DÎLOK - Dayika Aştiyê Dûrrî Kaygûsûz a ku gundê wî hat şewitandin ku gelek caran hat binçavkirin, kurê wê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û kurê wê yê din jî di girtîgehê de ye diyar kir ku ew kêliyekê jî dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernadin û wiha got: "Em bang li dewletê dikin: Êdî bes e, dora we ye."
Piştgiriya ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Piştgiriya dayikên ku bi berdêlên giran ên pêvajoya pevçûnê re rû bi rû ne, balkêş e. Yek ji van dayikan jî Dûrrî Kaygûsûz (66) e. Dûrrî Kaygûsûz û malbata wê bi salan rastî serdegirtina malan, binçavkirin, girtin û îşkenceyê hatin. Malbat di sala 1995 'an de ji ber ferzkirina cerdevaniyê, şewitandina gundê xwe û zextan neçar ma ji gundê Erûha Kevn ya navçeya Dihê koçî Dîlokê bike. Malbata ku bi salan li Dîlokê rastî zextan hat bi zehmetî 6 zarokên xwe mezin kir. Di malbatê de ku kesekî ku girtîgeh nedîtibû, yên ku girtîgeh nedîtin jî rêyên girtîgehê yên ku endamên malbata wan lê ketin, serobino kirin. Dayik Dûrrî Kaygûsûz jî di dîrokên cuda de 3 caran, carekê 3 meh, carekê salekê û carekê jî salek û 7 meh di girtîgehê de ma û gelek caran jî hat binçavkirin û bi rojan di bin çavan de ma. Di doza ku Dûrrî Kaygûsûz bi 62 kesên ku di nav de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Dîlokê jî hene hatin darizandin de, ji bo vê dozê 6 sal û 3 meh ceza tê xwestin û doz di temyîzê de ye.
CENAZEYÊ KURÊ WÊ DI POŞETÊ DE HATE TESLÎMKIRIN
Halîl Kaygûsûz (Herekol Arteş) ku yek ji kurên Dûrrî Kaygûsûz e, Tîrmeha 2018'an dema li nava refên PKK'ê bû di pevçûneke li Wanê de jiyana xwe ji dest da. Piştî têkoşîna bi mehan a ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe, dayik Dûrrî Kaygûsûz piştî ku li goristana bêkesan a Wanê hate veşartin, di poşetekî de radestî wê hate kirin. Durri Kaygusuz ê ku cenazeyê xwe di bin şert û mercên zehmet de li goristana gund a Dihê defin kir, piştî ku mala wê di bin dorpêça polîsan de bû, piştî ku gihîşt Dîlokê ji bo kurê xwe konê sersaxiyê vekir. Dûrrî Kaygûsûz a beriya rûniştina dozê li Sêrtê hat binçavkirin, di roja sêyemîn de ji bo rûniştina destpêkê ya kurê xwe Şaban Kaygûsûz ê li Sêrtê bi birîndarî hat girtin û piştî ragirtina 15 rojan ew şandin Girtîgeha Sêrtê.
MAL ŞEWITANDIN AX TALAN KIRIN
Ji kurên wê Şaban Kaygûsûz ê ji sedî 90 astengdar e, îro jî li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin. Dûrrî Kaygûsûz diyar kir ku tevî hemû hatine serê wan jî daxwaza jiyana bi hev re û aştiyê didomîne û wiha got: "Malên me şewitandin, erdên me talan kirin û bi deh hezaran zarokên me qetil kirin. Tevî van hemûyan jî em daketin kolanan û li cenazeyên zarok û gelê xwe xwedî derketin. Em ji berê ve aştiyê dixwezin û me ev şerê qirêj qebûl nekir. Me berê digot ku divê ev xwîn raweste."
DEWLETÊ PIR ÊŞ DA KIŞANDIN
Dûrrî Kaygûsûz da zanîn ku ew neçar man koçî metropolan bikin û rastî zextan hatin lê tu carî serî netewandin û wiha got: "Li hemberî zextên dewletê ez serbilind im. Ji ber ku em mafdar bûn. Em ne diz û ne jî talankar bûn. Tu kesî êşa ku dewletê bi me daye kişandin nekiriye. Gundên me, malên me şewitandin, em ji malên me derxistin, zarokên me kuştin û yên mayî jî avêtin zîndanê. Tevî van hemûyan jî me daxwaza xwe ya aştiyê dewam kir. Me got, 'em mirinê naxwazin'."
Dûrrî Kaygûsûz got ku divê êdî xwîn neyê rijandin û wiha axivî: “Gelek dayik hene ku mîna min dilê wan hat êşandin. Ez li ser navê xwe diaxivim ku ez ê vê dewletê tu carî efû nekim. Lê belê, ji bo banga Aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ez jî aştiyê dixwazim. Ji ber vê yekê em ji vê bangê pir bi kelecan in, lê di heman demê de xemgîn im.”
'DIVÊ DAYIKÊN TIRK PIŞTGIRIYÊ BIDIN DAXWAZA AŞTIYÊ'
Dûrrî Kaygûsûz bang li dayikên leşker û polîsan kir û wiha got: "Dayikên Tirk berdêlên giranbuha jî dan. Lê ez dixwazim diyar bikim ku tu kesî bedela ku kurdan daye nedaye. Lê belê banga min li dayikên Tirk e ku berdêl didin, werin destê me bigirin. Werin em ji bo aştiyê li hev bicivin. Em vî şerê qirêj rawestînin û jiyana bi hev re ava bikin. Ji ber ku îro Tirk û Kurd bi hev re dijîn. Em cîran in, xizm in, neviyên me bûne yek. Êdî bes e ji van komkujiyan re. Em hatine serdemeke ku rojên me yên xweş hebin. Firsendeke bi vî rengî ji me re hat. Em bibin tifaq. Di sala 2013 'an de dema komên aştiyê hatin çek bêdeng bûn, em hemû gelekî kêfxweş bûn. Em dixwazin ew roj careke din bên û çek bêdeng bibin. Ji aliyekî ve rast e ku çek bêdeng bûne, lê li aliyê din eger dewlet heman gavê neavêje, ev yek nayê qebûlkirin. Pêwîste ji her du aliyan ve çek bêdeng bin. Em naxwazin êdî berdêl werin dayîn, em naxwazin êdî jiyana xwe ji dest bidin. Dema ku mil û lingê kurê min ê birîndar (Şaban) qut bû, min mil û lingê wî li nexweşxaneyê dax kir. Tevî vê yekê jî min dest ji aştiyê berneda. Min bedelekî wiha giran da, lê ez qet poşman nabim. Lê bes e! Em jî li Kurdistanê li welatê xwe jiyaneke bi rûmet dixwazin. Em dixwazin vegerin gundên xwe yên hatine şewitandin. Em bang li dewletê dikin, bes e, dora wan e."
MA / Ceylan Şahînlî