ŞIRNEX - Ji 17 kesên li Cizîrê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin 2 jê hatin girtin.
Di 14’ê Sibatê de polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de li taxên Nûr û Cûdî yên navçeya Cizîr a Şirnexê bi ser malan de girtin û 17 kes binçav kiribûn. Piştî karûbarên îfadegirtinê yên binçavkiriyan ên li Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê bi dawî bûn, sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji binçavkiriyan 15 jê piştî îfadeyên li dozgeriyê hatin berdan û 2 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Her du welatiyên ku navên wan nehatin zanîn, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û sewqî Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hatin kirin.