ENQERE - DEM Partiyê bertek nîşanî komkujiya li gundê Berxbotanê ya Kobanê da ku ji heman malbatê 9 kes hatin qetilkirin û got: “Êrişeke biqesdî ya li dijî hêviyên aştiyê ye. Weke birêz Ocalan berê bal kişandibû ser, hewldaneke sabotajê ye.”
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî êrişa bi SÎHA’yan a li dijî gundê Berxbotan a Kobanê ku ji heman malbatê 9 kes hatin qetilkirin û 2 jî birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev komkujî, sûcekî şer e ku wijdana mirovahiyê êşandiye. Êrişeke ku mafê jiyanê yê sivîlên li herêmê tune dihesibîne û binpêkirineke aşkera ya hiqûqa navneteweyî ye. Hedefgirtina zarokan, jinan û malbatên bêguneh, nîşaneya zîhniyeta dermirovî ye. Di serî de zarokên jiyana xwe ji dest dayin, em êşa windakiriyên xwe di kûrahiya dilê xwe de hîs dikin, ji bo birîndaran şîfaya xêrê dixwazin û vê êrişa dermirovî bi tundî şermezar dikin. Divê faîlên vê êrişê teqez hesabê bidin.
MA ZAROK GEFA EWLEHIYÊ NE?
Ev êriş di demeke ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hikûmeta demkî ya Şamê re peyman mohkirî de hate kirin. Aşkeraye ku ev êriş tesadufî nîne. Êrişeke biqesdî ye ku mebesta wê ji bo mezinkirina rageşiya li herêmê ye û hêviyên aştiyê hedef girtiye. Weke ku birêz Ocalan di demên berê de bal kişandibû ser, ev êriş hewldaneke sabotajê ye. Em ji kesên ku weke her tim li derveyî sînor êriş û gef hebin tevdigerin dipirsin. Gelo ma zarokên hatine qetilklirin ji bo we gefa ewlehiyê ne? Em, qetilkirina zarokan û sivîlan a bi hinceta ewlehiyê bi tu awayî qebûl nakin.
BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ KIRIN
Di demeke ku li ser îxtîmala aştiyê tê axaftin de 7 jê zarok bi giştî 9 kes ji heman malbatên bi hovane hatin qetilkirin. Ev, êrişeke jirêzê nîne. Di heman demê de peyameke bizanebûn a ji bo tunekirina hêviya aştiyê ye. Em bang li îktîdara AKP’ê dikin ku têkildarî vê komkujiya li dijî sivîlan ku zarok jî hatine qetilkirin û vî sûcê alçaxî demildest daxuyaniyê bide. Weke DEM Partiyê, em ê vê hovîtiya aşkerayî bixin rojeva hemû platformên neteweyî û navneteweyî. Ji bo berpirsyar bên tespîtkirin û li pêşiya edaletê hesab jê were pirsîn, em ê bi hemû hêza xwe têkoşîna xwe bidomînin. Em dixwazin ku saziyên navneteweyî demildest têkildarî vê komkujiyê lêpirsînê bidin destpêkirin, piştperdeya vê êrişê ronî bikin û berpirsyaran derxînin holê.”