NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Kampanyaya Aktîvîstên Beluc, ji sala 2017’an heta nia rejîma Îranê herî kêm 56 zarokên Beluc qetil kir.
Kampanyaya Aktîvîstên Beluc (BAC) têkildarî zarokên ji hêla rejîma Îranê ve hatine qetilkirin raporek amade kir. Li gorî raporê, ji sala 2017’an heta Sibata 2025’an di encama êrişên leşkerên rejîma Îranê de herî kêm 56 zarokên Beluc hatin qetilkirin û 30 jî birîndar bûn.
Di raporê de hate gotin ku zarokên Beluc bi zanebûn hedef tên girtin. Hat destnîşankirin ku zarokên Beluc li herêmên Belucan ji hêla leşkerên rejîmê ve bi çalakiyên tundiyê yên organîzeyî tên qetilkirin. Hat gotin ku ji zarokên hatine qetilkirin piraniya wan di bin 10 saliyê de ne û di encama gulebarana rasterast a leşkerên rejîmê de hatine qetilkirin.
Di raporê de hat gotin ku Îran aliyekê Peymana Mafên Zarokan e û bang li rejîmê hate kirin ku li gorî peymanê tevbigere, mafên zarokên Beluc cîbicî bike û hat xwestin ku zarok bê parastin.