WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Ozan Balci, Cîgirê Midûrê Emniyetê yê ji Şaxa Trafîkê ya Wanê Berpirsyar Ekrem Çîçek tayînî Serokatiya Daîreya Veguhestinê kir.
Piştî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, rêveberiya berê îstîfa kir. Waliyê bajêr ku weke qeyûm li şaredariyê hate tayînkirin, bi lîsteyeke amade hate şaredariyê û rêveberiya nû diyar kir. Qeyûmî, midûrên saziyên girêdayî walîtiyê li şaredariyê bicih kir. Weke karê ewil jî hemû serokên daîreyan guherand. Qeyûm Balci, Cîgirê Midûrê Emniyetê yê ji Şaxa Trafîkê ya Wanê Berpirsyar Ekrem Çîçek tayînî Serokatiya Daîreya Veguhestinê kir.
Piştî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, sepana cotmidûrtiyê ya di demên berê de bûbû mijara nîqaşê careke din bû rojev. Rêveberiya qeyûm a nû, ji yekî zêdetir peywir da hin kesan. Balkêş e ku qeyûmî zêdetirî 2-3 peywiran dane hin kesan.
ÇAR KURSÎ DAYE KESEKÎ
Serokê Serokatiya Razemenî Şopandin û Koordînasyonê ya Walîtiya Wanê (YÎKOB) Nîhat Arpa, di heman demê de Wekîlê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Cîgirê Sekreterê Giştî û Serokê Daîreya Xizmetên Darayî hate tayînkirin. Bi vê yekê re Arpa bû xwedî 4 kursiyan.
SÊ KURSÎ DA SELMA BÎÇEKÊ
Selma Bîçek ku berê Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan bû, piştî hilbijartinê weke Midûra ÎŞKUR’ê hatibû tayînkirin. Bi serdema qeyûmê nû re her wiha bû Cîgira Sekreterê Giştî û Seroka Daîreya Xizmetên Civakî. Anku bû xwedî sê karan.
YÊN DU KARÊN WAN HENE
Abdurrahman Şahîn, Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajar a Wanê ye û her wiha weke Serokê Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin hate tayînkirin. Seyfullah Şaban ku bû Serokê Daîreya Îmar û Bajarvaniyê, di heman demê de li Serokatiya Daîreya Emlaq û Îstîmlaqê hate peywirdarkirin.
MA / Rûken Polat