AGIRÎ/BEDLÎS - Danişînên dozên rojnameger Mehmet Şah Oruç û Abdullah Kaya hatin lidarxistin.
Danişîna 5’emîn a doza nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Şah Oruç ku 22 sal û nîv cezayê hefsê jê re tê xwestin û bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” tê darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlîsê hat lidarxistin. Parêzerê Oruç, Resul Tamur hincet nîşan da û li ser vê yekê danişîn taloqî 20’ê Gulanê hate kirin.
Danişîna 33’yemîn a nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hatibû girtin, Abdullah Kaya jî li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê hat lidarxistin. Kaya, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” tê darizandin. Kaya, ji Edliyeya Giyadînê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzerê Kaya jî hincet nîşan da û tev li danişînê nebû.
Kaya, di parastina xwe de got ku ew rojnamegere û rojnamegerî sûc nîne. Kaya, wiha domand: “Weke xebatkarên Çapemeniya Azad armanca me heqîqet e. Lewma em hedef tên girtin. Lê em ji bo rastî di tariyê de nemînin bi tevahiya hêza xwe dixebitin û dê bixebitin. Her roj bi dehan hempîşeyên me tên girtin. Weke Çapemeniya Azad çi dibe bila bibe em ê karê xwe bidomînin.”
Dadgehê, bi daxwaza temamkirina kêmaniyên di dosyayê de danişîna dozê taloqî 15’ê Nîsanê kir.