WAN - Rêxistinên maf û hiqûqê yên li Wanê diyar kirin ku li bajar bi destê dewletê maf û azadî hatine binpêkirin û hate gotin ku ji roja 15’ê Sibatê heta niha di protestoyan de 70 jê zarok bi giştî 348 kes hatin binçavkirin, 55 kes jî bi giranî birîndar bûne.
Baroya Wanê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê, Komele Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî tayînkirina qeyûm û îşkenceya ku polîsan li welatiyan kirî raporek parve kir. Saziyên mafên mirovan rapor, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê aşkere kirin. Nûnerên her çar saziyan jî tev li daxuyaniyê bûn. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, saziyên sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn.
‘WELATÎ HATIN ÎŞKENCEKIRIN’
Hevseroka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Hatîce Îsmaîloglû, rapor xwend û diyar kir ku di 15’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve di saetên sibê de qeyûm li Şaredariya Wanê hat tayînkirin. Hatîce Îsmaîloglû, anî ziman ku welatiyên Wanê jî di çarçoveya çarçoveya peymanên navneteweyî de ku Tirkiye jî alîyek e û di çarçoveya azadiya raman de bi awayekî aştiyane çalakiyên xwe yên nobedariyê didomandin. Hatîce Îsmaîloglû, bi lêv kir ku welatiyên ku bi awayekî aştiyane çalakiyên xwe dikirin, ji aliyê polîsan ve rastî tundî û îşkenceyê hatin.
‘HESTIYÊN 20 KESAN HATIN ŞIKANDIN’
Hatîce Îslamoglû da xuyakirin ku di encama vê tundiya derqanûnî ya polîsan de, binpêkirinên giran ên mafên mirovan rû dane û ji rayeya bikaranîna hêzê ya ku di qanûnên gerdûnî û qanûnên welat de hatiye diyarkirin, derbas bûye. Hatîce Îsmaîloglû bi domdarî wiha got: “Bi taybetî îşkence û muameleya xerab, binpêkirinên giran û ên mafên mirovan pêk hatin. Ji 15’ê Sibata 2025’an heta îro destwerdan û astengiyên polîsan yên keyfî li ser bicîanîna maf û azadiyên bingehîn û binpêkirina mafên mirovan berdewam in. Di encama vê muameleya keyfî û xerab de gelek welatî rastî lêdan, çêr, heqaret, kaşkirina erdê, kelepçekirina li pişt û hwd. re rû bi rû mane. Di encama mudaxeleyan de herî kêm 55 welatî ji cihên cuda yên laşê xwe, ser û sîngê ku cihên jiyanî ne, birîndar bûn û welatî rastî îşkence û muameleya xerab hatin. Birînên herî kêm 20 kesan şikestina hestî ye.”
‘NEHIŞTIN WELATÎ BI PARÊZERÊN XWE RE BIAXIVIN’
Hatîce Îslamoglu, anî ziman ku ji bilî binçavkirinên bêhiqûqî heta îro bi giştî 348 kes hatine binçavkirin û got: “Welatiyên ku di 15’ê Sibatê de hatin binçavkirin, tevî daxwaza parêzeran jî bi awayekî derhiqûqî destûr nehat dayîn. Nehiştin welatî bi parêzeran re bişêwirin û hin welatî jî bi gotina ‘Heke hûn bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin hûn ê 3 rojan di bin çavan de bimînin’ hatin tehdîdkirin. Îşkence û muameleya xerab di îfadeyan de hatine qeydkirin. Her wiha di nav kesên hatin binçavkirin de 70 zarok jî hene û ji bo 5 jê zarok bi giştî 44 kes biryara girtinê hat dayîn û 76 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û avahiya DEM Partiyê ya Wanê hatin dorpêçkirin û rêveberên şaredariyê yên hilbijartî, rêveberên partiyê, parlamenter û welatiyên li vir rastî gaza îsotê, ava tazîklî û guleyên plastîk hatin.”
‘6 ROJNAMEGER HATIN BINÇAVKIRIN’
Hatîce Îslamoglu, bi domdarî ev tişt got: “Dîsa parlamenter, hevşaredar û hilbijartiyên ku li bajêr bi awayekî aştiyane xwepêşandan kirin û meşiyan, ji aliyê polîsan ve bi mertalan hatin dorpêçkirin û hewl hat dayîn ku têkiliya wan bi gel re bê qutkirin. Dîsa polîsan li hemberî hilbijartiyan tundî pêk anîn û di vê çarçoveyê de Hevşaredar, Parlamenter û hin kesên din ên hilbijartî ji cihên cuda yên laşê xwe birîndar bûn. Xwepêşandanên aştiyane yên ku li deverên curbicur ên bajêr hatin lidarxistin, bêyî ti hişyarî bên kirin, ji aliyê polîsan ve rastiyê mudaxaleyê hatin. Kûç û kolan bêkar man, jiyana bazirganiyê li bajêr bandorek neyînî dît, esnafên li navenda bajêr neçar man cihên xwe yên kar bigirin û jiyana bazirganî hate astengkirin. Di van geşedanan de ji aliyê polîsan ve rê li ber şopandina nûçeyan hat girtin û 6 rojnameger hatin binçavkirin.”
‘EM Ê LI DIJÎ ÎŞKENCEYÊ BISEKININ’
Hatîce Îslamoglû diyar kir ku tişta hatiye kirin binpêkirina herî dijwar a maf û azadiyan ji aliyê dewletê ve ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Azadiya derbirînê hatiye binpêkirin, mafê xwepêşandan û meşê ji aliyê dewletê ve hatiye astengkirin, ewlekariya şexsî û azadiya kesane hatiye binpêkirin, qedexeya îşkence û muameleya xerab hatiye binpêkirin. Bi nehiştina parêzer û mafê darizandina adil karê xwe bikin û pêkanînek ne hiqûqî hatiye kirin. Em diyar dikin ku em ê li dijî binpêkirinên mafan û bêhiqûqiyên ku di vê pêvajoyê de rû didin bisekinin, ji bo pêvajoyên qanûnî yên pêwîst li dijî berpirsyaran bimeşînin, em ê serî li hemû rayedarên xwedî hiqûq bidin û em bang dikin ku tavilê dev ji rawestandina binpêkirina mafên mirovan a ji aliyê dewletê ve bê berdan.”