RIHA - Di axaftinên pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Sêweregê de bi hezaran kesî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan xwestin û banga xwedîderketinê li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê kirin.
Li navçeya Sêwereg a Rihayê bi dirûşmên; "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Newroza Civaka Demokratîk ji bo azadiyê" Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku li qada kêleka Bazara Genim a li ser rêya Wêranşarê hate lidarxistin, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordu, Serhat Eren, Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Rihayê, nûnerên rêxistinên civakî, hevşaredarên DEM Partiyî û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Qada ku pîrozbahî lê hat lidarxistin bi alên kesk, sor û zer xemilandin, li ser dikê pankarta bi nivîsa "Newroza civaka demokratîk ji bo azadiyê" hat daliqandin. Welatiyên ku bi cilûbergên xwe yên neteweyî ketin qadê, demeke dirêj govend gerandin. Di nuqteyên lêgerînê de polîsan gotin qedexe ye ku bi pêlavên marka Mekapê bikevin qada Newrozê lê gel astengî nas nekir û bi pêlavên Mekapê ketin qadê.
Di pîrozbahiyê de Komîteya Amadekar a Newrozê, hevserokên bajar û navçeyan ên DEM Partî û DBP'ê gel silav kirin û banga xwedîderketinê li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên; "Bijî Serok Apo", "Li çiyayan negerin, Apocî li her derê ne" û "PKK gel e, gel li vir e" hatin berzkirin.
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Adalet Çay Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: "Îro cejna me ye. Em ê bi ser bikevin. Em dayikên aştiyê ne. Em dixwazin ev şer biqede. Divê êdî dayik negirîn. Em ji vir silavan ji Îmralî û Rêber Apo re dişînin."
'EM BER BI AZADIYÊ VE DIMEŞIN'
Wekîla DEM Partiyê ya Dêrsîmê Ayten Kordu bi kirmanckî Newroza gel pîroz kir û wiha got: "Em ê Newroza xwe bi zimanê xwe yê dayikê pîroz bikin. Polîtîkaya înkarê ya sed salî hat meşandin. Gelan înkar kirin. Em bi têkoşînê hatine van rojan. Yên ku li dijî înkarê bedena xwe dan ber agir bi 3 darikên kîbrîtê yên li zindanan ev rêya azadiyê ji me re vekirin. Silav li her û her canekî me yê xwe feda kirin re. Newroza her yek û her hevalên me yên li zindanan li ber xwe didin pîroz be."
Kordu qetilkirina Elewiyan li Sûriyeyê şermezar kir û wiha dewam kir: "Duh li Kobanê malbatek hat qetilkirin. Em komkujiyê şermezar dikin. Mîmarê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û pêvajoyek da destpêkirin. Di 27 'ê Sibatê de bangek kir. Em ê heta dawiyê vê bangê hembêz bikin. Weke jin em ê banga birêz Ocalan hembêz bikin. Ev yek bangek li her kesên dibêjin ew mirov in e. Avakirina Civakeke Aştî û Demokratîk berpirsyariya me ye. Em ber bi azadiyê ve dimeşin."
DIVÊ ŞERT Û MERCÊN OCALAN BÊN GUHERTIN
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren wiha got: "Silav ji kesên dîroka Newrozê nivîsandine re. Newroz roja wan kesan e ku jiyaneke nû ava dikin. Silav li wan kesan be ku jiyaneke nû ava dikin. Newroz mizgîniya Kawayê Hesinkar e, aştî li wan kesan be ku heta roja me ya îro vê mizgîniyê hildigirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27 'ê Sibatê de banga manîfestoyê kir. Di vê manîfestoyê de daxwaza welatekî ku gel dikarin lê azad bijîn, îradeya wan neyê xespkirin û her kes karibe xwe bi awayekî azad îfade bike heye. Em ê vê bangê hembêz bikin. Divê hikûmet bersivê bide vê banga dîrokî û vê firsendê baş bi kar bîne. Divê di zûtirîn demê de şert û mercên jiyana bi hev re ya gelan bên misogerkirin. Ji bo birêz Ocalan rola xwe bilîze divê şert û mercên azad ên xebatê bên guhertin."
Piştî axaftinan agirê Newrozê di pêşengtiya Dayikên Aştiyê de hate pêxistin û li gel wê dirûşmeyên; "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Ciwanan ser agirê ku demeke dirêj hat pêxistin re baz dan.
Pîrozbahî bi stranên Kurdî ku Koma Perwer û hunermend Bekîr Altay gotin û bi govendan bi dawî bû.