Alimê olî Enver Emîrkûlû: Divê dewlet erka xwe pêk bîne

ENQERE – Yek ji alimên olî yên ku banga Abdullah Ocalan wekî banga sedsalê bi nav kir Enver Emîrkûlû diyar kir ku divê dewlet erka xwe pêk bîne.

Piştgiriya hemû pêkhateyên civakê ya ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Yek ji alimên olî Enver Emîrkûlû jî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" wekî "banga sedsalê" bi nav kir û got ku divê dewlet di vê pêvajoyê de erka xwe pêk bîne. 
 
Emîrkûlû bal kişand ser ayetên Quranê yên der barê aştiyê de û wiha got: "Di sûreya Hucuratê de tê gotin ku heke di navbera du aliyan de pirsgirêk derkeve, di navbera wan birayên xwe de aşitiyê pêk bînin. Ger aliyek aştiyê bixwaze û yê din naxwaze, heta ku aştiyê qebûl bikin bi wan re şer bikin. Ev fermana Qurana pîroz e."
 
'DIVÊ DEWLET GAVAN BAVÊJE'
 
Emîrkûlû bi bîr xist ku PKK'ê biryara agirbestê daye û destnîşan kir ku divê dewlet gavekê biavêje û operasyonan rawestîne û got: "Divê dewlet operasyonan rawestîne. Ya ku derfetê dide aştiyê ev e. Ya duyemîn jî divê dewlet Meclisê bicivîne û hin gavan biavêje. Pêngava sedsala duyemîn tê avêtin. Ji ber ku divê sedsaleke din bi redkirin û înkarê derbas nebe."
 
'DIVÊ HER KES PEYWIRA XWE BI CIH BÎNE'
 
Emîrkûlû anî ziman ku divê partiyên siyasî û dewlet erka xwe pêk bînin û got: "Em di meha Remezanê de ne. Em hêvî dikin ku ev meha Remezanê ji bo hemû gelan bibe sedema aştî, wekhevî û jiyaneke geş. Banga me ji dewletê re ev e: divê dewlet gaveke wiha bavêje ku rê li ber aştiyê vebe. Divê gelê kurd jî tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike. Em dizanin MHP, AKP û CHP tevkariyê li aşitê dikin, lê divê her kes peywira xwe bi cih bîne. Înşele wê ev meha xweş a Remezanê bibe meha aştiyê."
 
LI SER ESASÊ WEKHEVIYÊ
 
Emîrkûlû diyar kir ku divê bingehên çekberdana PKK'ê bên avakirin û got: "Ez jî wekî kurdekî û wekî alimekî dîndar qêriyam. Ez endamê Komeleya Alimên Olî me û wekî komele em bi salan e aştiyê dixwazin. Aştî tenê bi selamûelêkiman pêk nayê. Şert û bingehên aştiyê hene. Aştî ne ew tişt e ku tu ji kesên bi salan e, 47 sal in bedêlên giran dane bibêjî 'were ez çoqlatekê bidim û em li hev bên.' Divê dewlet sererast bike ku ev pêvajo ji bo çi qewimîne. Me di 1071'ê de yekîtiya çerenûsê çêkiriye. Ji bo berdewamiya vê çarenûsê û mifha vî welatî divê dewlet hin gavan bavêje. Divê careke din li vî welatî red û înkar çênebe. Ger çêbibe, dê ev pirsgirêk çareser nebe û wê heyf be. Wê heyfa ev qas kedê be. Ez bang li her kesî dikim ku bi berprisiyarî tevbigerin. Ger tiştek ji destê we neyê jî dua bikin. Bi îzna Xwedê dê kurd wê yekîtiya çarenûsê ya 1071'ê di 2025'an de jî bidomînin û em ê bi hezaran salên din jî vî welatî bi ruh û can bikin. Em ê bi biratî û wekhev bijîn. Teqez divê bingeha wekheviyê esas bê girtin." 
 

Sernavên din

14:22 DEM Partî çû serdana AKP'ê
14:11 Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî
14:08 Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje
14:03 Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî
13:47 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da
13:35 Sêweregê daxwaza azadiya Ocalan kir
13:18 Ji ber komkujiya li Berxbotanê çalakî hatin betalkirin
12:57 Serlêdanên ji bo 10’emîn Rojên Şanoyê yên Amedê dest pê kirin
12:45 Piştî DAIŞ’ê vê carê jî Tirkiyeyê li Berxbotanê qetlîam pêk anî
12:19 Xizmên kesên li Kobanê hatin qetilkirin: Divê hesabê vê ji dewleta tirk bê pirsîn
12:12 Piştî hevdîtina DEM Partî û MHP’ê daxuyanî hat dayin
12:10 DEM Partiyê bertek nîşan da: Komkujiya li Kobanê êrişeke biqesdî ye
12:09 Tirkiyeyê rojnamegerê Belçîkayî dersînor kir
11:31 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Newroza Rêbertiya Azad’ derket
11:23 HSD: Dewleta tirk a ku nikare li dijî me pêş bikeve, sivîlan hedef digire
11:19 DFG’ê ji bo danişîna rojnameger Eylem Babayîgît bang kir
11:02 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
10:56 Li 12 navendan Newroz tê pîrozkirin ZINDÎ
10:40 Li Pênciwênê teqîn: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
10:02 Newroz li Geverê wê piştî 10 salan li cihê xwe yê berê bê pîrozkirin
10:02 Li Êlihê beriya Newrozê amadekariyên ji bo cilûbergên Kurdî
09:58 Dayika Aştiyê Dûrrî Kaygûsûz bang li îktîdarê kir: Gav biavêjin
09:49 Li Hewagê 4 ciwan hatin binçavkirin
09:48 Piştî bangê zext giran bûn, girtiyan hişyariya provokasyonan kirin
09:22 Komeleyên herêmî ji bo Newrozê bang kirin: Bila firsenda dîrokî ji dest neçe
09:20 Bedran Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser dê bibe xwedî statuyeke taybet
09:01 Hunermend ji bo Newrozê amade ne
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Dewleta tirk li Kobanê komkujî kir: Ji heman malbatê 9 kes qetil kir
16/03/2025
17:24 Klîba strana ‘Newroza Azadî’ hate weşandin
16:23 Îmamoglû: Divê pirsgirêka Kurd li ser zemîna Meclisê bê çareserkirin
16:14 Bîranîna Komkujiya Helebceyê: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
16:13 Akademîsyen Çîçek: Meseleya Kurd meseleya gel e
14:57 Bayindir: Ji bo aştiyeke birûmet divê deriyên girtîgehan bên vekirin
14:29 Bakirhan: Bi bangê re meşa me ya demokratîk dest pê kir
13:30 DEM Partî çû serdana DÎSK’ê
12:35 Li Helebceyê merasîma bîranînê dest pê kir
12:00 Di teqîna li Laziqiyê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:54 Li bakurê Makedonyayê herî kêm 50 kes di şewatê de mirin
11:50 Cemîl Bayik: Serkeftina banga Rêber Apo girêdayî gavên Tirkiyeyê ye
11:17 HSD: Êrişên ser herêmê zêde bûn
11:15 Peyama Îmraliyê xwend: Elewî di dilê vê pêvajoyê de ne
10:59 DBP: Divê Komkujiya Helebceyê wek sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin
10:18 Daxwaza Newrozê: Em dixwazin Abdullah Ocalan di Newrozê de biaxive
10:14 Şahidên Newroza 1992’yan a Nisêbînê: Em deyndarên şehîdên xwe ne
10:12 Beşdarên civînên gel: Divê êdî dewlet gav biavêje
09:39 Rojnamegerên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:38 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:37 Ji DAD Û DÎK’ê banga Newrozê: Em bi hev re Newroza xwe pîroz bikin
09:24 Welatiyê Elewî yê li Sûriyeyê dijî: Em parastineke navneteweyî dixwazin
09:09 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
09:00 Newroz wê li zêdeyî 100 navendên Ewropayê bê pîrozkirin
09:00 ROJEVA 16’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Li Rihayê amadekariyên Newrozê
15/03/2025
16:43 Konferansa 'Rojhilata Navîn û Aştiyê’ hat lidarxistin
16:25 Tevî nexweşiya giran jî nayên berdan!
16:21 DEM Partiyê bi rojeva ‘bangawaziyê'serdana DÎSK’ê kir
15:21 Xizmên windayan: Divê dewlet lêborînê bixwaze
15:07 Li Qada Galatasarayê lı aqûbeta Erîştî hat pirsîn
14:54 Di pîrozbahiyên Newrozê de bang li desthilatê kirin: Gav bavêje
14:17 Li Serhedê agirê Newrozê hat vêxistin: Berpirsiyariya banga dîrokî li ser milê me hemûyan e
13:49 Li Sûriyê di 24 saetan de 33 kes hatin kuştin
13:00 Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin
12:37 Sîrîn tê bombebarankirin
12:34 Li 10 navendan pîrozbahiya Newrozê
09:45 Bi Newrozê re kar û barê terziyan jî zêde bû
09:12 Alimê olî Enver Emîrkûlû: Divê dewlet erka xwe pêk bîne
09:09 Krîza aborî ya li Îranê bandor li danûstendina cejnê jî kir
09:07 Bi tena serê xwe Newrozê pîroz dike: Ez ê îsal ji bo aştiyê pêbixim
09:07 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Neavêtina gavan fikaran zêde dike
09:02 ROJEVA 15'Ê ADARA 2025'AN
14/03/2025
16:38 SOHR: Li Sûriyeyê di 24 saetan de 110 kes hatin qetilkirin
15:16 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Partiya Saadetê
15:05 Ji bo Newrozên li Edene û Mêrsînê banga tevlibûnê hat kirin
14:17 TJA: Dayika Sakîne dê di têkoşîna me de bijî
14:06 MSD: Em danezana destûra bingehîn a hikûmeta demkî red dikin
13:55 Di doza Dayikên Aştiyê de biryara beraetê hat dayin
13:33 Li Curnê Reş agirê Newrozê hat hilkirin: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
13:20 HSD’ê bîlançoya êrişên dawî aşkera kir
13:10 ÎSÎG: Her sal 60-70 zarok dema dixebitin jiyana xwe ji dest didin
13:09 Serlêdana li dijî astengkirina berdana Mehmet Saît Yildirim hat redkirin
12:55 Zozanên Hozanê bi helîkopteran hate bombebarankirin
12:44 Newroza warê Mazlûm Dogan: Divê Ocalan azad bibe
12:12 Dayika Aştiyê Sakîne Arat bi girseyî hat oxirkirin
12:04 85 Xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin
11:15 Ciwanê ji qeyûm re got ‘diz’ hate binçavkirin
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
09:48 Bi ser qedexeya Şirnexê re 9 sal derbas bûn: Hêj jî birîn nehatine dermankirin
09:47 Ji salên 90’î vir ve tevlî Newrozan dibe
09:38 Ji salên 90'î û vir ve pîrozbahiyên Newrozê
09:27 Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşma ‘Bijî Serok Apo’
09:27 Cemîl Bayik: Ji bo kongre bicive divê şert û merc ava bibin
09:01 Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Demîr: Pêşî divê girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 14’Ê ADARA 2025’AN
13/03/2025
17:11 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:26 Li Îzmîrê agirê Newrozê li Kadîfekaleyê hat vêxistin
16:12 Platforma DGD’ê: Ji bo çareseriyê em ê berpirsyartiyê li xwe bigirin
16:08 Di Newroza Xelfetiyê de tekane daxwazek hebû: Bila Ocalan azad bibe
16:02 Ji bo Newroza Cizîrê bang hate kirin
15:44 Tevî agirbestê jî di 2 rojan de 715 êriş hatin kirin