ESKÎŞEHÎR - Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê Ceren Kokoglû diyar kir ku banga dîrokî ya Abdullah Ocalan “qonaxeke nû ye” û wiha got: “Ji bo pirsgirêka bi rêyên demokratîk were çareserkirin, banga Ocalan firsendeke girîng e.”
Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Eskîşehîrê Ceren Kokoglû têkildarî banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate ragihandin axivî. Ceren Kokoglû, piştgirî da û banga dîrokî û got ku çareserkirina pirsgirêka Kurd a li ser bingeha mafên wekhev peywira îktîdarê ye. Ceren Kokoglû, wiha got: “Ev bang, qonaxeke nû ye. Ji bo şerê bi dehan sala ye didome bi dawî bibe, ji bo pêvajo li ser zemîna demokratîk bê nîqaşkirin û ji bo çareseriya bi rêyên demokratîk, firsendek e.”
‘DIVÊ RÊYA EFÛYA SIYASÎ WERE VEKIRIN’
Ceren Kokoglû, bal kişand ser gotina Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala ku digot “em ê pêvajoyê bişopînin” û ev tişt anî ziman: “Ev, helwestekî şaş e. Weke ku çareserkirina pirsgirêka Kurd ne berpirsyartiya îktîdarê be nêz dibin. Heke bi rastî jî bixwazin pirsgirêkê çareser bikin, wê demê tiştên divê bên kirin zelal in. Divê îktîdar ji ewil ji bo hemû nûnerên gel ên Kurdan û derdorên civakî tev li pêvajoyê bibin gavan biavêje û mercên aştiyê ava bike. Ji bo çareseriyê divê di qanûnan de guhertinên pêwîst bilezûbez bên kirin. Hewceye ji bo berdana bi hezaran girtiyên siyasî di qanûnan de guhertinan bikin û rêya efûya giştî ya siyasî were vekirin. Divê dawî li siyaseta qeyûm bînin. Di serî de perwerdeya bi zimanê dayikê divê ji bo pêşwazîkirina daxwazên neteweyî yên Kurdan gavan biavêje. Divê operasyonên derveyî sînor bi dawî bike, zextên siyasî rake û dawî li girtinan bîne.”
REXNEYA LI DIJÎ ‘PIRSGIRÊKA TERORÊ’
Ceren Kokoglû, diyar kir ku Tirkiye pirsgirêka Kurd weke “pirsgirêka terorê” pênase dike û ev tişt anî ziman: “Ev nêzîkatî, paşguhkirina daxwazên gelê Kurd e. Heta niha her tim rêbaza tundî, zext û pişaftinê bi kar anîn. Car bi car îktîdaran ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî gavên biçûk avêtin lê nebûn çareserî.”
‘ROJ ROJA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNA HEVPAR E’
Ceren Kokoglû, axaftina xwe wiha qedand: “Divê pirsgirêka Kurd li ser bingeha mafên wekhev were çareserkirin û gavên ji bo berfirehkirina mafên demokratîk û azadiyê bên avêtin. Ev, peywira îktîdarê ye. Zextên îktîdarê yên faşîzan û hewldana belavkirina muxalefetê, nêzikatiya îktîdarê nîşan dide. Divê têkoşîna gelê Kurd û Tirk a ji bo aştî, wekhevî û demokrasiyê bênavber bidome. Rêya vê jî têkoşîna hevpar a Kurd, Tirk, karker, kedkar, ciwan, jin û hemû derdorên din e. Roj roja mezinkirina têkoşîna hevpar e.”
MA / Enes Beyaz