AMED - Di doza rojnameger Hakki Boltan de biryara amadekirina mutalaayê hate dayin.
Danişîna 6’emîn a rojnameger Hakki Boltan ku bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kiriye” tê darizandin, li 12’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin. Boltan tev li danişînê nebû lê parêzerê wî Resul Tamur amade bû. Dadgehê, ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozger re şand. Danişîn, taloqî 6’ê Gulanê hate kirin.