STENBOL - Danişîna doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin.
Rojnameya Ozgur Gundemê bi KHK’ê hatibû girtin û bi sedema ku tev li kampanyaya Gerînendetiya Weşanê ya Ozgur Gundemê bûne, der heqê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem korur Fîncanci, Ahmet Nesîn û Erol Onderoglû de bi îdiayên “ji bo sûc were kirine sor kiriye”, “pesindayina sûc û sûcdar” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 12’emîn danişîna dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Erol Onderoglû û parêzer di danişînê de amade bûn.
Onderoglû û parêzer Abbas Yalçin di danişînê de xwestin kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Dozger jî xwest kêmanî bên temamkirin.
Şandeya dadgehê jî got ku ji bo parastinê ji Ahmet Nesîn ê li derveyî welat dijî re nivîs hatiye şandin û dê xwe li benda bersivê bigirin. Dadgehê, doz taloqî 29’ê Nîsanê hate kirin.