* Alîkarê Serokê Giştî yê DEVA'yê Mehmet Emîn Ekmen bal kişand ser gengeşeyên çareseriya pirsgirêka Kurd û got: "Dema ev mijar bên Meclisê, em ê ji bo veguherîna demokratîk a civak, siyaset û dewletê tevkariyeke erênî bikin."
* Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê diyar kir ku mitînga 15'ê Sibatê ya li Strasboûrgê ji salên berê qelebalixtir bûye û got ku daxwaza hevpar a Kurdan û dostên wan azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e.
* Helbestkar Alî Şeker ku helbestên xwe bi zaravayê kirmanckî/zazakî yê di lîsteya zimanên di bin xetereya tunebûnê de ya UNESCO'yê de dinivîse, diyar kir ku her ku mirov ji axa xwe dûr dikevin ziman winda dibe û got: "Hejmara kesên ku dibêjin 'fêm dikim, lê nikarim biaxivim' gelekî zêde ye."
* Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê bi Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinê bike. (09.45)
* Danişîna 20’emîn a doza 69 kesên di bîranîna salvegera yekemîn a Komkujiya Gar a Enqereyê de hatibûn binçavkirin û doz lê hatibû vekirin dê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê bê lidarxistin. (10.30)
* Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê li dijî operasyonên ser HDK’ê li pêşiya avahiya xwe bi dirûşma “Em bêdeng nabin û natirsin” daxuyaniyê bide. (12.00)
* Berdevka Koma DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê li Wanê tev li çalakiya protestokirina xespkirina îradeyê bibe. (12.00-14.00) ZINDÎ
* DEM Partî dê bi beşdariya hevşaredaran, endamên meclisê û parlamenteran li Guvenpark a Enqereyê li dijî tayînkirina qeyûman, binçavkirin û girtinan çalakiya rûniştinê li dar bixe. (13.00)
* TJA dê tundiya polîsan a li dijî Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan li Silopiyayê protesto bike. (13.00)
* Tundiya polîsan a li dijî meşa jinan ku dixwestin li Wanê bi dirûşma “Jin ber bi azadiyê ve dimeşin” dê li Mêrdînê bi meşekê bê protestokirin. (15.00)
* Baroya Wanê, ÎHD, TÎHV û OHD dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên di dema tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hatine kirin, eşkere bikin. (16.00) ZINDÎ
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê dê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Cizîrê daxuyaniyê bide. (17.00)