WAN - Li Gola Wanê ya ku ziwabûn û dûkeliya bilezûbez asta ava wê kêm kiriye, li hin cihan vekişîna avê gihîştiye 2 kîlometreyan. Ji ber kêmbûna avê cihên kelekan guheriye û ev yek tiştên diqewimin bi eşkereyî dide der.
Li Gola Wanê ya ku gola sodayê ya herî mezin a dinyayê ye, ji ber dûkeliya bilezûbez a ji ber ziwabûnê, ava wê her diçe kêm dibe. Her wiha di salên dawî de ji ber kêmbûna baranê, ava golê kêmtir bûye. Ji ber kêmbûna avê cihên kelekan guheriye û ev yek tiştên diqewimin bi eşkereyî dide der.
Hat diyarkirin Santralên Jeotermîk (JES), Santralên Hîdroelektrîk (HES) û bendavên ku li ser robar û çemên ku diherikin hewza Gola Wanê jî di kêmkirina asta avê de bi bandor in. Bi hevkariya dewlet û saziyên taybet, Zîlan, Bendava Koçkoprû, HES'ên navçeya Şax ya Wanê û navçeya Bêgirî ya Wanê bandorkerên sereke ne.
Di van 10 salên dawî de vekişîna ava golê zêde bûye û her çend tenê mehek ji dawiya zivistanê re maye jî, li gor salên borî îsal berf kêm bariyaye û ev yek bûye cihên fikarên mezin ku wê ava Gola Wanê bileztir vekişe.
MA/ Adnan Bîlen