ENQERE - ÎHD’ê da zanîn ku kesên di çalakiyên protestoyî de hatin binçavkirin rastî îşkence û miameleya xerab hatine.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, têkildarî binpêkirinên mafan ên di çalakiyên protestokirina girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de hatine kirin, daxuyanî da. Daxuyanî li şaxê hate dayin û gelek kes tev li bûn. Endamê ÎHD’ê Asim Bariş Barişik da zanîn ku di çalakiyan de li dijî welatiyan îşkence, muameleya xerab û binçavkirinên keyfî hatine kirin.
Barişik, got ku li gelek bajaran biryara qedexeyê hatiye dayin û Walîtiya Enqereyê jî ev qedexeye heta 1’ê Nîsanê dirêj kiriye. Barişik, got ku walîtiyê bi taybet jî di veguhestina komeleyî de qedexe kiriye ku rêwî li rawestgehên nêzî zanîngehan bên girtin û gelek cade û kolan jî hatin bisînorkirin an jî qedexekirin.
HEZAR Û 879 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Barişik, da zanîn ku zarok jî di nav de herî kêm hezar û 879 kes hatine binçavkirin, 260 kes hatine girtin û 468 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan. Barişik, got ku gelek kes di dema mudaxileya polîsan de rastî lêdan, îşkence û miameleya xerab hatine. Barişik, diyar kir ku herî kêm 14 rojnameger jî hatine binçavkirin û 7 rojnamegerên hatin girtin piştre hatine berdan. Barişik, anî ziman ku der heqê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Egîtîm Senê de ji ber piştevaniyê lêpirsîn hatiye vekirin û cezayê 2 hefteyan a hefsê malê lê hatiye birîn.
LINGÊ XWENDEKAREKÎ HATE ŞIKANDIN
Barişik, bal kişand ser mudaxileya li dijî xwendekarên ODTU’yê û got ku polîsan nehiştine ji kampûsê derkevin, gaz û kapsulên gazê avêtine hundirê kampûsê, di çalakiyan de xwendekar birîndar bûne û rastî îşkence û miameleyeke xerab hatine. Barişik, got: “Xwendekaran di 20’ê Adarê de xwe gihandin me û gotin ku lingê hevalekê wan hatiye şikandin.” Barişik, anî ziman ku di çalakiyên li Enqereyê de polîsan ava şid, gaza îsotê, ajanên kîmyewî û kapsulên plastîk ên ajanên kîmyewî bi kar anîne.
'LÊGERÎNA TAZÎ Û TUNDIYA FÎZÎKÎ’
Barişik, diyar kir ku li 7 jinên hatin binçavkirin lêgerîna tazî hatiye ferzkirin û tundiya fîzîkî lê hatiye kirin.
DAXWAZ
Barişik, xwest ku dawî li binçavkirin û girtinên keyfî bê anîn û daxwazên ÎHD’ê rêz kir. ÎHD’ê xwest ku der heqê kesên îşkence û miameleya xerab kirin de lêpirsîn were destpêkirin; kelemçekirina destan a ji pişt ve û bikaranîna guleyên plastîk, kapsul, gaz û hwd. bên bidawîkirin; mudaxile, binçavkirin, îşkence û miameleya xerab bên bidawîkirin; hemû binçavkirî bên berdan; rojnameger neyên astengkirin, hesabên medyaya dijîtal neyên girtin û rojnameger neyên girtin û binçavkirin û hemû qedexeyên ji hêla walîtiyan ve hatine ragihandin bên rakirin.