Bi tena serê xwe Newrozê pîroz dike: Ez ê îsal ji bo aştiyê pêbixim

ŞIRNEX-Li navçeya Silopiyayê Esmer Şaîk a 70'ê salî ku bi salan e agirê Newrozê bi tena serê xwe pêdixe û pîroz dike dibêje: "Ez ê îsal agirê Newrozê ji bo aştiyê pêxim."

Li taxa Şehîd Harûn ya girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê Esmer Şaîk a 70'ê salî bi salan e li hewşa mala xwe agirê Newrozê bi tane serê xwe pêdixe. Dayik Esmer Şaîkê agirê Newrozê ji bo kesên ku di Newrozên sala 1992'yan ên dîrokî yê Şirnex, Cizîr û Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dane pêdixe û wan bibîr tîne. Berevajî pîrozbahiyên Newrozê yên ku bi mîlyonan beşdar dibin ew bi tena serê xwe Newrozê pîroz dike. Esmer Şaîk a ku rojek beriya Newrozê hineyê li destên xwe dike, êvarê bi agirê ku li hewşa mala xwe pêdixe meşaleya xwe pêdixe. Piştre li dora agirê ku bi meşaleyê pêxistiye Newrozê pîroz dike. Serê sibê jî beşdarî pîrozbahiya girseyî ya Newrozê ya li bajêr dibe. Esmer Şaîk a ku bi van pîrozbahiyan re jî sînordar namîne li Amed, Nisêbîn, Cizîr û Silopiyayê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê dibe. Esmer Şaîk dixwaze ku îsal jî li her qadên ku  Newroz lê tê pîrozkirin amade be. 
 
Esmer  Şaîkê behsa Newroza ku li ber mala xwe pîroz dike û wateya çalakiyê kir.
 
BI TENA SERÊ XWE AGIRÊ NEWROZÊ PÊDIXE'
 
Esmer Şaîkê diyar kir ku bi salan e bi tena serê xwe Newrozê pîroz dike. Esmer Şaîkê got ku Newroza ku berê bi dizî dihat pîrozkirin niha ji aliyê mîlyonan ve tê pîrozkirin û wiha behsa pîrozbahiya Newrozê ya ku bi tena serê xwe pîroz dike kir: "Her sal êvara Newrozê ez cil û bergên xwe yên herêmî li xwe dikim û paşê li hewşa mala xwe bi tena serê xwe agirê Newrozê pêdixim. Paşê jî ji agirê ku min pêxistî meşaleyekê çêdikim. Bi meşaleya di destê xwe de li dora agir govendê digirim, kilaman distrêm û paşê jî Newrozê pîroz dikim. Ez vî agirî ji bo şehîdên Newrozê pêdixim. Berê wateya Newrozê ji bo me berxwedan bû û me nîşanî dinyayê dida ku em hene. Li taxan me jinan agir pêdixist, li dora agir govend digerand. Pîrozbahiyên Newrozê ku bi yek kesî destpêkirî niha ji aliyê mîlyonan ve tê pîrozkirin. 
 
'NEWROZ ÊDÎ DIBE NAVÊ AŞITIYÊ'
 
Esmer Şaîkê anî ziman ku ew wateyek taybet dide Newroza ku dê îsal were pîrozkirin û got ku Newroza ku sembola berxwedanê ye îsal tê wateya aştiyê. Esmer Şaîkê got: "Ez hatime vî emrê xwe heta niha em Newrozê pîroz dikin. Newroza îsal banga aştiyê ye. Em hemû xwişk û birayên hev in, em di wê baweriyê de ne ku aştî çêbibe. Em aştiyê dixwazin, em aloziyê naxwazin. Newroza îsal mizgîniya aştiyê ye, ji ber vê yekê em wateyeke din didin vê Newrozê. Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe navê aştiyê. Newroz tê wateya berxwedanê, lê êdî Newroz dê bibe navê aştiyê, îsal jî ji bo aştiyê ez ê agirê Newrozê pêbixim, ji bo biratiyê, ji bo aştiyê, li qada Newrozê agir pêbixin û geş bikin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

15:49 Banga dîrokî di Newroza Manîsayê de olan da
15:22 Li Hezexê agirê Newrozê ji hêla jinan hat vêxistin: Divê Ocalan azad bibe
15:13 Ozturk bang li hikûmetê kir: Hûn pêvajoyê sabote dikin
14:24 Li Îdirê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
14:24 Li Qendîlê SÎHA'yek hate xistin
14:22 DEM Partî çû serdana AKP'ê
14:11 Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî
14:08 Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje
14:03 Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî bê vekirin
13:47 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da
13:35 Sêweregê daxwaza azadiya Ocalan kir
13:18 Ji ber komkujiya li Berxbotanê çalakî hatin betalkirin
12:57 Serlêdanên ji bo 10’emîn Rojên Şanoyê yên Amedê dest pê kirin
12:45 Piştî DAIŞ’ê vê carê jî Tirkiyeyê li Berxbotanê qetlîam pêk anî
12:19 Xizmên kesên li Kobanê hatin qetilkirin: Divê hesabê vê ji dewleta tirk bê pirsîn
12:12 Piştî hevdîtina DEM Partî û MHP’ê daxuyanî hat dayin
12:10 DEM Partiyê bertek nîşan da: Komkujiya li Kobanê êrişeke biqesdî ye
12:09 Tirkiyeyê rojnamegerê Belçîkayî dersînor kir
11:31 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Newroza Rêbertiya Azad’ derket
11:23 HSD: Dewleta tirk a ku nikare li dijî me pêş bikeve, sivîlan hedef digire
11:19 DFG’ê ji bo danişîna rojnameger Eylem Babayîgît bang kir
11:02 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
10:56 Li 12 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:40 Li Pênciwênê teqîn: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
10:02 Newroz li Geverê wê piştî 10 salan li cihê xwe yê berê bê pîrozkirin
10:02 Li Êlihê beriya Newrozê amadekariyên ji bo cilûbergên Kurdî
09:58 Dayika Aştiyê Dûrrî Kaygûsûz bang li îktîdarê kir: Gav biavêjin
09:49 Li Hewagê 4 ciwan hatin binçavkirin
09:48 Piştî bangê zext giran bûn, girtiyan hişyariya provokasyonan kirin
09:22 Komeleyên herêmî ji bo Newrozê bang kirin: Bila firsenda dîrokî ji dest neçe
09:20 Bedran Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser dê bibe xwedî statuyeke taybet
09:01 Hunermend ji bo Newrozê amade ne
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Dewleta tirk li Kobanê komkujî kir: Ji heman malbatê 9 kes qetil kir
16/03/2025
17:24 Klîba strana ‘Newroza Azadî’ hate weşandin
16:23 Îmamoglû: Divê pirsgirêka Kurd li ser zemîna Meclisê bê çareserkirin
16:14 Bîranîna Komkujiya Helebceyê: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
16:13 Akademîsyen Çîçek: Meseleya Kurd meseleya gel e
14:57 Bayindir: Ji bo aştiyeke birûmet divê deriyên girtîgehan bên vekirin
14:29 Bakirhan: Bi bangê re meşa me ya demokratîk dest pê kir
13:30 DEM Partî çû serdana DÎSK’ê
12:35 Li Helebceyê merasîma bîranînê dest pê kir
12:00 Di teqîna li Laziqiyê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:54 Li bakurê Makedonyayê herî kêm 50 kes di şewatê de mirin
11:50 Cemîl Bayik: Serkeftina banga Rêber Apo girêdayî gavên Tirkiyeyê ye
11:17 HSD: Êrişên ser herêmê zêde bûn
11:15 Peyama Îmraliyê xwend: Elewî di dilê vê pêvajoyê de ne
10:59 DBP: Divê Komkujiya Helebceyê wek sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin
10:18 Daxwaza Newrozê: Em dixwazin Abdullah Ocalan di Newrozê de biaxive
10:14 Şahidên Newroza 1992’yan a Nisêbînê: Em deyndarên şehîdên xwe ne
10:12 Beşdarên civînên gel: Divê êdî dewlet gav biavêje
09:39 Rojnamegerên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:38 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:37 Ji DAD Û DÎK’ê banga Newrozê: Em bi hev re Newroza xwe pîroz bikin
09:24 Welatiyê Elewî yê li Sûriyeyê dijî: Em parastineke navneteweyî dixwazin
09:09 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
09:00 Newroz wê li zêdeyî 100 navendên Ewropayê bê pîrozkirin
09:00 ROJEVA 16’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Li Rihayê amadekariyên Newrozê
15/03/2025
16:43 Konferansa 'Rojhilata Navîn û Aştiyê’ hat lidarxistin
16:25 Tevî nexweşiya giran jî nayên berdan!
16:21 DEM Partiyê bi rojeva ‘bangawaziyê'serdana DÎSK’ê kir
15:21 Xizmên windayan: Divê dewlet lêborînê bixwaze
15:07 Li Qada Galatasarayê lı aqûbeta Erîştî hat pirsîn
14:54 Di pîrozbahiyên Newrozê de bang li desthilatê kirin: Gav bavêje
14:17 Li Serhedê agirê Newrozê hat vêxistin: Berpirsiyariya banga dîrokî li ser milê me hemûyan e
13:49 Li Sûriyê di 24 saetan de 33 kes hatin kuştin
13:00 Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin
12:37 Sîrîn tê bombebarankirin
12:34 Li 10 navendan pîrozbahiya Newrozê
09:45 Bi Newrozê re kar û barê terziyan jî zêde bû
09:12 Alimê olî Enver Emîrkûlû: Divê dewlet erka xwe pêk bîne
09:09 Krîza aborî ya li Îranê bandor li danûstendina cejnê jî kir
09:07 Bi tena serê xwe Newrozê pîroz dike: Ez ê îsal ji bo aştiyê pêbixim
09:07 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Neavêtina gavan fikaran zêde dike
09:02 ROJEVA 15'Ê ADARA 2025'AN
14/03/2025
16:38 SOHR: Li Sûriyeyê di 24 saetan de 110 kes hatin qetilkirin
15:16 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Partiya Saadetê
15:05 Ji bo Newrozên li Edene û Mêrsînê banga tevlibûnê hat kirin
14:17 TJA: Dayika Sakîne dê di têkoşîna me de bijî
14:06 MSD: Em danezana destûra bingehîn a hikûmeta demkî red dikin
13:55 Di doza Dayikên Aştiyê de biryara beraetê hat dayin
13:33 Li Curnê Reş agirê Newrozê hat hilkirin: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
13:20 HSD’ê bîlançoya êrişên dawî aşkera kir
13:10 ÎSÎG: Her sal 60-70 zarok dema dixebitin jiyana xwe ji dest didin
13:09 Serlêdana li dijî astengkirina berdana Mehmet Saît Yildirim hat redkirin
12:55 Zozanên Hozanê bi helîkopteran hate bombebarankirin
12:44 Newroza warê Mazlûm Dogan: Divê Ocalan azad bibe
12:12 Dayika Aştiyê Sakîne Arat bi girseyî hat oxirkirin
12:04 85 Xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin
11:15 Ciwanê ji qeyûm re got ‘diz’ hate binçavkirin
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
09:48 Bi ser qedexeya Şirnexê re 9 sal derbas bûn: Hêj jî birîn nehatine dermankirin
09:47 Ji salên 90’î vir ve tevlî Newrozan dibe
09:38 Ji salên 90'î û vir ve pîrozbahiyên Newrozê
09:27 Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşma ‘Bijî Serok Apo’
09:27 Cemîl Bayik: Ji bo kongre bicive divê şert û merc ava bibin
09:01 Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Demîr: Pêşî divê girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 14’Ê ADARA 2025’AN
13/03/2025
17:11 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn