STENBOL - Welatiyên xizmên xwe de şer de winda kirin, hêviyên xwe yên ji çareseriya pirsgirêka Kurd wiha vegotin: “Mesele berdana çekan nîne, mesele aştiyeke adilane ye. Ji bo vê divê qedexeya li ser zimanê me were rakirin û girtîgeh bên valakirin.”
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 28’ê Kanûna 2024’an û di 22’yê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtina 28’ê Kanûnê, Abdullah Ocalan têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd deklarasyoneke ji 7 xalan pêk dihat weşand û bang li hemû derdoran kir.
Malbatên di şer de xizmên xwe winda kirin têkildarî hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re, deklarasyona hatiye parvekirin û bendewariyên xwe yên ji pêvajoya heyî vegotin.
‘NASNAME Û ZIMANEKÊ NE AYDÊ ME LI ME TÊ FERZKIRIN’
Raziye Kuçukkaya (37) ku li gundê Deywanê yê navçeya Kerboran a Mêrdînê ji dayik bûye, diyar kir ku di sala 1992’yan de ji ber zexta cerdevaniyê ya dewletê neçar mane ji gundê xwe koçî Meletiyê bikin. Raziye Kuçukkaya, anî ziman ku li Meletiyê jî rastî zexta dewletê hatine û wiha got: “Ji ber van zextan em neçar man koçî Stenbolê bikin. Nasnameyeke ne aydê me li me dihat ferzkirin. Ev zext û înkar hêj heye. Lê tevî van zextan jî me dev ji ziman, çand û fikrên xwe berneda.”
‘DIVÊ MIROV MIRINAN MUQAYESE NEDE BER HEV’
Raziye Kuçukkaya, da zanîn ku di sala 2015’an di dema berxwedanên xwerêveberiyê de li Sûrê pismamê xwe winda kiriye û ev tişt anî ziman: “Bû 35 sal em ji apê min agahiyan nagirin. Heke dewlet bixwaze bi me re aştî û muzakereyan bike, wê demê bila mirinan nede ber hev. Di vî şerî de bedela herî giran gelê Kurd da. Heke bi Îmraliyê re hevdîtinan bikin, ev bi saya têkoşînê ye. Lewre di demekê ku pirsgirêka me ya zimanê dayikê didome, di demeke ku bi hezaran mirovên me li zindanan girtî û her roj bi ser malên me de tê girtin, Erdogan nikare bibêje ‘An dê çekan berdan an dê binax bikin’ û çekberdanê li me ferz bikin. Ji ber ku Kurdan ji keyfa xwe ev çek ranekirin û derneketin çiyê. Me her tim aştî xwest lê aliyê din xwe neda ber. Em tevek dixwazin ev şer xelas bibe û aştiyeke birûmet bê kirin. Heke dibistanên wan hebin divê yên me jî hebin, ew çawa bi azadî bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin divê Kurd jî li her derê bikarin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Çawa ku Tirk li ser xaka xwe bi rûmeta xwe bijîn, divê em Kurd jî li ser xaka xwe azad bijîn. Me tu tiştek ji kesekî nexwestiye. Em tiştekî ji tu kesî naxwazin. Em dixwazin mafên me yên mirovî bên dayin. Kurd ne Kurdên berê ne. Nikarin bi milyonan Kurdan bixapînin. Em jiyaneke bêrûmet qebûl nakin. Bila tu kes vê hêvî neke. Heta ku ev zanebûn û baweriya me hebe, em ê dev ji ziman û xaka xwe bernedin.”
MAFÊN WEKHEV
Raziye Kuçukkaya, destnîşan kir ku divê hemû gel wekhev bijîn û wiha got: “Heke li vî welatî em bi hev re û wekhev bijîn, wê demê ew ji bo xwe çi bixwazin em jî wan dixwazin. Gelê Kurd ev 40 sal in têdikoş e. Di vê rêyê de bi hezaran zarokên xwe feda kir û hêj feda dike. Heke daxwazên me bên bicihanîn, bêguman em jî aştiyê dixwazin. Em ne li dijî vê ne. Yanî welatekî bifikirin ku gelek nikare bi zimanê xwe yê dayikê hîn bibe. Anku mimkin nîne mirov qala azadî û aştiyê bike. Aştî, tenê bi wekheviya mafan dibe.”
PIRSGIRÊKA KURD
Gurbet Taş (44) jî got ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji dayik bûye û piştî zewicî li Stenbolê bicih bûye. Gurbet Taş, got: “Birayê min di sala 2015’an piştî berxwedana xwerêveberiyan tev li PKK’ê bû. 4 sal piştî tevlibûna xwe di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Em ê êşa wî her tim di dilê xwe de bijîn û em ê her tim li ser rêça wî bin. Lê heke aştiyek bibe, em dixwazin pirsgirêka Kurd were çareserkirin û heqên Kurdan bên dayin. Em naxwazin zarokên tu kesî bimirin. Bila êdî xwîn nerije û dilê dayikan neşewite. Ji bo vê em aştiyê dixwazin. Ne tenê li Tirkiyeyê, em naxwazin Kurdên li Rojava jî bên qetilkirin. Kurdan di dîroka xwe de tu caran dijminatî li gelên din nekiriye. Gelê Kurd aştiyê dixwaze lê ew ne jidil in.”
‘BILA GIRTÎ BÊN BERDAN’
Bi domdarî Gurbet Taş bi lêvkir ku aştî bi dayina mafên sereke yên Kurdan pêkan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila girtiyên siyasî bên berdan û tecrîda li ser Rêbertiyê (Abdullah Ocalan) bê rakirin. Heke tecrîd neyê rakirin û girtiyên li zindanan neyên berdan, nikarin bi Kurdan bidin bawerkirin û dê ev kar nemeşe. Baweriya me bi Rêbertiya me heye lê baweriya me bi dewletê nayê. Ji ber ku di demên berê de jî ji bo pirsgirêka Kurd gotin ‘em ê çareser bikin’ lê her kes girtin û xistin zindanan. Li Kurdistanê şerekî mezin qewimî. Me ev ji bîr nekirin. Kurd ne Kurdên berê ne, divê her kes bi vê bizane. Niha bi hezaran Kurd di zindanê de ne û ji ewil divê ew bên berdan. Zimanê me hêj niha jî li Meclisê weke ‘zimanê nayê zanîn’ tê nivîsandin. Li eywanên dawetan govendên me tên qedexekirin. Ji ewil bila van sererast bikin. Îro jî hevdîtin hene lê li hêla din êrişî Rojava dikin. Heke dewlet bi rastî jî bixwaze vê pirsgirêkê çareser bike, wê demê ji ewil bila van êrişan bide sekinandin.”
‘BAVÊ MIN DI ÎŞKENCEYA DEWLETÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA’
Kamîle Turan (65) jî li gundê Trîwa yê navçeya Kerboran a Mêrdînê ji dayik bûye û got ku di sala 1990’î de ji ber zexta cerdevaniyê ya dewletê qebûl nekirine, gundê wan hatiye şewitandin û neçar mane koçî Kerboranê bibin. Kamîle Turan, got: “Piştî em hatin Kerboranê, dewletê dev ji me berneda. Bavê min binçav kirin û xistin Girtîgeha Mêrdînê. Li wir îşkence lê kirin û jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê rewşê, pismamê min tev li têkoşînê bû. Piştî bavê min ew jî şehîd bû. Ji ber ku zext berdewam kirin, me ji neçarî ji Kerboranê koçî Stenbolê kir. Ev 25 sal in em li vir dijîn. Li vir pirsgirêka me ya herî mezin pirsgirêka ziman bû. ji bilî Kurdî min bi tu zimanan nedizanî lewma min zehmetî kişand. Li her derê bi Tirkî dihat axaftin. Lewma min nedikariya xwe bînim ziman. Dema bi Kurdî diaxiviyam, ji min re digotin; ‘Tu bi çi zimanî diaxivî em fêm nakin. Bi Tirkî biaxive.’ Ev zext li me dihat kirin. Heta dema em niha jî bi Kurdî diaxivin mîna dijminan li me dinihêrin. Ji ewil bila vê feraseta xwe biguherînin. Her wiha pirsgirêka edalet û hiqûqê heye. Divê ev pirsgirêk bên çareserkirin.”
MAFÊN ADILANE Û WEKHEV
Kamîle Turan, destnîşan kir ku gelê Kurd tu caran şer nexwestiye û axaftina xwe wiha qedand: “Di şer de me bi hezaran ciwanên xwe winda kir. Bi hezaran gundên me hatin şewitandin û talankirin. Em dîl hatin girtin lê em her tim bi aştiyeke birûmet re ne. Bi hezaran sala ye zilm li gelê Kurd tê kirin. Em jî dixwazin mîna gelên din ziman û nasnameya xwe azad bijîn. Çavê me li xaka tu kesî nîne. Em dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn. Ev daxwaz, daxwazeke herî mirovî ye. Mesele ne berdana çekan e, mesele ew e ku aştiyeke adilane ya jidil e. Heke em xwişk-bira bin, wê demê divê em wekhev bin. Ji bo vê jî divê gundên me dîsa bên avakirin, qedexeyên li ser zimanê me rabin û girtîgeh bên valakirin.”
MA / Esra Solîn Dal