ESKÎŞEHÎR - Li Fakûlteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Anadoluyê ku Alî Îsmaîl Korkmaz ê di Berxwedana Geziyê de hatibû qetilkirin jî li wir dixwend, çalakiya boykotkirina dersan hate destpêkirin.
Li ser banga xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Ortadoguyê (ODTU), xwendekarên li Fakûlteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Anadoluyê jî biryara boykotkirina dersan dan. Xwendekarên li pêşiya Fakûlteya Perwerdeyê hatin gel hev, pankarta “Fakûlteya Alî Îsmaîl di boykotê de ye” hilgirtin û daxuyanî dan.
‘EM JI BO XEYALÊN ALÎ ÎSMAÎL LI VIR IN’
Ji xwendekaran Orhan Yuksel diyar kir ku ew li dijî zordestiyê û êrişên li dijî mafê bijartin û hilbijartinê bêdeng namînin û got: “Em dersan boykot dikin. Banga me ji bo akademîsyenên fakûlteya me û zanyaran e; navberê bidin dersan, li cem xwendekaran cih bigirin û piştgiriyê bidin banga me ya boykotê. Tişta hêjayî xwendekar û akademîsyenên Fakûlteya Perwerdeyê, mezinkirina têkoşînê ye. Ev der fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz e. Em jî xwişk-birayên Alî Îsmaîl in. Em ji bo xeyalên wî li vir in.”
ALÎ ÎSMAÎL KORKMAZ KÎ YE?
Alî Îsmaîl Korkmaz (19) di 10’ê Tîrmeha 2013’an de li Eskîşehîrê ji hêla polîs û koma nîjadperest ve hate qetilkirin. Korkmaz ku xwendekarê pola yekemîn a Zanîngeha Anadoluyê bû, piştî ji hêla polîsan ve hatî derbkirin, ji hêla komeke nîjadperest a ço di dest de bûn ve jî du caran hatibû derbkirin.