DÎLOK - Kela Zêrîn a ku dişibe nîvgiravekê, çendî bêxwedî hatibe hiştin jî, bi hişmeta xwe balê dikişîne.
Kela Zêrîn a dîrokî (Rumkale) ku li navçeya Belqîs Dîlokê ye, 62 kîlometre dûrî navenda bajêr û 63 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye. Keleha ku di orta bendava Bîrecikê de ye ku navçeya Xelfetî ya Rihayê û Belqîs a Dîlokê ji hev vediqetîne, di nav ermeniyan de bi navê Hromgia û di nav kurdan de bi navê Kela Zêrîn tê naskirin. Keleha ku demekê ji aliyê Romayiyan ve wekî baregeheke leşkerî dihat bikaranîn, îro ji ber ava bendavê ya li derdora wê dişibe nîvgiravekê.
Di sala 1998'an de bi bendava Bîrecîkê re av hat girtin û di sala 1999'an de hat vekirin û piraniya kelehê bi avê hat dorpêçkirin. Keleha ku çûna wê pir sînordar e û bi hezaran sal e li ser pêyan e, bi erdnîgariya xwe ya balkêş hê jî bala serdêran dikişîne.
Lê belê mêvanên kelehê û şêniyên derdora wê, ji ber derdora wê nayê paqijkirin û xwedî lê nayê derketin pir sûdê jê nagirin.
DÎROKA KELEHÊ
Keleha ku li ser zinarên li herêma ku Çemê Merzîmen diherike Çemê Firatê ye, ji ber cihê xwe yê jeopolîtîk ji aliyê gelek hêz, qraltî û şaristaniyan ve hatiye bidestxistin. Tê qebûlkirin ku avahiyên li ser erdê yên di kelehê de vedigerin sedsalên 12-14'an. Keleha ku ji demên kevnar heta niha bi navên cuda yên wekî Şitamrat, Kal-a Rhomayta, Hromklay, Ranculat, Kal-at el Rum û Kal-at el Muslimin tê naskirin, ji du laşan pêk tê. Laşê yekem bi xêzkirina zinaran verastî li rojhilat, bakur û rojava hat çêkirin da ku dîwarek xwezayî çêbike; laşê duyemîn wekî dîwarê bajêr bi kevirên kilsinkirî yên hişk li ser dîwarê bajêr yê xwezayî hatiye çêkirin. Li ser dîwarên bakur û rojhilat heft baskên plankirî yên çargoşe û li bakur jî gelek pencereyên vala hene. Berfirehiya zinêr ya kelehê ber bi başûr ve di sedsala 12'an de di xendek de hatiye xemilandin. Bi vî awayî rasterast têkiliya erd û kelehê qut bûye.
Ji xeynî sûr û baskên sereke, bermahiyên mîmarî yên di kelehê de Dêra Ezîz Nerses, Keşîşxaneya Barşavma, gelek bermayiyên avahiyan, kaniyên avê, bîrên avê û xendek hene.
Tê gotin ku di dema Romayê de ji hewariyên Hz. Îsa, Yohannes, hatiye Rumkale û li wê derê bi cih bûye û li wê derê di odeyeke ku ji zinaran hatiye çêkirin, nusxeyên Kitêba Pîroz kopî kirine.
MA / Ceylan Şahînlî