NAVENDA NÛÇEYAN - Di konferansa li Parlamentoya Ewropayê tê li darxistin de beşdaran bal kişandin ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û gotin: “Divê Tirkiye tavilê berpirsyartiyên xwe bicih bîne. Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere.”
19’emîn Konferansa “Yekitiya Ewropayê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” ku li Parlamentoya Ewropayê (PE) tê lidarxistin, di roja duyemîn de didome. Di roja duyemîn a konferansê de rûniştina “Tirkiye û Sîstema Cîhanê ya Nû” hate lidarxistin. Di rûniştinê de ku ji aliyê akademîsyen Latîfe Akyuz ve hate birêvebirin rojnamevan Ferda Çetîn, Parlamenterê Stenbolê yê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, ji Zanîngeha Viyanayê Huseyîn Çîçek, ji Zanîngeha Wageningenê Joost Jongerden axivîn.
‘BANGA OCALAN JO BO ÇARESERIYÊ MÎNA MANÎFESTOYÊ YE’
Sezgîn Tanrikulu destpêkê axivî û diyar kir ku ji ber operasyona li hemberî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû nekarî tev li konferansê bibe, lewma ji Enqereyê bi rengê online tev li bû. Sezgîn Tanrikulu anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27'ê Sibatê weke manîfestoyekê ye û got: “Rêxistinê jî bersiveke erênî da û ev pêvajo derbasî qonaxeke cuda bû. Lê belê AKP û desthilatdariyê heta niha berpirsyariya xwe bi cih neaniye. Berevajî vê yekê kiryarên tund kir. Ji bo rêxistin karibe kongreya xwe bike li şûna ku helwesteke hêsankariyê nîşan bide, tiştên berevajî vê dike. Rêxistin jî vê eşkere dike, ya rast çavdêriyên min jî bi heman rengî ye. AKP'ê heta niha têkildarî pêvajoyê agahiyeke şênber nedaye civakê."
‘DYA Û YYE LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN TIRKIYEYÊ BÊDENG IN’
Rojnamevan Ferda Çetîn jî anî ziman ku Tirkiye di pozîsyona belavkariyê de ye û ev tişt anî ziman: “Li hin deverên Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn bi cih bûye. Rêveberên Tirkiyeyê van hemûyan weke binpêkirinê nabînin û piştgiriyê didin. Li Iraqê 80 baregehên wan hene, li Sûriyeyê jî bi heman rengî baregehên wan hene. DYA ji vê yekê aciz nîne. DYA û Yekitiya Ewropayê li hemberî vê bêdeng in. Berevajî, bi hincetên ewlekariyê îdia dikin ku Tirkiye mafdar e. heke em van nebînin em ê nikaribin têkiliyên Ewropa û Tirkiyeyê normal bibînin. ”
Ferda Çetîn têkiliyên welatên yekîtiya Ewropayê yên bi Serokkomarê Sûriyeyê Ahmed El Şara jî rexne kir û got: “Wê di demeke nêz de serdana Ewropayê bike. Halbûkî ev kes beriya niha yek ji lîderên El Qaîdeyê bû. Fermana gelek komkujiyan da. Tenê kincê xwe guhertiye û bi guhertina kinc jî nabe ku nêzîkatiyek bi vî rengî bê nîşandan. Lewma li gel axaftina li ser kiryarên desthilatdariya AKP'ê yên li Sûriyeyê divê em helwesta Yekîtiya Ewropayê jî binirxînin."
‘LI TIRKIYEYÊ REJÎMEKE OTOKRATÎK HEYE’
Huseyîn Çîçek jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rejîmeke otokratîk heye û wiha domand: “Tirkiye li hundir otokratîk, li derve jî êrişkar e. Erdogan di sala 2017'an de sîstema parlamenteriyê kir serokatî. Rejîma yek şexsî ava kir. Hevsengiya hêzê guhert. Li ser medya, saziyên civakî yên sivîl zextên giran destpê kirin. Polîtîkaya derve nîşaneya polîtîkaya hundir e. Polîtîkayên li Sûriye, Somalî, Iraq û Qibrisê bi temamî leşkerî ne. Ewropa ji aliyê aborî û ewlekariyê ve bi Tirkiyeyê re xwedî têkiliyan e. Yekitiya Ewropayê Tirkiyeyê ji bo koçberiyê weke herêmek tampon û qadeke bazirganiyê dibîne, lewma xwe bêdeng dike."
‘OCALAN 25 SAL IN JI BO AŞTIYÊ LI MUXATAB DIGERE’
Joost Jongerden jî ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê li şûna pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke Tirk a ji 100 salî heye. Divê em li ser vê biaxivin û nîqaş bikin. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê banga Abdullah Ocalan dîrokî ye. Divê alî hemû guh bidin vê bangê. Ji bo pêkhatina aştiyê bang divê bi cih bê anîn. Ji ber ku sala 2009'an pêvajoya di navbera Tirkiye û PKK'ê de destpê kir, bi rengekî neyînî bi encam bû. Ji bo ev rewş dubare nebe, divê rêyên ragihandinê bên vekirin. Divê astengî ji holê bêne rakirin. Divê Abdullah Ocalan û rêveberên PKK'ê karibin hevdîtinê bikin. Dewlet divê berpirsyariya xwe bi cih bîne. Hêvîdarim gotina 'Ez li muxatabekî digerim' a Abdullah Ocalan a beriya 25 salan kiribû vê carekê pêk were û muxatabekî peyda bike. Ez bang li welatên Yekitiya Ewropayê dikim ku PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxîne.”
Konferans dê bi rûniştina “Pêşketin û di çarçoveya demokrasiyê de Yekitiya Ewropa, Kurd û Tiriye” dewam bike.