîmogûllari dê tev li mitîngê bibe.
DÊ BIÇIN SERDANA DAYIKAN Û XIZMÊN GIRTIYAN
Piştî mitîngan jî dê “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” bidomin. Di çarçoveya hevdîtinên bi gel re de dê di navbera 12-14’ê Sibatê de li Îzmîr, Stenbol, Amed, Antalya, Aydin, Riha û li gelek bajarên din serdanên esnafan bên kirin, belavok bên belavkirin û bi gel re civîn bên lidarxistin. Di çarçoveya hevdîtinan de dê li Stenbolê bi akademîsyen, nivîskar û rewşenbîran re civîn û çalakiyên cuda bên lidarxistin.
MA / Mehmet Aslan