Li Strazburgê mîtînga 15'ê Sibatê: Em ê azadiya Abdullah Ocalan biqîrin

  • rojane
  • 09:24 29 Çile 2025
  • |
img

STENBOL - Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê diyar kir ku ew 15'ê Sibatê ya îsal bi ruhê seferberiyê pêşwazî dikin û got ku ew ê bi mîtînga li Strasboûrgê ya bi beşdariya sed hezaran kesî bersivê bidin kesên tasfiyeyê û şikandina îradeyê ferz dikin.

Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” ku ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve di 10’ê Cotmeha 2023’yan de hat destpêkirin, li gelek deverên Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê bi çalakiyan berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de bi beşdariya 26 nûnerên 26 bajaran "Meşa Dirêj" di 21'ê Çileyê de li bajarê Lorîent ê Fransayê hat destpêkirin.
 
Meş wê bi mîtîngeke girseyî ya 15’ê Sibatê li Strasboûrgê bi dawî bibe, lê wê li bajarên li ser rê civîn, panel, belavkirina belavokan û civînên bi dînamîkên herêmî bêm çêkirin. Çalakger bi dosyeyekê daxwazên xwe wê di civînan de pêşkêş bikin û armanc dikin ku ji bo pêvajoya pêş xebatên dîplomasiyê çêbikin. 
 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrutê têkildarî armanc û girîngiya meşa 15'ê Sibatê û çalakiyên girseyî yên 15'ê Sibatê axivî.
 
ARMANCA MEŞÊ 
 
Zubeyde Zumrutê diyar kir ku armanca meşê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jiyana hevpar a gelan e û got: "Em ê bi sedan kes li hev bicivin." Zubeyde Zumrutê diyar kir ku wê meş bi mîtînga bi beşdariya bi hezaran kesî ya li Strasboûrgê bê lidarxistin bi dawî bibe û got: “Ji bo me girîng e ku meş heta 15’ê Sibatê bê lidarxistin û rawestgeha dawî jî Strasboûrg be. Ji ber ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Konseya Ewropayê ku para wan di dewama komplo û tecrîdê de heye, li Strasboûrgê ne, peyamên ku em ê bidin cîhanê girîng dikin." 
 
‘EM Ê BI SEFERBERIYÊ 15'Ê SIBATÊ PÊŞWAZÎ BIKIN'
 
Zubeyde Zumrutê diyar kir ku wan 15'ê Sibatê di demeke ku li ser pirsgirêka kurd gengeşeyên nû tên kirin pêşwazî dikin û diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan hê jî didome. Zubeyde Zumrutê bal kişand ser wê yekê ku nêrîna dewletê ya der barê pirsgirêka kurd de neguheriye û destnîşan kir ku kampanyaya ku ev 2 sal in didome heta azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan wê bidome. Zubeyde Zumrutê got: "Em ber bi 15'ê Sibatê ve diçin, lê bi vê re ji bo azadiya Rêberê xwe em ê bi ruhê seferberiyê xebatên xwe bimeşînin."
 
Zubeyde Zumrutê diyar kir ku Abdullah Ocalan 26 sal in li dijî komploya li Îmraliyê li ber xwe dide û got ku hevdîtinên li Îmraliyê encama têkoşîna di çarçoveya kampanyayê de ye. Zubeyde Zumrutê got: “Heta niha hevdîtina malbatê ya bi Rêber Apo re û 2 hevdîtinên Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêk hatine. Lê ev axaftin nayê wê wateyê ku Rêber Apo azad bûye. Heta ku Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad nebe û pirsgirêka kurd li ser bingehê demokratîk neyê çareserkirin, wê her tişt ji bo me kêm bimîne. Em ê jı bo van daxwazan têbikoşin. Di çalakiyên girseyî yên 15’ê Sibatê de li Strasboûrgê wê bi beşdariya bi sed hezaran kesî ev daxwaz bi rengekî balkêştir werin zimön. Em ê bi sed hezaran kesî re bibin yek û azadiya fızîkî ya Rêber Apo biqîrin."
 
‘PIRSGIRÊKA KURD DI ROJEVA EWROPAYÊ DE YE'
 
Zubeyde Zumrutê diyar kir ku wê di 15’ê Sibatê de li gelek navendên Ewropayê çalakî bên lidarxistin û got: “Em îsal di hemû meşên ku li Ewropayê tên lidarxistin de beşdariyeke xurt dibînin. Armanca me ew e ku em li Strasboûrgê li gorî par bi girseyî kom bibin. Ji ber ku Fransa cihek e ku hem potansiyela kurdan û hem jî dostên kurdan lê kom bûne û tê payîn ku beşdarbûn zêde be. Di vî warî de gel bi pêşengî û bi ruhê seferberiyê hewl dide xebat û plansaziyê bike."
 
Zubeyde Zumrutê diyar kir ku pirsgirêka kurd di rojeva Ewropayê de ye û got ku paradîgmaya "azadîparêz" a Abdullah Ocalan li hemû cîhanê beramberiyeke xwe heye. Zubeyde Zumrutê wiha berdewam kir: “Gelek ciwanên enternasyonalîst ên ku bi me re beşdarî xebatan dibin, dibêjin, 'Em êdî ne heval in, em parçeyek ji vê têkoşînê ne. Ev paradîgma me jî eleqedar dike.' Yanî hem ji bo kampanyayê, hem ji bo çalakiyên 15’ê Sibatê û hem jî ji bo Rêber Apo li Ewropayê xwedîderketin û eleqeyeke cidî heye. Bi taybetî ji bo statuya Rojavayê gengeşeyên cidî li ser xeta parastinê ya çawa pêş bixin hene. Dîsa ez dikarim bibêjim ku li vir heyecan û eleqeyeke cidî ya ji bo hevdîtinên bi Rêbertiyê re heye.
 
Girîng e em di vê pêvajoyê de destê Rêber Apo xurt bikin. Ji bo hevdîtin bi wesf bin, divê dewlet ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd li ser bingehê demokratîk gavan biavêje. Em ê di hemû meş û çalakiyên xwe de vê peyamê bidin: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe û Rêberê Gelê Kurd azad nebe em ê qadan terk nekin û em ê kampanyayê hîn berfirehtir bikin. Peyama me ya din jî naskirina Rojavayê ye. Êrişa li ser Rojavayê êrişa li dijî paradîgma û îdeolojiya gelê kurd e. Ji bo vê jî girîng e ku ji Ewropayê dengekî xurt were bilindkirin. Em ê bi beşdariya sed hezaran bersivê bidin tasfiyeyê û ferzkirina şikandina îradeyê."
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

10:25 Li Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê sixtekarî!
09:55 Îkbal Eren: Em gorên xizmên xwe û cezakirina kiryaran dixwazin
09:50 Dîmen karkerên HepsiJET'ê piştrast kirin
09:43 Pirsa ku tehliyeyê dereng dixe: Eger PKK bi avabûneke nû dewam bike, hûn ê tevlî bibin?
09:13 Rojnamevan Abayay tê bibîranîn: Peyrewên wî lêgerîna heqîqetê didomînin
09:12 'Gavên yekalî pirsgirêka ewlehiyê kûrtir dikin'
09:11 Jakob Migenda: Têkoşîna Ocalan nîşaneya azadiya gelan e
09:06 Înîsyatîfa Yekîtiyê: Dive her kes beşdarî Înîsyatîfa Yekîtiyê bibe
09:03 Li Cizîrê ciwanên ku bi bekçiyan re nîqaş kirin hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2025'AN
28/07/2025
21:21 Abdullah Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye
16:43 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Sûriyeyê 8 jinên Elewî hatine revandin
16:24 Li Qersê civîna jinan: Dê têkoşîna me destkeftiyên me diyar bike
16:01 Li Hesendînê çalakî: Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk pêk tê
15:49 Bîranîna Komkujiya Roboskê: Bêyî rûbirûbûna aştî pêk nayê
15:48 Li Şirnexê li dijî talana daristanan dê kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin
15:39 Piştguhkirina DEDAŞ’ê bû sedema mirina 6 çêlekan
15:34 Hunermendan ji bo pêvajoyê 8 pêşniyarî kirin
14:41 KESK: Bila mûçeyên herî kêm di ser sînorê xizaniyê de be
14:05 Ji bo girtî Kiskaç bang: Rewşa wê ya tenduristiyê giran e
13:26 Îranê 4 sal û 8 meh ceza da nivîskarê Kurd
13:16 DAIŞ’ê êrişî dêrê kir: 43 kes mir in 15 kes jî birîndar bûn
13:08 Şara dê sêyek a Parlamentoya Sûriyeyê diyar bike
12:12 DFG’ê 3 rojnamevan bi bîr anî: Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ne
12:00 100 jinên enternasyonalîst: Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan
11:29 Rahîb Kavak: Divê dêr jî tevli pêvajoyê bibin
11:03 Li Iraqê partiya jinan hate damezirandin
10:56 Hejmara nû ya Xwebûnê der ket
10:42 Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê înfaza 2 girtiyan hate şewitandin
10:35 Beşdarên Konferansa Yekitiya Neteweyî: Em ê bi yekitiyê ve bi ser bikevin
10:30 Çima civîna Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin?
10:05 ‘Lijneyên çavdêriyê hêviya çareseriyê hedef digirin’
10:02 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Berpirsiyarê şewatan hikûmeta AKP’ê ye
09:21 Xwest bibe vasî lê vasî tayînî wî kirin û jiyana wî serobino kirin
09:09 Di Mihrîcana Munzûrê de nêrîna hevpar: Li dijî talanê têkoşîna hevpar
09:05 Mîhrîcana Stranan a Arxavûnê bi dawî bû
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2025’AN
27/07/2025
16:29 'Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin'
16:05 Hevserokên Giştî yên DBP'ê çûn serdana Veysî Aktaş
16:01 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de mijara ekolojiyê hat nîqaşkirin
15:33 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Dev ji xebata ku zirarê dide Birqleynê berdin
15:18 Îsraîlê êrîşî Lûbnanê kir: 2 kes mir
14:35 SOHR: Hêzên Îsraîlê ketin Quneitra
14:16 Hevserokê DBP'ê Bayindir: Kurd nêzî bidestxistina statuyê ne
13:39 Siweyda di bin dorpêçê de ye, 36 gund wêran bûn
13:06 Encamnameya Konferansa Yekitiya Neteweyî: Dem dema bi hev re qezenckirinê ye
12:31 Hêzên Îranê kolberek kuştin
12:28 Li Nîjeryayê qezaya keştiyê: 25 mirî, bi dehan kes winda ne
12:28 Hejmara 126'an a Kovara Jin der çû
11:08 Macron: Em bi Erdogan têkildarî Xezayê axivîn
11:02 Şewata li Licê ket bin kontrolê
10:41 Polîtîkaya windakirinên li hemberî Belûciyan dewam dike
10:23 Li dijî sansur û astengkirinê platforma hevpar
10:20 Ji AFAD'ê têkildarî şewata daristanan daxuyanî
10:13 Yên li Sûrê ji cih û warên xwe bûne: Em qadên xwe yên jiyanê dixwazin
09:35 'Ji bo aştiyeke mayînde divê sererastkirinên qanûnî bên kirin'
09:02 Li Arxavûnê mîhrîcana stranan
09:01 Welatiyên ku beşdarî mîhrîcanê bûn: Yê ku gav bi dewletê bide avêtin em in
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2025'AN
26/07/2025
21:37 Li Siwêdayê hejmara kesên hatin qetilkirin derket hezar û 420 kesan
21:30 Aktaş ji Îmraliyê peyam anî: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê
21:24 Karamûs: Pêşeroja kurdan wê bi stratejiyeke hevbeş bê avakirin
17:06 Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were
16:39 Girtiyê nexweş Rojhat Ozkan tehliye bû
16:22 Mihrîcana Dêrsimê: Em ê li pêvajoyê xwedî derkevin
16:06 Kişanak: Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me de têdikoşe
15:40 ‘Bila girtiyên nexweş bên tehliye kirin’
15:16 ‘Bila qanûna 7554’an bê betalkirin’
14:21 Xizmên windayan doza edaletê kirin
14:09 Dayikên Şemiyê: Bila kiryarên Suleyman Cîhan bên cezakirin
13:34 Li Girtîgeha Xelatê têkildarî gardiyanan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:06 Înfaza wî hat şewitandin, hat sirgûnkirin
12:59 ‘Kes ne xwediyê wê luksê ye ku kurdan paşguh bike'
11:54 Hêzên Îranê êrişê kolberan kir: Koleberek hate qetilkirin, 3 kolber jî birîndar bûn
11:52 ‘Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ li Bazîdê dest pê kir
11:19 DEM Partiyê çareseriya pirsgirêkên jinên astengdar gotûbêj kir
11:15 ‘Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî’
10:13 Mehmet Altan: Pirsgirêka 100 salan bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin
10:11 Kesê ku Hêlîn Erenê kuşt hat girtin
10:03 Parêzerê Elçîçek ê jiyanê xwe ji dest da: Ne înfaz bû, biryara mirinê bû
09:29 Li zozanên Qersê amadekariyên zivistanê
09:12 Karagoz: Karkerê 45 rojî şandine cihê şewatê
09:07 Kamaç: Dê yekîtiya kurdan pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:03 Formayên nû yên Amedêsporê li reyonê ne: Em formayên resen bikirin
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2025'AN
08:57 Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
08:36 Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tehliye bû
25/07/2025
20:04 Rojnamevan Metîn Yoksû serbest hat berdan
16:44 Civîna nukleerî ya bi Îranê re bi dawî bû
16:28 Şandeya Îmraliyê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî vegeriya
16:15 Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
15:39 ÎHD’ê rapora çapemeniyê weşand
14:53 Li Amedê jineke hate qetilkirin
14:35 Nûnenerê MSD’ê yê Şamê: Polîtîkayên DYA’yê cesaretê dide HTŞ’ê
13:35 Di Mihrîcana Munzûrê de li dijî madenê meş hate lidarxistin
13:27 Li Gabarê talana daristanê di bin çavdêriya leşkeran de têkirin
13:04 Rapora NY'ê ya Sûriyeyê: Divê revandina jinan û zarokan bê lêpirsînkirin
12:50 Cemîl Bayik: Em ji bo siyaseta demokratîk amade ne
12:05 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
11:34 Ciwanên Ewropî: Gava herî girîng azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e